1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Destana Mem û Zîn dê wekî muzîkal derkeve ser dikê
Destana Mem û Zîn dê wekî muzîkal derkeve ser dikê,destana,mem,û,zîn,dê,wekî,muzîkal,derkeve,ser,dikê

Destana Mem û Zîn dê wekî muzîkal derkeve ser dikê

A+ A-

09:38 11.04.2014 1 / 4 DÎCLE MUFTUOGLU

AMED (DÎHA) - Destana Mem û Zîn a Ehmedê Xanî dê ji aliyê şanogerên DBŞT'ê li Qesra Cemîl Paşa ya Amedê bi awayekî muzîkal di meha gulanê de derkeve pêşberî gel û şanohezan

Yek ji girîngtirîn destanên neteweyî ya gelê kurd Mem û Zîn dê ji aliyê şanogerên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve wekî, lîstikeke muzîkal derbikeve ser dike. Destana ku yek ji girîngtirîn berhemên nmemir Ehmedê Xanî ye û ligel çîrokeke evînî dihundirîne, jiyana civakî ya gelê kurd jî radixe ber çavan. Şanogerên DBŞT'ê zend û bendên xwe badane ku vê destana kevnare bi awayekî muzîkal di meha gulanê de derxin ser dikê ango promiyera wê pêk bînin.

Destana Mem û Zîn a ku di nav 3 destanên herî baş ên Rojhilata Navîn de ye ji aliyê şanogerên DBŞT'ê ku ev sê serdem e lîstikên xwe bi kurdî (Kurmancî-Kirmanckî) derdizin ser dikê ve dê di formata muzîkalê de derxin ser dikç. Lîstika ku ji aliyê nivîskar Kawa Nemir ve metna wî ji bo şanoyê hatiye adaptekirin, derhêneriya wê Ruknettîn Gun dike. Di lîstikê de Alî Tekbaş di rola Mem de, Zelal Gokçe jî di rola Zînê de dê derkevin pêşberî şanohezan.

Derhênerê lîstikê Ruknettîn Gun diyar kir ku destan heta îro roj bi formeke bi vî rengî derneketiye ser dikê û wiha axivî: "Me heta îro li DBŞT'ê du lîstikên muzîkal derxistin ser dikê. Piştî vê cerebeyê me biryar wergirt ku em klasîkeke gelê xwe jî bi vê formê derxin ser dikê. Tê zanîn ku Mem û Zîn klasîkeke kurdan e. Bi rastî ev hem klasîkeke mezin e û hem jî pêşandana vê kalsîkê jî peywireke giran e." Gun bi lêv kir ku ew ji bo ku vê klasîkê bi formateke cuda derxin pêşberî gel zend û bendên xwe badane û destnîşan kir ku ew ê lîstikê li Qesra Cemîl Paşa derxin ser dikê.

DETAN Û QESRA DÎROKÎ Gun bal kişand ser ku destan cara yekem e bi awayekî muzîkalî derdikeve ser dikê û wiha dirêjî da axaftian xwe: "Destana Mem û Zîn qanona wêjeya kurdî ye. Em ê jî vê destanê bi awayekî wisa derxin pêşberî gel ku wekî ew destan li wê qesra dîrokî hatibe jiyîn."

Nivîskar Kawa Nemir ku destanê adapteyî teksta şanoyê kiriye jî anî ziman ku destan li gelemperiya dinyayê wekî qanon tê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: "Qanon, kesên ku berhemnê wêjeyî afirandinin. Di nav kurdan de gelek qesr û qonaxên dîrokî, wêjekarên mezin mezin hene. Yên wekî Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrê û hwd ku ez naxwazim navê tevan li vir bihejmêrim. Kesên ku min navên wan got û nego bi serê xwe berhemên xwe wekî qanon dan qebûlkirinç Yek ji wan jî Ehmedê Xanî ye."

Nemir bi lêv kir ku Ehmedê Xanî di sedsala 16'an de vê berhemê nivîsandiye û bi van hevokan axaftian xwe domand: "Lazim e ku êdî ji aliyeke dîtir de jî em bikaribin li vê berhemê binêrin. Îro nifşa ku ez tê de me û nifşên berî me li çar parçayên Kurdistanê her kes di nîqaşn li ser wêjeyê de qebûl dike ku Mem û Zîn berhemeke di asta qanoniyê de ye. Em hemû pê dizanin ku Mem û Zîn berhema Ehmedê Xanî ye. Ev xeleka edebî jî hêj dewam dike."

Nemir bi lêv kir ku dema li vê berhema Ehmedê Xanî tê nêrtin wekî çîrokeke evînê jî tê zanîn û wiha dirêjî da axaftian xwe:" Ev bi tenê aliyeke berhemê ye. Aliyê din ê wê jî nîqaşên polîtîk in. Hêj ku li dinyayê pêlên netewetiyê geş û gur nebûne binêrin Xanî bi pênûsa xwe wekî Jean-Jacques Rousseau ji bo yekitiya neteweyî ya kurd bi Mem û Zîn a xwe rêyeke daniye pêşiya gelê kurd."

Promiyera lîstikê

Nemir got ku dema ji DBŞT'ê têkildarî projeyê jê re teklîf hatiye gelek kêfxweş bûye û ev tişt got: "Ev destan bi gelek awayên cihêreng hatiye destgirtin. Encax em îdia dikin ku em ê bi awayekî bêyî şîrove vê destanê derxin ser dika şanoyê. Em ê bi vê yekê wêjekarên kurd ên wekî Ehmedê Xanî bi bîr bînin. Û em ê promiyera lîstika xwe di meha gulanê de bikin."

Hunermend Alî Tekbaş ê ku di lîstikê de di rola Mem de dê derkeve ser dikê jî anî ziman ku ew hewl dide evîna azadiya welatê ku di destanê de behsa wê tê kirin baş bikaribe vebêje û wiha axivî: "Di deatana ku wekî muzîkal derdikeve ser dikê ez ê stran jî bibêjim. Ez ê hewl bidim ku hest û dilînên Memê Botî bi awayekî serkeftî bi temaşevanan re bidim hîskirin."

(ro/mae)