1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Desteya Bilind a Kurd: Sazî êdî dikarin alîkariyan bişînin
Desteya Bilind a Kurd: Sazî êdî dikarin alîkariyan bişînin,desteya,bilind,a,kurd,sazî,êdî,dikarin,alîkariyan,bişînin

Desteya Bilind a Kurd: Sazî êdî dikarin alîkariyan bişînin

Piştî ku li ser hewldanên Desteya Bilind a Kurd, sînorê Başûrê Kurdistanê hate vekirin, Komîteya Sînor a girêdayî Desteya Bilind, bang li sazî û dezgehên ku beriya niha dixwestin alîkariyê bişînin, lê ji ber girtina sînor nekarîbûn bişînin kir da ku alîkariyên xwe bişînin.

A+ A-

Piştî ku li ser hewldanên Desteya Bilind a Kurd, sînorê Başûrê Kurdistanê hate vekirin, Komîteya Sînor a girêdayî Desteya Bilind, bang li sazî û dezgehên ku beriya niha dixwestin alîkariyê bişînin, lê ji ber girtina sînor nekarîbûn bişînin kir da ku alîkariyên xwe bişînin. Bi destpêkirina şoreşa Suriyê re, gelên Rojavayê Kurdistanê rêveberiyên xwe bidest xistin û siyasetek serbixwe meşand. Lewre jî bûn hedefa hemû hêzan û li gel êrîşên leşkerî ambargoya aborî jî li ser hate meşandin.

Hate xwestin ku bi vê riyê îradeya wan teslîm were girtin, lê gelên herêmê di siyaseta xwe de israr kir û bi riya Desteya Bilind a Kurd ku wekî îradeya xwe îlan kir, pirsgirêkên xwe çareser dike. Di çarçoveya ambargoya tê meşandin de rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî, sînor girtibûn, lewre jî sazî û dezgehên perçeyên din ên Kurdistanê û navnetewî nedikarîn alîkariyên kom kirine bişînin Rojava.

Li ser vê yekê gel nerazîbûnek mezin nîşan dabû, her wiha Desteya Bilind jî hewldanên xwe domandin û di encama van hewldanan de derî hate vekirin. Ji bo ku alîkariyên têne şandin li gel bê belavkirin jî, komîteya sînor a girêdayî Desteya Bilind hate avakirin.

Komîteyê, îro derbarê alîkariyên ku tê xwestin bêne şandin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku deriyê sînor li ser hewldanên Desteya Bilind hatiye vekirin û gelê başûrê Kurdistanê alîkariyên xwe dişîne.

Di daxuyaniyê de bang li sazî û dezgehên ku beriya niha dixwestin alîkariyê bişînin, lê ji ber girtina sînor nekarîbûn bişînin hate kirin û wiha hate gotin: “Deriyê sînor hatiye vekir. Êdî sazî û dezgehên li Bakûrê Kurdistanê, Ewropayê jî dikarin alîkariyên xwe bişînin. Emê alîkariyên ku tên şandin li gorî pêdiviyan li gel belav bikin.”