´Dewletê bi tecrîdkirina Ocalan 'rewş' guhert´
Parêzerên Ocalan ên girtî: Dewletê bi tecrîdkirina Ocalan 'rewş' guhert
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên girtî Omer Guneş û Cengîz Çîçek, anî ziman ku hikûmetê hewldanên çareseriyê yên Ocalan asteng kir û siyaseta ku bê meşandin terk kir. Parêzeran, da zanîn ku hikûmetê xwest bi tecrîdê muwekilê wan Ocalan ji aktoriya siyasetê daxe û wiha gotin: "Hikûmetê ku hevî û bendewarî ji pêvajoya diyalog-muzakereyê nedît, dest bi guhertina rewş û hal kir. Bi polîtîkayên ewlehiyê gelek siyasetmedar kirin hedefa xwe. Hedefa sereke muwekilê me Brêz Ocalan bû. Dewletê dijminê xwe yê 30 salan (Ocalan) kirin bin dorpêçê.
36 parêzerên Rêberê PKK'ê Lideri Abdullah Ocalan di 22'ê Mijdara 2011'an de di bi operasyonekê hatibûn girtin. Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên girtî Omer Guneş û Cengiz Çiçek sedema girtina xwe û polîtîkayên tên meşandin bi nameyeka ku ji Rojnameya Ozgur Gundemê re şandin vegotin. Nameya parêzeran bi navê "Komploya siyasî û garabeta hiqûqî" di rojnameya Ozgur Gundemê de hate weşandin. Parêzeran piştî hatin girtin nameya ku muwekilê wan Ocalan ji wan re şand nirxand û wiha gotin: "Muwekilê me Ocalan got 'Ger ku tê îdîakirin parêzer di komîteya Rêbertiyê de cih digirin, wê demê divê berî her tiştî îfadya min bigirin. Heta niha dozgerê eleqeder îfadeya min negirtiye. Îdîayên dozger ên berfireh raste rast min dike hedef. Ji ber ku ez jî dkevin sînorê hedefê divê îfadeya min jî bigire. Divê der barê hemû îdîayan de berê lêpirsîna min bike. Hemû hevdîtinên ku bi tevahî di bin kontrol û venêrtiya rayedaên dewletê de pêk tên zagonî ne. Îdîayên veşarî bi tevahî "Komploya siyasî û garabeta hiqûqî" ye. "
Parêzeran destnîşan kirin ku di 22'ê Tîrmeha 2011'an de operasyona li dijî wan pêk hat, garabetek hebû û der barê wan de biryarê komî yên veşartî hatin girtin. Parezeran pirsa "Plan (komplo) heye? pirsîn û mînaka Garabeta Hiquqî dan û wiha gotin: Muwekilê me yê di bin venêrtiya Wezareta Dadê ya T.C'ê de ye û di girtîgeha ku li Tirkiyeyê herî zêde di bin tedbîran de ye û her dem û li her terî gav û saet tê şopandin û temaşekirin çawa çêdibe ku "Lêgerînên rêxistina veşarî" pêk bên?
Mînaka Kompoya Sîyasî ye: Çima hemû hevdîtinên me yên 13 salan li ber çavan nayên girtin, çima tenê hevdîtinên me yên di serdema diyalog, muzakereyan rastî lêpirsînê tên?
Li Girava Îmraliyê prosedura ragihandinê
Parêzeran di nameya xwe de anîn ziman ku mînaka pêkanînên tayet ên li Girava Îmralî taybet e û wiha berdewam kirin: "Ji çûna me ya Giravê heta hatinê hemû tiştên me tên şopandin. Her tişt di bin kontrol û venêrtinê de tên kirin. Li vir her tişt di bin kontorê dene. Ger ku rojek bê û pêkanînên li Îmraliyê bi awayekî objektif bên nivisandin dê derkeve holê ku mînaka herî balkêş a 'hiqûqa dijmin' tê meşandin.
'Çima em bûn hedef'
Parêzeran bal kişandin ser daxuyaniya pêvajoya 13 salan a bi Ocalan re û wiha gotin: "Di encama vê helwestê de hiqûqa xwe binpê kirin. Gireva Îmrahiyê kirin qada siyasetê. Dewletê li vir gelek îmze avêtin bin binpêkirinên mafên mirovan. Dema muwekilê me anîn Tirkiyeyê me li doza wî ya DMME'ê Enqere û Rihayê dinerî. Me di çarçoveya hiqûqa pîşeyî de xwest bi awayekî herî baş muwekilê xwe biparêzin. Li aliyê din tecrîd û îsolasyona herî giran li ser Ocalan hate meşandin. Niha dewleta ku li Îmrahiyê serdest îxdira e. Ger ku ji aliyê me ve her tişt wisa zelal e çima em hatin girtin.
'Armanca dewletê ew e ku Ocalan ji siyasetê dûr bixe'
Parêzeran diyar kirin ku rawestandina mûzakereyên di navbera Ocalan û heyeta dewletê û terikandina siyaseta dikarî bê meşandin bi armanca dûrxistina Ocalan ji siyasetê ye. Parêzeran gotin; "Bi gotineke din dewleta ku baweriya xwe ji pêvajoya diyalog û mûzakereyan birîn, ber bi guhertineke nû ve çû. Navê vê rewşa nû polîtîkayên ewlehiyê ye. Vê konseptê gelek hedefên xwe hebûn. Bêgûman hedefa herî sereke mûwekîlê me Ocalan e. Di çarçoveya konsepta hatiye diyarkirin de çi hewce bike kirin û dijminê xwe yê herî mezin (Ocalan) dorpêç kirin. Bi vê konsepta nû re hewl dan ku Ocalan bixin bin îzolasyonê û rewşa siyasî ji nû ve dîzayn bikin. Gotinên wekî; "bi berdewamên wan re mûzakere, bila pêşî dev ji çekan berdan, Barzanî, Leyla Zana, dîsa gotinên wekî xweş û geş ên li holê tên gotin armanc dikin ku dîzayna nû bixin meriyetê. Em parêzer jî wekî dîlên siyasî û qurban hatin hilbijartin. Mexdurên siyaseta qirêj ya ji sala 2009'an heta niha tê meşandin em parêzer in. Bi vî awayî peyama ku dan her derî jî teyît kirin."
'Dahênana daraza heke cih bigire: 'KCK'tî'
Parêzeran bal kişand li ser têkiliyên dewlet û îxtîdara siyasî û wiha axivî: "Dewletê di bin navê KCK'ê de bi girtina parêzerên Ocalan xwest hem parêzerên Ocalan ên heta niha parêzeriya wî kirine, hem parêzerên ji vir û pê de dê Ocalan biparêzin û hem jî hemû parêzerên welatparêz-demokrat ên dozên polîtîk dişopînin bitirsînin. Berovajî îdîayên tên kirin wan tu komîte ava nekirine û wezatera herî baş vê yekê dizane jî wezareta edaletê ye. Heta dozger bixwe ye. Hevaleke me di îfadeya xwe ya dozgeriyê de ji dozgeriyê re got; 'tevî ku hûn dizanin me komîteyeke bi vî rengî neavakiriye jî hûn çima vê pirsê ji me dikin?' bersiva ku dibêjin em jî dizanin lê me got heke cih bigire. Bêgûman tekane mexdûrê van ne em tenê ne. Ji îdîanameyan aşkera dibe ku bi biryareke navendî operasyonên KCK'ê hatiye pêkanîn. Ev yek ji hûrkolana îdîanameyê diyar dibe."
Parêzeran anîn ziman ku peymana KCK'ê jî wekî TMK'ê li hemberî kurdan dane bikar anîn û wiha pê de çûn: "Kîjan welatiyê kurd peyvek li gorî peymanê bikar anîbe, yan jî nêrînên xwe anîbe ziman ew welatî wekî KCK'î tê qebûlkirin. Di îdîanameya parêzeran de jî heman tişt hene. Li gorî îdîanameyê peymana KCK'ê di 17'yê Gulana 2005'an de hatiye qebûlkriin, lê em parêzer ji sala 1999'an de ango 13 sal in parêzeriya Ocalan dikin. Dibê bê pirsîn. Wê demê hûnê dema di navbera 1999 û 2005'an de me wekî çi bidin pênasîn, hûnê me deynin li kû derê? Peymaneke din a em dizanin nîn e. Lewma hûn ji kû derê binêrin bila binêrin di encama vî karî de lêvbaziya siyasî derdikeve pêşiya me.
(ka/mae)