1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dewlet terorîst e'
'Dewlet terorîst e',dewlet,terorîst,e

'Dewlet terorîst e'

Li taxa Erekêya Wanê ji bo endamê HPG'ê Kenan Koçak (Zerdeşt Derik) mala sersaxiyê hat vekirin

A+ A-

WAN (DÎHA) – Li taxa Erekêya Wanê ji bo endamê HPG'ê Kenan Koçak (Zerdeşt Derik) mala sersaxiyê hat vekirin. Piştre mal bi girseyî hat ziyaretkirin. Di ziyareta sersaxiyê de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê gelê kurd wekî "terorist" bi nav dike, lê di rastiya xwe de ya terorîst dewlet e. Em jî dibêjin yê terorîst dewlet e."

Rêxistina BDP'ê ya Wanê mala sersaxiyê yê ji bo endamê HPG'ê Kenan Koçak (Zerdeşt Derik) ku di pevçûna 25'ê Çile de jiyana xwe ji dest da ziyaret kir. Mala sersaxiyê yê li qada Erekê ya taxa Cevdet Paşa hat vekirin bi girseyî hat ziyaret kirin. Di ziyaretê de Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Wekîlê Serokê BDP7a Wanê Omer Ertaş, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Cîgira Şaredarê Wanê Gulbahar Orhan, Kemal Unver, Endamen înîsiyatifa Dayikên Aştiyê MEYA-DER, TUYAD-DER û gelek kesên din jî di navde bi sedan kes amade bûn. Koma ku li dervê taxê li hev civiyan, heta Mala Sersaxiyê ya Cevdetpaşa meş pêk anîn. Girsê di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamên HPG'ê Koçak bilind kirin û meşiyan. Girse bê navber sloganên “Şehit namirin”, “Tolhildan", “Ey şehit xwîna te li erde namîne” berz kirin. Li mala sersaxiyê wêneyên 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin. Girsê di ziyaretê de ji bo kesên di têkoşîna aştî u azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin.

'Terorîst dewlet e'

Di ziyareta sersaxiyê de Parlamanterê BDP'e ê Wanê Ozdal Uçer, diyar kir ku ku kurd ji bo yekîtiya xwe ava bikin û karibin li hemberî zilmê têbikoşin divê berî her tiştî xwe bi rêxistin bikin û karibin pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin. Uçer, destnîşan kir ku di demên dawî de hikûmet li Aliyekî bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinan dike û li aliyê din li dijî PKK'ê operasyonên leşkerî zêde dike û wiha got: "Ev hewldanên AKP'ê û Erdogan tu carî baweriyê nade gelê kurd. Erdogan her tim gelê kurd wekî 'terorist' bi nav dike. Lê em jî dibêjin tenê terorîst dewlet e. Yên ku şehîd dikevin jî şervanên têkoşîna azadiyê didin in. Ew ne terorîst in. Ew şervanê gelê xwe ne. Divê ji bo azadiya Kurdistanê em tev bibin yek. Divê em hemû li nirxên xwe xwedî derkevin. "

Bavê HPG'î Koçak îbrahim Koçak, jî anî ziman ku Kenan ne tenê kurê min e, şehîdê Kurdistanê ye û wiha got: "Em dixwazin ev şehîdê me yê dawî be û êdî ciwan bes bên kuştin." Dê sibê ji bo HPG'î Koçak saet di 12.00’an de mewlûd bê dayîn.

(mae)


Bêjeyên Miftehî