1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Derman û alavên tenduristiyê bighînin nexweşxaneyên Rojava
Derman û alavên tenduristiyê bighînin nexweşxaneyên Rojava,derman,û,alavên,tenduristiyê,bighînin,nexweşxaneyên,rojava

Derman û alavên tenduristiyê bighînin nexweşxaneyên Rojava

"Divê di zûtirîn dem de derman û alavên tenduristiyê bigihêjin nexweşxaneyên Rojava"

A+ A-

SILÊMANIYÊ – Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen diyar kir ku divê di zûtirîn dem de derman û alavên tenduristiyê bigihêjin nexweşxaneyên Rojava.

Herdu Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Başûrê Kurdistanê Cawîdan Hesen û Leyla Mistefa, îro buroya Yekîtiya Penaberên Iraqê li bajarê Silêmaniyê serdan kirin. Nûnerê yekîtiyê Arî Celal û endamê têkiliyên yekîtiyê Bextyar Umer di serdana şandeyê de amade bûn. Di nav nîqaşan de mijara penaberên Rojava li başûrê Kurdistanê û alîkarîdayîna Rojavayê Kurdistanê derketin pêş.

Arî Celal diyar kir ku di dema burî wan ji bo alîkarîdayîna penaberên Rojava yên li Başûr gelek xebat meşandin.

Ji aliyê xwe ve Cawîdan Hesen bal kişand ser rewşa jiyanîya herêmên Rojava û pêla mezin a penaberî û koçberiyê ya ber bi Rojava ve û got: “Dorpêça li ser herêmê hatiye ferzkirin, hişt ku derfetên herêmê kêm bibin. Hatina koçber û penaberan jî ev dijwartir kir.”

Hesen tekez kir ku divê di zûtirîn dem de derman û alavên tenduristiyên bigihêjin nexweşaxaneyên Rojavayê Kurdistanê.

(ne)

ANHA