Desteya Bilind ya Kurd diçe Amedê
Endamên Komîteya Derve ya Desteya Bilind ya Kurd dê di hefteyê pêş de biçin Amedê û serdanan bikin
A+
A-
Endamên Komîteya Derve ya Desteya Bilind ya Kurd (DBK) duh bi Nûnerên BDP'ê yên Hewlerê re hevdîtin pêk anîn û diyar kirin ku, dê di hefteyê pêş de biçin Amedê û ziyaretan bikin.
Endamên Komîsyona Derve ya Desteya Bilind ya Kurd (DBK) Îsa Hasan, Salîh Gedo, Xarîb Hasan û Abdulkerîm Omer duh bi nûnerên BDP'ê yên Hewlerê re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina Desteya Bilind ya Kurd, Nûnerê BDP'ê yê Hewlerê Mehmet Ali Aydin diyar kir ku, wan heyet daweti kongreya Mezin ya BDP'ê ku di 14'ê Tîrmehê de pêk bê kirine û heyeta DBK'ê dê di nava hefteyê de biçe li Amedê saziyên sivîl û BDP'a Amedê ziyaret bikin.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî desteya,bilind,ya,kurd,diçe,amedê