'Dewletê kurê min şewitand'
'Dewletê xeyalên min û kurê min şewitand'
RUKEN ŞEHİR Dayika Sînan Ozalpê ku di nava 13 kesên de li Girtîgeha Rihayê di çalakiyê de hate qetilkirin Zeliha Ozalp diyar kir ku dewletê xeyalên wê û kurê wê şewitandin û tune kirin. Bav Ahmet Ozalp jî anî ziman ku dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bide.
Di 16'ê hezîranê de li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê di îsyana girtiyan de şewat derket û 13 girtî hatin qetilkirin. Ji 13 girtiyan yek jê Sînan Ozalp ê 22 salî bû. Hate zanîn ku 2.5 meh şûnde dê Ozalp serbest bihata berdan. Dayika Sînan Ozalp ê ji gundê Qındirelî yê navçeya Hewagê ye Zeliha Ozalp, anî ziman ku wan ji ber pirsgirêkên aborî koçî Rihayê kir. Ozalap, ani ziman ku karê zeviyan dikir û bi karê çandiniye debara xwe dikir. Ozalp da zanîn ku 5 meh berê koçî Meletiyê kirin. Ozalp, da zanîn ku 6 zarokên wê hene û Sînan kurê wê yê herî biçûk e û wiha got: "Dema ez li zeviyê dixebitim zarokên min birçî diman. Zarokên Serokwezir û Serokomar bi çîkolata mezin dibin, lê zarokên me di nava axê û bi nanê hişk mezin dibin. Min bi kedek mezin zarokên xwe mezin kir. Ne ji bo ku dewlet zarokê min bişewitîne. Dewletê xeyalê min û kurê min şewitand. "
Bavê Sînan Ahmet Ozalp jî da zanîn ku 6 sal ceza li kurê wî hate birîn û ew anîn Rihayê. Bav Ozalp, destnîşan kir ku ji ber sersariya reveberiya kurê wî hate şewitandin. Bav da zanîn ku deriyên girtîgehan ji aliyê gardiyana ve vedibin û girtî nikarin deriyê qoxuyan vekin û ji ber vê yekê girtiyan di qoxuyê de jiyana xwe ji dest dane.
Bav Ahmet Ozalp, da zanîn ku berpirsiyarê kuştina 13 kesan rayedarên dewletê û girtîgehê ye û dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME) bidin.
Xwişk Fatma Ozalp jî anî ziman ku ji bo ziyarta 10 deqîqeyan di gelek nokteyên lêgerînê re derbas dibûn û rastî textên gelek mezin dihatin. Xwşik da zanîn ku berpirsiyarê kuştina birayê wê rayedar in.
(mae)