"Destkirina Rojnamegeran hetîketî ye"
Bjerregard: Derdestkirina Rojnamegeran ji bo Tirkiyê hetîketiyek ye
09:07 02.11.2013 1 / 4 STENBOL (DÎHA) - Serokê Federesyona Rojnamegeran a Ewropayê Mogens Blicher Bjerregard , gintina rojnamageran a li Tirkiyê, ji aliyê mafên mirovan û azadiya çapemeniyê ve wekî rewşeke "Li dijî aqilan û tirsnak" bi nav kir û got: "Li Ewropayê girtina rojnamegerekî jî pirsgirekeke gelek mezin e. Ev ji bo Tirkiyê rewşeke skandal e."
Tirkiyê, di salên dawî de ji ber rewşa girtin û binçavkirinên rojnameger, siyasetmedar, hîndekar, parêzer û parazvanen mafên mirovan, di rojeva cîhanê de cih digire. Tirkiye ji ber girtina rojnamegeran jî li qada navneteweyî wekî yek ji "girtîgehên rojnamegeran ên herî mezin" tê naskirin. Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyê, tê diyarkirin ku her çendî 62 rojnameger bi angaşta "endamên rêxsitina terorê ne" tên darizandin jî, rojnameger ji ber kar û barên xwe yên rojnamegerî li girtîgehan tên girtin. Di wan raportan de jî ku ji aliyê Rojnamegerên Sînornenas(RSF) û Komîteya ji bo parastina Rojnamegeran (CPJ) ve li ser rojnamegerên girtî hatî amadekirin, tê gotin ku rojnameger ji kar û barên xwe yên pîşeyî girtî ne û ev yek ji aliyê azadiya çapemenî û derbirînê ve ji bo Tirkiyê pirsgirêkeke mezin pêk tîne. Serokê Federesyona Rojnamegeran a Ewropayê Mogens Blicher Bjerregard ku ji bo dozên darizandina rojnamegeran ji nêz ve bişopîne hatî Tirkiyê, girtina rojnamegeran ji aliyê mafên mirovan û azadiya çapemeniyê ve wekî rewşeke "li dijî aqilan û tirsnak" bi nav kir.
'Ji bo demokrasiya Tirkiyê rûreşî ye'
Mogens Blicher Bjerregard ku rewşa rojnamegerên girtî li Tirkiyê ji aliyê mafên mirovan û azadiya çapemenî û derbirînê ve wekî "Li dijî aqilan e û tirsnak" bi nav kir, anî ziman ku li Ewropayê girtina rojnamegeran ji ber kar û barên pîşeyî pirsgirêkeke gelek mezin pêk tîne. Bjerregard, da zanîn ku li Tirkiyê bi dehan rojnameger ji ber kar û barên xwe yên pîşeyî girtî ne û ev rewş ji bo Tirkiyê "hetîketî" ye. Bjerregard, girtina rojnamegeran ji bo Tirkiye rewşek pir şerm dît û wiha got: "Bi qasî min dît, li Tirkiyê têkildarî rojnamegeran gelek dozên demdirêj hene. Ev rojnameger nikarin pîşeya rojnamegeriyê bikin. Bi rastî jî ev yek ji bo Tirkiyê rewşeke hetîketî ye. Ji bo demokrasiya Tirkiyê rûreşî ye." Bjerregard, daxuyand ku girtina rojnamegeran ji ber kar û barên wan ên pîşeyî bi tu awayî nayê pêjirandin û bang li hikûmetê kir ku rayedar demildest rojnamegeran berdin.
'Pirsgirêka herî mezin rojnamegeran terorîst dibînin'
Bjerregard, angaştên wekî "endamê rêxistinê bûn" û "propagandaya rêxistinê kirin" ên di angaştnameyên rojnamegeran de jî nirxand wiha berdewam kir: "Pirsgirêkeke gelek mezin e ku dadger bi çavekî terorîst li rojnamegeran binêrin. Divê dadger bi çavekî rojnameger li wan binêre. Rojnameger, ji ber ku karên xwe kirine tên darizandin. Me têkildarî vê yekê gelek doz şopandin. Ji bo ku sûcdarkirinan biçespînin, çesp tune ye." Bjerregard, derbirî ku ew wekî Federesyona Rojnamegeran a Ewropayê, darizandinên rojnamegeran ji nêz ve dişopînin û ligel vê wan derbarê vê rewşê de ji rayederên hemû hikûmetên li Ewropayê re agahî dane. Bjerregard, anî ziman ku ew ji bo rojnameger, nivîskar û wergêrên li Tirkiyê bên berdan, bang li dezgehên civakê yên sîvîl, sendîkakar û rêveberan dikin ku ew rayedarên hikûmetê di vê xalê de hişyar bikin. Bjerregard, helwesta hikûmetê jî rexne kir û got: "Nêzikahiya rayederên hikûmetê a li ser rojnamegeran, derî çarçoveya mafên mirovan e. Tirkiyê, Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan şanenav kiriye. Bi ya min divê Tirkiye vê yekê bi bîr bîne." Bjerregard herî dawî wiha axivî: "Dixwazim bibêjim ku divê hikûmeta tirk bi bîr bîne ku azadiya vegotinê ji bo pêşketina demokrasiyê yek ji qetên herî girîng e. Welatek çendî xweyiyê azadiya vegotinê, danûstandina ramanan, nivîskar û weşangeran be, ji bo pêşketina demokrasiyê û ji bo ku bibe welatekî serkeftî hindî baş e."
(oy-za/mae)