Deriyê Sêmalka...
Rêveberiya başûrê Kurdistanê bi taybetî jî PDK’ê ji 19’ê gulanê heta niha deriyê Sêmalka girtiye û nahêle kes derbas bibe.
Em dibêjin, taybet PDK, ji ber ku şirîkê hikûmetê YNK û muxalefeta weke Goran vê yekê qebûl nakin.
Li gel zextên di raya giştî û daxwaze rewşenbîr û xelqê Rojava derî heta niha nehatiye vekirin.
Heta beriya çend hefteyan derî ji bo nexweşan dihat vekirin. Kesên ku nexweşiyên wan giran bûn dikaribûn derbas bibin. Lê belê beriya demekê derî ji binî hat girtin.
Beriya mehekê zarokeke 5 mehî li ber wî deriyê mir û gunehê wê zarokê di stuyê wan kesên ku derî girtine de ye. Niha jî hin rayedarên PDK’ê bêyî ku fedî bikin li hemberî kurdan û cîhanê daxuyaniyên ne rast diweşînin û dibêjin, derî vekiriye. Ê ku derî vekiriye çima kes nekare biçe? Ku derî vekiriye çima zaroka 5 mehî li wir dimire? Ku derî vekiriye çima bi sedan ciwanên ku ji Rojava hatine Başûr nikarin vegerên cih û warên xwe? Ku derî vekiriye çima kes nikare dermanan bişîne ji bo Rojava? Ku derî vekiriye çima kes nabîne!
Em dikarin van pirsan dirêj bikin lê belê hemû kes bi taybet jî ew kesên ku dibêjin ‘derî vekiriye’ dizanin ku ev derewek mezin e.
Baş e çima derî girtiye?
Ji xwe naveroka mijarê di vê pirsê de ye. PDK dixwaze ku rojavayê Kurdistanê bi PYD’ê re parve bike. Dibêjin nîvî ji mere nîvî jî ji were. Dixwaze PYD’ê bikşîne nava bazariyek wiha qirêj. Ji xwe di hevdîtinên li Hewlêrê de Barzanî vê yekê bi awayekî aşkera tîne ziman. Çend partiyên dewama PDK’ê hene li Rojava bi navê El Partî dibêje bila bibin şirîkên we. PYD’ê jî dibêje, Rojava ne yê partiyek du partiyan e ya gel e û divê em bi hev re bixebitin. Lê belê PDK’ê vê yekê qebûl nake. Ji ber ku gelê Rojava jî rû nade van partiyên ku tenê berjewendiyê xwe diparêzin ew jî radibin deriyan digrin û rêbazên qirêj bi kar tînin.
Dîsa çapemeniya PDK’ê ku taktîkên çapemeniya neyarên kurdan fêr bûne û niha li dijî kurdan bi kar tînin heman derewan weşandin. Wan jî gotin derî vekiriye. Her wiha êrîşî Şoreşa Rojava kirin û çûn bi serokên çeteyên niha jin û zarokên kurdan qetildikin re hevdîtin çêkirin. Ev çi kurdîtiye? Ev çi mirovatî ye?
Ligel van pêşketinan hefteya borî Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê Cemîl Bayik derbarê vê mijarê de nivîsek nivîsand û PDK rexne kir. Piştî van rexneyan çapemeniya PDK’ê êrîşî Bayik kir û heqaret lê kirin. Her wiha gotin, Bayik Yekitiya Neteweyî têk dibe.
Gelo ew zaroka 5 mehî ku we ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj li ber deriyê Sêmalka kuşt, ne mirov bû? Ne ji vê neteweyê bû û ne kurd bû? Gelek caran têkiliyên van kesan bi tirkan re, bazariya qirêj a derbarê Rojava de, zext û îşkenceya li ser ciwanên Rojava, reşkujiya Îsa Huso û çend bûyerên din derketin holê, wê derkevin holê.
Bawer im ên ku berjewendiyên xwe yên malbatî û şexsî li ser hemû nirxên mirovahiyê digirin nikarin behsa mirovahiyê bikin. Yên ku Ambulansên ji bo nexweşên giran li ber deriyan didin seknandin û paşê wêneyên xwe lê didin bila ne behsa kurdîtî û netewetiyê, bila ji xwere behsa mirovatiyê bikin...
Çavkanî: Azadiya Welat