1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Destdayîna Rêber Apo destdayîna milyonan’
‘Destdayîna Rêber Apo destdayîna milyonan’,destdayîna,rêber,apo,destdayîna,milyonan

‘Destdayîna Rêber Apo destdayîna milyonan’

A+ A-

SERÊKANIYÊ – Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan banga aştiyê dikir ne banga çek û tundiyê û destnîşan kir ku Ocalan doza gelê Kurd û tevahiya gelên bindest girt ser milê xwe. PYD’ê got: ”Destayîna Rêber Apo, destdayîna milyonan gelên bindest.”

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Serêkaniyê bi daxuyaniyekê tecrîda hikûmeta AKP’ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, şermezar kir.

Daxuyaniya PYD’ê ji aliyê Endama partiyê Leyla Ehmed ve li pêşiya avahiya PYD’ê ya li bajarê Serêkaniyê bi amadebûna dehan endamên partiyê û saziyên sivîl ên Serêkaniyê hat dayîn.

Di despêka daxuyaniyê de Leyla wiha got:” Kurd ji aliyê çandî ve kêmek mabû winda bibin, hesta neteweyî gihiştibû asta herî jêr û dihat gotin ku pêkanîna hewldanên berxwedanê û guhertinê ne mumkin e, ji ber vê yekê guhertina ku Tevgera Azadiya Kurdistanê pêkaniye nûjenkirina dozê bû.”

Leyla wiha domand:” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêka xebata Tevgerê ve rola pêşeng di rêvebirina tevgerê de dikir, bi vê yekê doza gelê Kurd û tevahiya gelên bindest li xwe girt, Rêber Apo ne tenê şêwaza xebata leşkerî girtibû dest, lê belê pirr daxwaza aştiyê dikir. Wî bawer dikir ku çareserî di rêya demokrasiyê û biratiya gelan de ye.”

Leyla di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirinên Tirkiyê yên ji hewldanên çareserî û aşîtiyê re û ev tişt gotin: “Li ser vê esasê sala 2013’an agirbestê hat erêkirin da ku amadekariya çareseriya Demokratîk ji Tirkiyeyê û Kurdistanê re bê kirin û projeya Netewa Demokratîk hat pejrandin, lê hikûmeta AKP`ê derbe li vê lihevkirinê kir û pêknanî.”

Leyla di dawiya daxuyaniyê de got:” Em ji gişt cîhanê re dibêjin ku sebra me ya tehemula vê rewşê gihîştiye asta dawiyê û dayîna destdayîna Rêber Apo destdayîna, ser milyonan gelên bindest e.”

Daxuyanî bi dirişmeyên silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biratiya gelan bi dawî bû.

(rr/dm)

ANHA