´Dewlet tenê li bersûcan temaşe dike´
Welatiyê xaniyê wî hate şewitandin: Dewlet tenê li bersûcan temaşe dike
Welatiyê bi navê Saît Marangoz ku di sala 2008'an de xaniyê wî hate gulebarankirin, niha ji xaniyêwî hate şewitandin. Marangoz, diyar kir ku dê 4 sal berê xaniyê wî da ber guleyan û niha xaniyê wî şewitandin heman kes in. Marangoz, destnîşan kir ku wî daxwazname da Serokomar, Serokwezîr û hemû rayedarên dewletê, lê heta niha tu tişt nekirine û dewlet tenê temaşe dike.
Welatiyê bi navê Saît Marangoz ê ji gundikê Destekê yê gundê Muskan ê navçeya Amerna ya Amedê 4 sal berê di sala 2008'an de xaniyê wî rastî gulebaranê hat û niha jî xaniyê wî hate şewitandin. Marangoz ku 40 sal berê ji ber pirsgirêka zeviyan û xunîtiyê koçî Amede kir, di sala 2008'an de dîsa vegeriya gundê xwe. Marangoz, ku li gel hemû zext û zordariyan li gund û mala xwe vegeriya di heman salê de rastî êrîşa bi keleş û G3'an hat. Di bûyerê de leşkerên hatin gund li şûna ku çekên êrîşkaran desteser bikin, çeka Marangoz a bi rûhsat desteser kir û kesên êrîşkar serbest berdan. Marangoz, anî ziman ku kesên di 2008'an de xaniyê wî dan ber guleyan û serbest hatin berdan di 28'ê Mijdara 2012'an de jî hatin mala wî dan ber agir û çûn. Marangoz, da zanîn ku polîsekî ji Midûriyeta Polîsan a Amerna, bi telefonê li wî geriya û diyar kir ku xaniyê wî hatiye şewitandin. Marangoz, ani ziman ku kesên derî şikandin û ketin malê û xaniyê wî şewitandin û kesên 4 sal berê êrîşî wî kirin heman kes in."
'Ez bi salan e di bin zextan de dijîm'
Marangoz, bibîrxist ku xaniyê xwe bi 100 hezar TL ava kir û kesên xaniyê wî şewitandin bi zanebûn ji bo ku zerarê bidin wî xaniyê wî şewitandine. Marangoz, daxuyand ku dema xanî ava kir ji bo ceyran, av û rê biçe mala wî daxwazname da Qeymeqamê navçeyê û wiha got. "Lê li şûna ku qeymeqam bersîvê bide daxwaza min û rê, av û ceyranî bîne mala min, biryara hilweşina xaniyê min derxist. Min daxwazname da Serokomar, Serokwezîr û hemû rayedarên dewletê, lê heta niha der barê daxwaza min de tu gav nehatin avêtin. Dewlet tenê li hemberî vê zilmê temaşe dike û piştgiriyê dide zilmkaran. Ji ber ku ciwanên me tev li PKK'ê bûne dewlet zilmê li me dike. Em dixwazin ku berpirsiyarê vê bûyerê bên dîtin û darizandin. Em dixwazin li gundê xwe û li ser axa xwe bijîn. Em naxwazin bi tu deverên din de biçin.
Dema di 2008'an de xaniyê Marangoz rastî êrîşa bi çek hat, heteya DTP'ê li cihê bûyerê lêkolîn kir û rapor pêşkêşî meclîsê kir, lê der barê vê yekê de tu gav nehat avêtin.
(mae)