"Destê Azadî di komkujiya Kurdan de heye"
Tê gotin destê Azadî di komkujiya Kurdan de heye
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad ê herêma Helebê Ebdulcebar El-Iqêlî di vîdeoyekê de diyar dike ku tabûra Azadî jî di êrîşên ser Til Eran û Til Hasilê de cihê xwe digire.
Ev 5 roj in çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê êrîşî Til Eran û Til Hasil dikin û komkujiya sivîlan pêk anîn. Di komkujiyê de zêdetirî 70 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in hatin qetilkirin û zêdetirî 350 kes hatine revandin. Bi hezaran kesan mal û mulkên xwe berdan û ber bi çolê ve reviyane.
Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî yê Artêşa Azad ê bi navê Ebdulcebar El-Iqêlî ku di vîdeoyeke ku fermandarên Artêşa Azad têde li hev civiyane dibêje, “Em ê Kurdan bikujin û tune bikin.” Her wiha dibêje, “Êrîşên me li dijî alîgirên PYD’ê ne.” El-Iqêlî di heman vîdeoyê de dibêje ku tabûra Azadî jî di êrîşên Til Hasil û Til Eranê de cih digirin.