1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ´Destdirêjiya dewletê sîstematîk didome´
´Destdirêjiya dewletê sîstematîk didome´,destdirêjiya,dewletê,sîstematîk,didome

´Destdirêjiya dewletê sîstematîk didome´

Keskîn: Destdirêjî bi awayekî sîstematîk ji aliyê dewletê ve berdewam dike

A+ A-

SEVDIYE ERGURBUZ

STENBOL (DÎHA) - Bi salane ji aliyê dewletê ve tacîz û destdirêjiya ku di bin çavan de li hemberî jinê bi awayekî sîstematîk pêk tê, di berxwedana Parka Geziyê de çarek din xwe nîşanda.

Di destpêka bûyerê de jinên ku di 31'ê Gulanê de hatin binçavkirin, li Miduryeta Komara Stenbolê rastî lêgerîna tezî hatin. Di binçavkirinê Enqereyê de jinek di otobusê de rastî tacîza polîs hat. Di çalekiya Taksîmê de mîmar Mucella yapici ku di bin çavan de rastî tacîz û lêgerîna tazî hat. Ev jî carek din nîşan da ku tacîz û destdirêjî bi awayekî sîstematîk ji aliyê dewletê ve berdewam dike.

Bi salan e der barê vê mijarê de parêzer Eren Keskîn ku xebatan dimeşîne diyar kir ku di bin çavan de gelek buyerên tacîzê tên jiyîn, lê ji ber ku jin xwe di bin çewisandinê de hîs dikin serlêdanê nakin.

Keskîng bang kir ku bila tu kes li hemberî tacîz û destdirêjiya binçavan de bêdeng nemîne û wiha got: "Ji sala 1997'an û heta niha jinên ku di bin çavan de rastî desdirêjiyê tên, em di aliyê hiqûqê de alîkariyê didin wan. Jinek di bin çavan, di malê de, li gund, di çalekiyek an jî ji aliyê leşker û polîsan ve rastî tacîz û destdirêjiyê bê divê ya biçe cem parêzerek an jî doktorek. Ger ku jinek rastî destdirêjiyê bê û xama be, divê din ava 7-10 rojan de biçe cem doktor û rapora fîzîkî bigire. Ger ku jin xama nebe, dinava 48 deqeyan de beyî ku xwe bişo, divê biçe cem doktarek rapor bigire.

Keskîn bi lêv kir ku jin di van rewşan de ji ber şerm dikin û ji malbata xwe didirsin serlêdana parêzer an jî doktor nakin û ji ber wê jî dem di ser de derbas dibe û riya ku ji jinan re dimîne ew jî rapora derûniye û wiha bi dawî kir: "Ji ber di ser rapora fîzîkî de dem derbas dibe, divê jin biçin rapora derûniyê bigirin. Dê buyera ku jiyane bi rapora derûnî derê holê."

(aw/lg)