1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Desteka ji bo banga KCK'ê ya Kongreya Neteweyî zêde dibe
Desteka ji bo banga KCK'ê ya Kongreya Neteweyî zêde dibe,desteka,ji,bo,banga,kck,ê,ya,kongreya,neteweyî,zêde,dibe

Desteka ji bo banga KCK'ê ya Kongreya Neteweyî zêde dibe

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir û Endamê Polîtburo ya Partiya Demokrat a Sosyalîst a Kurdistanê Fatîh Raûf Ahmet gotin, divê Kongreya Neteweyî derhal bê civandin

A+ A-

VIDEO ! : https://www.youtube.com/watch?v=0bBCcb0hNzo


VIDEO 2 : https://www.youtube.com/watch?v=INBLIiNhoEc


KERKÛK - ANF Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir û Endamê Polîtburo ya Partiya Demokrat a Sosyalîst a Kurdistanê Fatîh Raûf Ahmet gotin, divê Kongreya Neteweyî derhal bê civandin.

ŞAKIR: PÊWÎSTE BI LEZGÎNÎ BERSIVEKE ERENÎ WERE DAYÎN

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir, têkildarî banga KCK'ê ya ji civandina Kongreya Neteweyî got, "Weke Tevgera Azadî em dixwazin Kongreya Neteweyî demek ji ya din zûtir bê civandin. Yekane çareseriya pirsgireka Kurd, di nava Kongreya Neteweyî de ye. Ji bo Kurd bibin xwedî statu, divê di nava Kongreya Neteweyî de yekîtiya neteweyî pêk bînin. Dijminên Kurdan dixwazin Kurdan qir bikin. Herî zêde dewleta Tirk vê dike. Dixwaze di nava Kurdan de hevkaran bafirîne û bi rêya wan Tevgera Azadiyê ya Kurdan qels bike. Pirsgirêka Kurdan ne tenê di aliyê parastinê de ye, pirsgirêka bingehîn a Kurdan pirsgirêka yekîtiyê ye. Em bi Kongreya Neteweyî dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Eger di vê demê de em nikaribin yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin, hingî firsendên îro li herêmê bi destê Kurdan ketine, wê ji dest biçin."

Di dewama axaftina xwe de Şakir got, "Em weke Tegera Azadî ji hemû aliyên siyasî re dibêjin; divê bi lezgînî bersiveke erênî ji banga KCK'ê re were dayîn. Ji bilî vê yekê ti alternatîfa Kurdan a çareseriyê nîne."

Şakir bibîr xist, ku KNK'ê konferans û civîn lidar xist û hemû aliyên tevlî van kombûnan bûn dan xuyakirin, ew alîgirê yekîtiya neteweyî ne got, "Hêzên Navneteweyî jî fêhm kirin ku Kurd nebin li Rojhilata Navîn nikarin gavekê bavêjin. Herî dawî KCK'ê banga yekîtiya neteweyî kir. Divê bi lezgînî bersiveke erênî ji vê re were dayîn."

AHMET: PÊWÎSTE KONGREYA NETEWEYÎ DERHAL BÊ CIVANDIN

Endamê Polîtburo ya Partiya Demokrat Sosyalîst a Kurdistanê Fatîh Raûf Ahmet da xuyakirin, ku kombûna li hev a Kurdên li çar parçeyan girîng e û got, "KCK'ê ji bo Kongreya Neteweyî bangek kir. Ev gelekîg irîng e. Lazim e partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê derkevin derveyî nêrînên xwe yên teng û li dora banga yekîtiya neteweyî ya KCK'ê li hev bicivin. Divê hem nuqteyên hevpar ên navbera partiyên siyasî bgihînin hev û li dora wan bicivin. Di vê demê de pêwîstî bi yekîtiya Kurdan heye. Çar parçeyên Kurdistanê di nava pêvajoyeke krîtîk de ne. Lewma pêwîstî bi yekîtiyê heye."

Ahmet got, "Em weke gelê Kurd xwedî ziman, çand û welatê xwe ne. Lazim e statuyeke me jî hebe" û destnîşan kir, ku divê neteweya Kurd ku neteweyeke mezin e bibe xwedî dewletek û bandora xwe li herêmê hebe.

Ahmet da zanîn, weke Partiya Sosyalîst Demokratîk a Kurdistanê ew aji bo yekîtiya gelê Kurd û dewleteke serbixwe ya Kurdistanê gelekî xebitîne û wiha dewam kir: "Kombûna li hev a hêzên li çar parçeyên Kurdistanê karekî hêsan nîne. Lê belê em dikarin li dora aliyên hevpar bicivin. Bezvanek bi gava ewilî dest bi maratonê dike. Me ji gelek aliyan ve gav avêt û em niha li nîvê rê ne. Ev yek ji bo partiyên li Başûrê Kurdistanê û hemû parçeyên din derbas dibe. Lazim e me aliyên xwe yên hevpar li hev bicivînin."