1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dewletê bi qetikirinê bersiv da
Dewletê bi qetikirinê bersiv da,dewletê,bi,qetikirinê,bersiv,da

Dewletê bi qetikirinê bersiv da

A+ A-

ŞIRNEX -ANF 07.01.2015 11:36:43 Li Şirnexê zarokê 14 salî yê bi navê Umît Kûrt ji aliyê polîsan ve hat qetikirin û balkêş bû ku ev qetilkirin piştî hevdîtina KCD, HDP û DBP’ê ya bi Walîtiya Şirnexê û Midûriyeta Cizîrê re pêk hat rû da. Wesayîtên ku Kurd qetil kirin, ji aliyê xendekên ku bi lihevkirinê hatibûn girtin re ketin taxê.

Qetilkirina zarokê 14 salî yê bi navê Umît Kûrt dijminahiya dewletê ya li dijî gelê Kurd carek din nîşan da. Li Cizîrê di hefteyekê de 4 zarok hatin kuştin û li gel hewldanên siyasetmedarê Kurd û gel dewletê dîsa bi komkujiyê bersiv da.

Gel ji bo operasyonên qirkirinê bi dawî bibin li ketina Taxa Cûdî xendek kolan. Ji bo rakirina van xendekan Midûrê Midûriyeta Polîsan a Cizîrê Ercan Demîr û hevşaredaran hevdîtinek kirin. Di hevdîtinê de soz hat dayîn ku wê polîs nekevin taxê û operasyon pêk neyên. Piştî vê xendek hatin girtin.

WESAYÎT JI SER XENDEKAN KETIN TAXÊ

Lê Dewletê dîsa soza xwe negirt. Ji cihên ku xendek hatibûn girtin bi wesayîtên zirxî ketin taxê û gule li taxê barandin, zarokê 14 salî Umît Kûrt qetil kirin.

Bi rayedarên dewletê re jî hefteya buhrî hevdîtinên bi vî rengî hatibûn kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji ANF’ê re axivî û got: “Di rojên dawî de bi hevkariya Hîzbulkontrayê li Cizîrê zemînek cidî ya provokasyonê tê avakirin. Hikûmetê jêre zemîn ava kir. Em niha hewl didin ku vê rewşê aram bikin. Di vê çarçoveyê de bi Hevseroka KCD’ê Selma Irmak re me bi Walî re hevdîtinek kir. Me got ku gel ji bo xwe biparêze xendek kolan e. Ger dawî li van operasyonan bê dayîn, wê xendek bên girtin.

Sariyildiz diyar kir ku di hevdîtina wê rojê de Walî gotiye ku niyeteke polîs a pêkanîna operasyonê tine û got: “Xendek dihatin girtin. Lê duh wesayîtên zirxî ketin taxê.”

ÊRÎŞÊN DIJ EXLAQÎ

Sariyildiz da zanîn ku wan hewl daye ku pêşî li provokasyona mezin ya li dijî gel bigirin û got: “Lê bi êrîşên dij exlaqî êrîş kirin. Li navçeyê di hefteya dawî de 4 ciwan hatin kuştin. Tê gotin ku ciwanan çek birine. Ev ne rast e. Ger rast be, çima heta îro tiştek bi polîsekî nehatiye? Li vir rayedarên herêmî dibêjin hinek hêzên tarî yên nava dewletê li dijî gel polîtîkayên komkujiyê dimeşînin. Ger wisa be jî hikûmeta AKP’ê ji hemû bûyeran berpirs e. Hêviya AKP’ê ji pevçûna gel-hîzbulkontrayê hebû. Kî mirovan qetil dike li holê ye. AKP dixwaze kaosê biafirîne.”

Ercan Demîr ku wek Midûrê Midûriyeta Polîsan Cizîrê hat tayînkirin, di nava polîsan de kesekî ku balê dikişîne.

Demîr di kuştina Hrant Dînk de bi hinceta berpirsê cînayetê ye îfadeya wî hatibû girtin. Demîr wê demê di Midûriyeta Şaxa Îstîxbarata Trabzonê de amîr bû.

Desteya Kontrolê ya Dewletê ya Serokkomariyê di rapora ku der barê cînayeta Dînk de amade kiribû de ji bo Demîr gotibû: “Di şopandina Yasîn Hayal û komê de îhmal heye.”