1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dewlet-JÎTEM-Hizbûllah û niha bi Hudapar´ê re derket holê!
Dewlet-JÎTEM-Hizbûllah û niha bi Hudapar´ê re derket holê!,dewlet,jîtem,hizbûllah,û,niha,bi,hudapar,ê,re,derket,holê

Dewlet-JÎTEM-Hizbûllah û niha bi Hudapar´ê re derket holê!

Dewlet-JÎTEM-Hizbûllah û niha bi Hudapar´ê re derket holê! - DOSYA - TAYBET 1

A+ A-

Komkujiyên ku dewlet-JÎTEM û Hizbullah bi hev re kirine!

ERDOGAN ALTAN

ŞIRNEX (DÎHA) - Dewlet pêkanînên di salên 1990'an de yên li hemberî kurdan pêk anî JÎTEM'ê bi awayek fiîlî qebûl kir. Bi daxuyaniyên piştre yên sazûmankarê JÎTEM'ê, waliyê OHAL'ê ya demê û gelek rayedarên dewletê re, piştrast kirin ku ew li hemberî PKK'ê bi Hizbullahê re xebitîne. Bi belgeyan derketibû holê ku kesên hatibûn kuştin û birîndarkirin ji mirovên sivîl pêk dihatin. Di demên dawî de dewlet û Patiya Hur Davayê bi hev re tevdigerin, ev yek jî di bûyerên navçeya Cizîrê derkete holê ku hikûmet dixwaze konsepta salên 90'an careke din bixe meriyetê.

Di salên 1990'an her çiqas pêvçûnên di navbêra PKK û dewletê de zêdetir dibû, hovîtiya dewletê ya li ser gel jî qat bi qat zêde dibû. Dewlet ji bo girêdana gel a bi PKK'ê re qût bike serî li hemû rêbazên hovane da. Şewitandina gundan, înfazên komî û bêdaraz, koçberkirina bi zorê, îşkence û hemû rê û rêbazên şerê taybet xistibû dewrê. Li hemberî bihêzbûna PKK'ê ya li heremê, dewlet derkete derveyê qanûnên xwe û di nava polîs û leşkeran de komên tetikêş ên paramîlîter ava kir. Li van komên tetikêşan piştre îtîrafkarên PKK'ê jî li wan hate zêdekirin. Van koman li heremê kirin weke gola xwînê. Hate fêmkirin ku ev jî ne çareye, vê carê koma "Îlîm" a di bin rêbertiya Huseyîn Velîoglu de li Amed û Êlihê hatin birêxistinkirin, di bin navê motîfa olî weke hêzeke paramîlîter xistin dewrê. Ev koma ku bi çalakiyên kontrawarî deng veda, îmze avêt binê gelek cînayetên kiryarên wan nediyar. Koma ku li heremê bi navê Hizbul-kontra hate binavkirin, demek dirêj bi cînayetên "girêdana berazê" û malên gorê ji rojevê neketibûn.

Koma 'Îlîm' û JÎTEM

Di malpera înternet a hurseda.net a aidê komê ku jiyana Velîoglu vedibêje, tê gotin ku Velîoglu şûna li bajaran birêxistin bibe li deştan birêxistin bûye. Lê Sazûmankarê JÎTEM'ê Albayê teqawit Arîf Dogan, diyarkiribû ku wî di sala 1987'an de bangî Velîoglu kiriye û ji bo li di deştan de birêxistin bibe dîrektîf daye û wiha gotibû: "Hizbûlqontrayê jî min ava kir. Ni Hizbulahê niha. Teşkîlata yekemîn a Huseyîn Velîoglu min ava kir. Min ji her kesî baştir têkoşînê da. Min serî daniye, xizmetê ji welat re kir. Ma min JÎTEM'ê ava kir xelet kir?"

Komkujiyên koma 'Îlîmê'

Endamên koma "Îlîm" ê li bajarên Amed, Êlih, Mêrdin û Çewlikê hatibûn biçek kirin, wek e magandayên kolanan di destê wan de sator, kêrên donerê, dar û demiran bi awayek bêperwa êrîşê gel dikirin. Ev koma ku xwe wek e "Leşkerên Xwedê" didan nasîn, ya alimên olî, welatparêz, kesên demokrat û xwendekarên siyasî hedef girtin. Ev komê ku di serî de li kûçeyan bi satoran êrîşê mirovan dikirin, li kûçeyan ava kezabê diavêtin ser lingên zarokên keç û hovîtî pêk dianîn. Ev kom, li ser esnafên ku zekat û alîkariyê nedidan wan bi riya şîdetê pêkûtiyê pêk tanîn. Ev koma ku bi van hovîtiyan têr nedibûn, di sala 1990'î de li Semta Şehîtlikê ya Amedê meleyê mizgeftê Ubeydullah Duyar di derketina nimêje sibê bi daran qetil kirin û starta cînayetên bi motîfên olî dan.

Li Farqînê bi şibandina cînayetê navê Hizbullahê

Di qûncikniviseke di malpera înterneta hurseda.net a koma Îlîmê de ku jiyana Huseyîn Velîoglu vedibêje de, navê Hizbullahê di avakirina komê de nehatiye lêkirin lê ji ber gel vê navî layiq dîtiye ev nav hatiye bikaranîn. Midûrê Polîsan a Amedê Gafar Okan ku di encama êrîşa bi çekê jiyana xwe ji dest da jî, derbarê navê Hizbullahê de vê daxuyaniya balkêş dabû: "Tişteke wek e Hizbullahê nîne. Me navê Hizbûlahê daniye. Di salên bihurî de cînayetek çêbûye, li Farqînê peywirdarêke dewletê gotiye 'ev cureya çalakiye Hizbullahê ye'. Piştre ev nav wisa maye. Di esasê xwe de tenê komeke tetikêş e."

Dema Hizbulkontra û cînayetên demançeya Takarovê

Koma navê Hizbûlahê girtî li heremê wek e "Sofîk (sofîkên sexte)", "Hizbul-kontra) û Hizbulşeytan" dihate binavkirin, ji hêla aliyên îslamî de jî weke "Hizbûl-zulim" dihate binavkirin. Di salên 90'î de ji pişt ve bi dizî nêzîk dibûn bi demançeya marqa Takarovê bi sedan alimên oldar, gelek welatparêzên kurd qetil kirin. Koma ku li ser navê li hemberî PKK'ê şer bikin hatin derxistin, hemû cînayetên xwe bi demanceya marqa Takarovê pêk anîn. Piştre di daxuyaniyên rayedarên fermî ve hate aşkerekirin ku di wê demî de ji butçeyê demançeya marqa Takarovê hatibû standin û dane vê komê.

Ji Albayê ergenekonê îtirafa Hizbul-kontra

Albayê teqawît Atîla Ugur a di demeceke xwe de derbarê Hizbul-qkontra ji hêla dewletê ve dihate parastin, bi van gotinan li xwe mikur hat: "Di serê sala 1994'an de fermandareke tîm a min ji peyira xwe zivirî bû, raporek dabû min. Li gundekî du kesan girtine. Li ser van kesan du tivingên lule dirêj, bombeyên destan û du demançeyên marqa Takarovê derketiye. Di wê demê de tenê Hizbullah takarovê bi kar dianî. Dema ji bo ez wan bibînim min xwe berda jêrê, peywirdarê santralê hat û got rayedareke paye bilind li min digere. Ew rayedar di telefonê de got 'wan mirovan hema niha serbest berde, ew li dijîê PKK'ê şer dikin'."

Der barê vê rastiya Hizbul- kontrayê Serokê Komisyona Lêkolîna Sûsûrlûkê ya TBMM'ê Parlamenterê Nevşehîrê Mehmet Elkatmiş jî hin agahiyan wiha ragihandibû: "Hizbullah rêxistineke ku dewlet li hemberî PKK'ê daye avakirin, xwedî kiriye û mezin kiriye ye. Jixwe polîtîkayeke dewleta kûr heye; 'Se berdana hev'. Li hemberê PKK'ê jî ev rêbaz bi kar aniye."

Waliyê OHAL'ê Hayrî Kozakçioglu jî bi van gotinan itîraf kiribû: "JÎTEM, MÎT û Emniyet bi Hizbulahê re dan û standina îstîxbaratê rewşek xwezayî ye."

Endamên Hizbul-kontrayê bi salan li gundên navçeya Kercewsê ya Êlihê ji hêla leşkeran ve hatin perwerdekirin. Vê rewşî Midûrê Polîsan a Êlihê ya demê Ozturk Şîmşek wiha vedigot: "Evli gundên Çîçek, Sekili û Gonilê yên Kercewsê kamp ava kirine. Perwerdehiya çekê jî ji hin subay û astsubayên ji nava cendirmeyan dihatin standin, dida wan."

Parlamenter Eyup Aşik jî digot: "Li heremê di têkoşîna terorê re sê çekê herî bi bandor hebû. Tîmen taybet, cerdevanî û Hizbullah."

Waliyê OHAL'ê ya demê Unal Erkan jî: "Heta PKK neyê hilweşandin, dilê me tune ku em rêxistinên weke militanên Hizbullahê têk bibin."

Midûriyeta Giştî ya Polîsan û Serokê Daîreya Îstîxbaratê yê berê Bulent Orakoglu jî di îfadeya xwe ya di doza sereke ya Hizbullahê de dayî de diyar kiribû ku di sala 1991'an de li Midûriyeta Polîsan a Bajarê Hatayê, li qiluba bajêr a Hataye bi fermandarê Herema Cendermeyan a Edeneyê Tuxgeneral Temel Cingoz û Fermandarê Alaya Cendirmeyan a bajar Vîcdan Başaran re xwarinê vegot: "Li ber derî keseke bejin dirêj, esmer hebû. Ji di got qey ew parazvanê Cîngoz Paşa ye. Paşa got 'me ew ji bîr kir' û gazî maseyê kir." Orakoglu da zanîn ku ew kesê ku wan di sala 1991'i de dîtibû piştre hînbû ku rêberê Hizbulahê Huseyîn Velîoglu yê di operasyona Hizbulahe ya Stenbolê de mirîketibû dest bûye.

SIBÊ: Li hemberê daxuyaniyên nûnerên navenda giştî ya Partiya Hur Davayê û namzetên şaredariyen partiyê ya ji bo hemwelatiyên ji hela Hizbullahê ve hatine qetilkirin "Li hemberî PKK'iyan têkoşîn dida" navên hatine qetilkirin û birîndarkirin.

(ea/ça/wk)