1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dewlet êdî nizane dê çi bike!
Dewlet êdî nizane dê çi bike!,dewlet,êdî,nizane,dê,çi,bike

Dewlet êdî nizane dê çi bike!

A+ A-

2 Pûşper

WAN (DÎHA) - Li navçeya Miksê ya Wanê ji ber ku walî jî dê tevlî bernameyên bîranîna Feqiyê Teyran ên Miksê bibe polîsan tabeleya di ketina navçeyê de ya bi kurdî boyax kirin. Piştî Hevşaredarê Miksê Mehmet Garîp Aykut bertek nîşan dan tabela anîn asta berê û polîsan got; "Şaş hatibû nivîsandin ji ber wê me jêbir"

Li navçeya Miskê ya Wanê her sal ji aliyê Walîtiya Wanê ve bernameyên bîranîna Ferqiyê Teyran tên lidarxistin û berî bernameyê bûyerkî pêkenokek hat jiyîn. Bernameya bîranînê ya ji aliyê Muftuyê Bajar ê Wanê ve tê organîzekirin dê Waliyê Wanê Aydin Nezîh Dogan jî tevlî bibe. Ji ber vê yekê Midûriyeta Polîsan a Navçeyê tabeleya di ketina navçeyê de ya li ser "Hûn bi xêr hatin navçeya me Mîkse" nivîsiye boyax kirin û nivîs veşartin.

Hevşaredarê Miksê Mehmet Garîp Aykut piştî agahiya tabela hate boyaxkirin girt li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê geriya û ji wan re got, polîs li navçeyê dixwazin provokasyonê pêk bînin û gel sor bikin.

Li ser bertekan polîsên Midûriyeta Polîsan ên Navçeyê careke din boyaxê li tabelayê dayîn bi tînerê paqijkirin. Şaredar Aykut dema polîsan tabela paqij kir li cihê bûyerê ew şopandin û diyar kir ku ev vê yêk weke êrîşa li dijî gelê navçeyê pêk hat dibînin. Polîsan jî got, "Şaş hatiye nivîsîn ji ber wê me jêbir"

Polîsên gotin, "ew şaş hatin fêmkirin" bi tînerê boyaxê li tabelayê xistin jê birin û tabela anîn asta berê.

(bd)