1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dewlet li hemberî rojnamegerên azad îtîfaqên qirêj dimeşîne'
'Dewlet li hemberî rojnamegerên azad îtîfaqên qirêj dimeşîne',dewlet,li,hemberî,rojnamegerên,azad,îtîfaqên,qirêj,dimeşîne

'Dewlet li hemberî rojnamegerên azad îtîfaqên qirêj dimeşîne'

A+ A-

3 Gulan Şaxa ÎHD'ê ya Amedê êrîşa endamên Partiya Hur Dawa ya li dijî nûçegîhanên DÎHA'yê Şerîfe Oruş û Salman Çiçek ku li Zanîngeha Dîcleyê pêk hat şermezar kir. Serokê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, anî ziman ku ewil xwestin bi kuştin û girtinê rojnamegerên azad bêzar bikin û niha jî dixwazin bi lêdanê bêzar bikin. Bîlicî, da zanîn ku dewlet nikare bi van rê û rêbazan rojnamegerên azad bêzar bike û xwest dest ji van tifaqiyên qirêj berde.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê têkildarî êrîşa endamên Partiya Hur Dawa ya li hemberî nûçegîhanên DÎHA'yê ya li Zaningeha Dicleyê pêk hat, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Di 30'ê nîsanê de dema nûçegîhanên DÎHA Selman Çiçek û Şerife Oruç nûçeyên xwendekarên zanîngeha Dîcleyê dişopand, komek endamên nêzî Partiya Hur Dawa êrîşî nûçegîhanên DÎHA kiriribûn. Di êrîşê de kamera şikandibûn û nûçegîhan darp kiribûn. ÎHD'ê bi boneya êrîşa Hur Dawayê şermezar bike bi tevlêbûna nûçegîhanan Selman Çiçek, Şerife Oruç nûnerê Cemiyeta Rojnamegerên Azad, Rêveberên ÎHD'ê Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) û xebatkarên DÎHA amade bûn. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî êrîşên li hemberî DÎHA şermezar kir û piştgiriya xwe anî ziman. Bîlîcî, anî ziman ku ewil xwestin bi kuştin û girtinê rojnamegerên azad bêzar bikin û niha jî dixwazin bi lêdanê bêzar bikin. Bîlicî, da zanîn ku dewlet nikare bi van rê û rêbazan rojnamegerên azad bêzar bike û xwest dest ji van tifaqiyên qirêj berde. Bilici, da zanîn ku niha hêj bi dehan rojnameger ji ber nivîsandine û rastî anîne ziman girtîne û niha jî rastî lêdan û êrîşan tên.

Nûçegîhanê DÎHA'yê Selman Çîçek jî anî ziman ku bi bonya nûçeyê bixopînin çûn zanîngehê û piştî di navbera du komên xwendekaran de pevçûn derket endamên Partiya Hur Dava êrîşî wan kirin û li wan dan. Çîçek, bûyer vegot û dağ zanîn ku piştî bûyerê endamên Partiya Hur Dawayê êrişî wan kir û polîsên di navberê de xwe dan alî û ew kirin hedefa koma Hur Dawayê. Çîçek, anî ziman ku piştî komê êrîşî wan kir, polîsan jî di nava komê de bi komê re êrîşî wan kiriye.

Nûçegîhana DÎHA Şerife Oruç jî ani ziman ku komê û polîsan bi zanebûn ew kirin hedef û ji komê kesan bi porê wê girtin û ew avêtin erdê. Oruç, da zanîn ku endamên komê bi pêhn û hulmuskan li wê dan û polîsn jî li wan temaşe kir.

Çiçek û Oruç, piştî daxuyanî dan çûn li Dozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kirin.

(mae)

02.05.2014 - 16:39:27