1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Deriyê sînor ê Kobanê dê heftane du rojan vekirî be
Deriyê sînor ê Kobanê dê heftane du rojan vekirî be,deriyê,sînor,ê,kobanê,dê,heftane,du,rojan,vekirî,be

Deriyê sînor ê Kobanê dê heftane du rojan vekirî be

A+ A-

KOBANÊ 05.03.2014 09:31:26 Wezareta Karên Derve ya Herêma Kobanê diyar kir ku deriyê sînor ê di navbera Herêma Kobanê û Bakurê Kurdistanê de, dê rojên Duşemê û Pêncşemê ji bo hin rewşan bê vekirin.

Wezareta Karên Derve ya Herêma Kobanê der barê vekirina deriyê sînor ê di navbera Herêma Kobanê û Bakurê Kurdistanê de daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama hewldanên zêde yên Komîteya Rêveber a Deriyê Sînor a girêdayî Wezareta Karên Derve ya Herêma Kobanê bi rayedarên pêwendîdar ên Tirkiyê re lihevkirinek der barê vekirina derî hat kirin. Li gorî daxuyaniyê, deriyê sînor ê di navbera Herêma Kobanê û bakurê Kurdistanê de, dê her roja Duşem û Pêncşemê ji bo çûn û hatina welatiyan tenê bê vekirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku derî bê vekirin ji bo mirovên nexweş ku ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve, bêne erêkirin da ku derbasî Bakur bibin, her wiha dê welatî ji aliyê Bakur der basî herêma Kobanê bibin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Wezareta Karên Derve ya herêma Kobanê bi armanca bidestxistina hin gavên din ên erênî û ji bo berjewendiyên welatiyên herêma Kobanê dê hewldanên xwe yên pêşxistina cîrantiyê bidomîne.