1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dewlet piştgiriya çeteyan dike
Dewlet piştgiriya çeteyan dike,dewlet,piştgiriya,çeteyan,dike

Dewlet piştgiriya çeteyan dike

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Li taxen kurd lê dijîn yên Stenbolê, bikaranîna tiryakê û mirinên ji ber vê di rojevê de ye. Polîs, li şuna ku li hemberî çeteyên tiryakfiroş têkoşîn bike, mudaxale li ciwanên BDP'ê û komên sosyalîst ku li hemberî tiryakê têdikoşin, dike.

Di van rojên dawî de, li Stenbolê bi taybet jî taxên kurd û kedkarên xizan lê dijîn bikaranîna tiryakê gelek zêde bûye û gelek kes ji ber tiryakê jiyana xwe ji dest dini. Li taxên Başakşehîr, Sultangazî, Sancaktepe û Maltepeye çeteyên tiryakfiroş, dibin çavdêriya polîsan de tiryakê li nava kolanê difiroşin. Polîsên ku çav li van çeteyan diniqin, li hemberî Meclîsa Ciwanan ya BDP'ê ku li dijî tiryakê têdikoşin dest bi êrîşan kiriye. Polîsan di meha adarê de êrîş li konê ciwanên çalakger kiribûn û 3 kes hatibûn binçavkirin.

Li taxên Gazî û Sultangazî ciwanên BDP'ê û yên ESP'ê bi armanca têkoşîna li dijî tiryakê konê berxwedanê vedane. Rêveberê Rêxistina ESP'ê yê Sultangaziyê Metîn Kurekçî, diyar kir ku ew li vir li dijî tiryakê têdikoşin, lê polîs êrîşê li wan dike. Kurekçî, da zanîn ku qereqol û çeteyên tiryakfiroş di nava hevkariyê dene û îdîa kir ku li taxê qereqol firotina tiryakê organîze dike. Kurekçî, destnîşan kir ku boneya ev tax muxalîfin dewlet dixwaze van deran kontrola xwe pêşve bibe. Kurekçi, anî ziman ku dewlet ji bo ciwan li hemberî wî birêxistin nebin rê li ber tiryak û fihuşê vedike û ev yek wekî polîtîkaya dewletê bi nav kir. Kurekçî, di berdewamê de got ku çete nava rojê li kolanê tiryakê difiroşin û polîs jî çav li wan diniqin.

Kurekçî, li aliyê din balkişand ser çalakiya xwe ya kon û wiha got: "Polîs li malbatan digerin û ji wan re dibêjin, ger ku hun xwedî li zarokên xwe dernekevin, ew ê biçin çiyê. Lê ew çi bikin bila bikin. Her roj bi sedan kes tên serdana konê me. Em li hemberî tiryak û fihuşê têdikoşin. Bang dikim ku her kes alîkarî bide me."İlk başta bağımlı hale gelsin diye bedava verildi

Welatiyê bi navê B.K ku ketibû tora çeteyên tiryakfiroş û saya têkoşîna li hemberî tiryakê ji vê rewşê hate rizgakirin jî derbarê mijarê de serpêhatiyên xwe vegot. B.K, diyar kir ku 4 sal beriya niha dest bi tiryakê kiribû û wiha axivî: "Wê demê madeyek bi navê korex ku cureyek eroyînê ye hevalek me belaş di anî dida me. Me ne dizanî ev eroîne. Piştî ku ez hînbûm êdî pere ji me dixwestin. Ev made bê pere nedidan me. Min jî ji bo pere peyda bikim, dest bi diziyê kir."

B.K, got ku di konê ji bo têkoşîna li hemberî tiryak û fihuşê de dev ji tiryakê berdaye û got ku ji bo hevalên wî yên din jî dev ji tiryakê berdin wê têkoşîna xwe bidomîne.

(lg)