Deriyê Til Koçer bi awayekî fermî vebû
TIL KOÇER 19.02.2014 09:33:43 Berdevkê Hikûmeta Kantona Cizîrê Ciwan Mihemed da zanîn ku di encamê hevdîtinin wan bi Hikûmeta Iraqê re peymanek mor kirine ku deriyê Til Koçer ê di navbera Iraq û Rojavayê Kurdistanê de bi awayekî fermî were vekirin.
Li gorî vê peymanê wê destpêkê alavên rojane yên jiyanî di derî de derbas bibin.
Yekîneyên Parastina Gel YPG di çarçoveya “Operasyona Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa” ku di 23’yê Cotmehê de li herêma Til Koçer li dijî komên çete dabû destpêkirin de, di 26'ê Cotmeha 2013'an Deriyê Sînor ê Til Koçer bidest xistibû.
Rayedarên hikûmeta Kantona Cizîrê, di 12'ê Sibatê de dest bi yekemîn serdana xwe ya derveyî welat kiribûn û li Herêma Kurdistana Federal, piştre jî li Bexdayê dest bi danûstandinan kiribû.
Kantona Cizîrê di 21'ê Çileyê de hat îlankirin. Kantona ji sê zimanên fermî, ji serokek, du alîkarên wî, 22 wezır û meclîsek ji 101 kursiyî pêk tê. Di 27'ê Çileyê de li Kobanê û di 29'ê Çileyê de jî li Efrînê rêveberiya xweseriya demokratîk hatibû îlankirin.
Ev rêveberî, PDK ya Mesûd Barzanî ne di nav de, ji aliyê hemû partiyên Başûrê Kurdistanê ve tê naskirin. Di serê van partiyên nas dikin de hevparê hikûmeta Hewlêrê YNK û partiya herî mezin a mûxalefetê Tevgera Goran hene.
Yekîneyên Parastina Gel YPG di çarçoveya “Operasyona Tolhildana Şehîdên Tirbespiyê û Çilaxa” ku di 23’yê Cotmehê de li herêma Til Koçer li dijî komên çete dabû destpêkirin de, di 26'ê Cotmeha 2013'an Deriyê Sînor ê Til Koçer bidest xistibû.
Hêzên YPG'ê di nava sala 2013'an de tevî bajarê sînor Serêkaniyê herî kêm 5 bajar, 6 bajarok û zêdeyî 120 gund kontrol û ewlekiribû. Di sala bihurî de herî kêm 376 leşkerên Sûriyeyê, 2.923 endamên El Qaîdeyê hatibûn uştin. Hêzên YPG'ê jî dabû xuyakirin ku di nava salê de 379 windahî dane.