Deriyê ji ciwanên kurdan re girtî edî bû navenda wan
DENİZ TUFAN Li bajarê Dirbesiyê ya li herêma Cizîre Navenda Ciwan ya di dema Rejîma Baasê de ciwanên ku ne endamê partiya Baasê bûn çûna wan qedexe bûn, piştî ciwanên kurd dest danîn ser revêberiyê, deriyê Navenda Ciwanan ji hemû ciwanan re hate vekirin.
Navend ders û kursên felsefe, spor, ziman û cumpîturê dide ciwanên erêb, hirstiyan û kurd.Ciwan bi navê Welat Omar, got derfeta çebû ya ku ew niha dikarê biçe navende ji wî re wek xwneyê. Ciwanê erêb Muhammed Huseyîn jî got ji ber ku ciwanên erêb û hiristiyan jî dikarin bên Navenda Ciwanan ew pir keyf xweşê. Kurdên li Sûriyeyê piştî di 19 tîrmehê de li Kobaniyê dest danî saziyên fermî her ku diçe hemû qadan de bi fermî rexistinên xwe mezin dikin. Kurd di wek hemû qadan de saziyên qada ciwanan jî ava dikin. Li bajarê Dirbesiyê de ciwan gihiştin Navenda Ciwana ya ku xwe bi karên civakî rexistin bikin. Navenda Ciwana ya ku dema rejîma Baasê de ketina ciwanên ne ku endamê partiya Baasê bin qedex bû piştî ciwanan kurd dest danî li ser revêberiya navende deriyê navende ji ciwanên erêb, hiristiyan û kurd yên ku li bajar dijîn re vekirin. Niha di navende de dersên zimanê dayike, felsefe, sporên futbol, voleybol, basketbol û kursa cumpîturê yên ji bo ciwanan dest pêkir. didin ciwanan. Navenda revêberiya we ji 13 ciwanan pêk tê 7 ji wan jine ne.
'Derî ji ciwanên erêb, kurd û xiristiyan re vekiriye'
Endama Revêberiya Navenda Ciwanan Sîlvîa Şexdavut,diyar kir ku ev navend dema rejîma Baasê jî wek Navenda Ciwana dihat karkirin û got lê we demê ciwanên ku ne endamê partiya Baasê bin kitina wan ya navende qedexê bû. Şexdavut,da zanîn ku piştî 19 tîrmehê kurdan dest danî li ser revêberiyê wan jî wek ciwanên Dirbesiyê Navenda Ciwanan desteserkir û deriyê ji ciwanan girtî ji bo hemû ciwanan re vekirin. Şexdavut, diyar kir ku demekî wan amadekariya xebatan mehek berî gelek ciwanan ji bo dersên zimanê dayike, felsefe, sporên futbol, voleybol, basketbol û kursa cumpîturê serî li wan dan, wan dest bi van xebatan kirin. Şexdavut, bilêv kir ku ew ders û kursan didin ciwanên ji komên 12 kesan pêk tên û got be cudahî deriyên wan hemû ciwanên erêb, xiristiyan û kurd yên ku li bajar dijîn vekiriyê. Şexdavut, got dê ewê xebatên xwe demên pêş de mezin bikin.
'wekî xewnê ye'
Xwendevanê zaningehê ye bi navê Welat Omar ye ku ji bo dersên sporê tê navende diyar kir ku ew beriya du hefte berê hatiye navende, ew di hefteyê de se roja bi alîkariya mamosteyan ders dibînê. Omar, da zanîn ku berê navendên wa yên ku xwe bi beşên sporê peş bexin tune bû û xwest li bajar stadym bê avakirin. Omar diyar kir ku çend meh berê ji ber ku ne endamê partiya baasê bû nikariya bê navendê û got derfeta niha ya ku tê navende ji bo wî wek xweneyê. Ciwanê erêb ye ku li Dirbesiyê dijî Muhammed Huseyîn jî, got piştî ciwanên kurd Navenda Ciwana desteser kir wî li navende dest bi dersên sporê kir. Huseyîn, daxuyand ku tişta ji bo wî ya herî girîng hebûna navende ya ku hemû ciwanên Dirbesiyê bikarin xwe bi beşên sporê peş bexin ne. Huseyîn, bilêv kir ku ciwanên Dirbesiyê yên ku heta niha tu derfetên wan tune bû dîsa jî di hemû beşan de serkeftin û got ew keyfxweş ku ciwanên erêb, xiristiyan û kurd dikarin bên Navenda Ciwanana.
(dt/mae)