1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dewletê kampên Hîtler anî Sîlopiyê'
'Dewletê kampên Hîtler anî Sîlopiyê',dewletê,kampên,hîtler,anî,sîlopiyê

'Dewletê kampên Hîtler anî Sîlopiyê'

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) – Li navçeya Sîlopiyê ku hêzên dewletê 37 rojan teror meşandin û bi zorê welatî ji malên xwe derxistin, birin Salona Sporê ya Yenîşehîrê ku wekî kampa temerkûzê bû, welatiyên li vê derê hatin rawestandin diyar kirin ku bi zorê ji malên xwe hatine derxistin, destên wan rakirine jor bi aweyekî rêzkirî hatine meşandin û rastî îşkenceyê hatine. Welatiyên Sîlopiyê anîn ziman ku dema êrîşan de dewletê pêkanînên Almanyaya Hîtlerê anî Sîlopiyê.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê ku piştî îlankirina xwerêveberiyê û gel îradeya xwe nîşan da dewletê bi hezaran leşker, polîs, tîmên taybet û bi sedan wesayîtên zirxî, tank û topan ve 37 rojan êrîşî gel kir. Ji ber ku nekarî îradeya gel bişikênine vê carê pêkanînên tehcîrê xistibû dewreyê. Taxên Nûh, Başak, Barbaros, Karşiyaka û Şehît Harun ên ku hêzên dewletê bi tankan ve hewl da bikeve û malên welatiyan bi tant û topan xira kirin, welatî jî bi zora çekan ve ji malên xwe derxistin û birin Salona Sporê ya Yenîşehîrê, li vir bi zorê xwest wan bide koçberkirin. Li salona sporê wekî pêkanînên kampa temerkûzê welatî yek bi yek ji kontrolên GBT'ê hatin destpêkirin û piraniya wan jî hatin binçavkirin. Welatiyên ku nehatin binçavkirin jî bi zorê koçberî li ser wan hate ferzkirin. Welatiyên ku dema pêkanînên kampa temerkûzê de tiştên ku jiyan kirine ji ajansa me re ragihandin. Welatiyan diyar kirin ku dewletê xwestiye bi zorê wan bide koçberkirin û di dea êrîşan de pêkanînên Almanyaya Nazî aniye Sîlopiyê.

'Bi ser mala me de girtin, em hatin ragirtin'

Welatiya bi navê Esmer Gulçe (45) anî ziman ku taxa Başakê ku 37 rojan di bin êrîşê de bû jiyan dikir mala wê ji ber topebaranê hate xirakirin mecbûr mane ji mala xwe derkevin. Gulçe bilêv kir ku piştre derbasî taxa Barbarosê bûne û hêzên dewletê li vir jî bi ser mala wan de girtine û bi zorê ew ragirtine. Gulçe anî ziman ku bi welatiyên taxê re ew birine salona sporê ya li taxa Yenîşehîrê ku hêzên dewletê veguherandibû kampa temerkûzê. Gulçe ev tişt anî ziman: "Ewil yek bi yek nav û nasnameyên me girtin. Helw didan ku em navçeyê biterikînin. Dixwestin me neçar bêhêlin û me bidin koçberkirin. Dibêjin xendek lê li cem mala me xendek tunebû. Ligel vê yekê jî êrîşê me kirin. Em bi zorê ji malên me derxistin. Malên me bi zanebûn didan ber topan. Dixwestin bidin koçberkirin." Gulçe anî ziman ku piştî ku ji kampa temerkûzê derketine dîsa Sîlopî neterikandina û derbasî taxeke din bûne. "Gulçe wiha got: "Ligel hemû tiştan jî em ê axa xwe neterikînin. Pêwîst be em ê li kolanê kon vedin lê vê derê naterikînin."

'Pêkanînên Almanyaya Hîtler'

Welatiyê bi navê Talat Yeşîl jî destnîşan kir ku ji mala xwe ya taxa Nûhê bi zore hatine derxistin û hêzên dewletê mala wan dane ber tank û topan. Yeşîl derbirî ku kesên ku taxên xwe diparastin rastî êrîşên giran hatin û polîs û leşker li hemû malên ku diketin xira dikirin û dişewitandin. Yeşîl anî ziman ku hêzên dewletê li malên ku diketin mirov bi zora çekan derdixistin derve û hemû nasanmeyên welatiyan hatin desteserkirin. Yeşîl pekanînên li salona sporê jî wiha anî ziman: "Ev pêkanîn berê jî me ji Almanyaya Hîtler dîtibûn. Mİrov dixistin rêzê, destên wan radikirin hewa û bi vî rengî ji taxan dardixistin. Hİn zilam jî cilên wan derdixistin û ev yek bi kamareyê ve jî kişandin. Yên ku dixwestin bi saetan pirsiyar dikirin. Piştre digotin em ê xwarinê bidin we. Bİ vî rengî dê dîmen bikişandana û serwîs bikirana. Çavên gel dixwestin bitirsînin û bi vî rengî bidin koçberkirin. Dema li otobusan siwar dikirin jî îşkence bi hin ciwanan kirin."

(sa)