1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DEV-LÎS dê ji bo zimanê zikmakî dakevin kolanan
DEV-LÎS dê ji bo zimanê zikmakî dakevin kolanan,dev,lîs,dê,ji,bo,zimanê,zikmakî,dakevin,kolanan

DEV-LÎS dê ji bo zimanê zikmakî dakevin kolanan

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Endamên jin ên DEV-LİS'ê piştî biryara KCD'ê ya ji bo boykotkirina Perwerdehiya Dibistanên Tirkî, diyar kirin dê bi çalakiyên hefteyek boykotkirinê piştgiriyê bidin KCD'ê û wiha got: "Tirkiye ne tenê ya Tirkan e. Li Tirkiyeyê neteweyên cuda hene."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi boneya mafê perwerdehiya zimanê zikmakî biparêze, biryara boykotkirina dibistanên tirkî da. Li ser vê biryara boykotê Endamên Jin ên Lîseyiyên Şoreşger (DEV-LİS) jî diyar kirin ku dê piştgiriyê bidin biryara KCD'ê û hefteyekê neçin dibistanê. Jinên DEV-LİS'ê anîn ziman ku dê hefteyekê li kolanan mafên zimanê zikmakî biqîrin. Endama DEV LÎSê Eylem Dogan, anî ziman ku we li dijî mufredata Perwerdehiya Neteweyî ne û perwerdehiya zimanê zikmakî mafekî gerdûnî ye. Endama DEV-LİS'ê Sena Seray Tombul, jî anî ziman ku ew dê beşdarî hemû çalakiyên ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî bibin.

Endama DEV LÎS'ê Su Nayir jî anî ziman ku li Tirkiyeyê tenê Tirk tune û li Tirkiyeyê kurd, ermenî, çerkez û gelek neteweyên din hene. Nayir, da zanîn ku perwerdehiya zimanê zikmakî mafê hemû kesan e.

(mae)