Dewletê mirovê ker û lal ceza kir
Li Girtîgeha Mûşê girtiyê doza PKK'ê Rustem Yilmaz ê lal û ker rewşa wî ji bo bêhiqûqiya Tirkiyeyê minaka herî berbiçav e. Hevalê Yilmaz ê girtîgehê Cabbar Şahin, diyar kir ku Yilmaz bê sûc e li dadgehê ji ber ku alfebe nizanîbû hate girtin. Şahîn, da zanîn ku 4'emin Dadgeha Cezayê Giran a Wanê wekî mirovekî tenduristiya wî asayî cezayê 12 sal û 6 mehan birî. Şahîn, da zanîn ku dewlet mirovê astengdar jî nasnake û ceza dibire.
Dadgehên li Tirkiyeyê cezayên pir balkêş li welatiyan dibirin. Dadgerên ku welatiyan dadirizînin, bêyî astengî û tenduristiya welatiyan li ber çavan bigirin cezayên giran dibirin. Yek ji van mînakan girtiyê ji doza PKK'ê tê darizandin Girtiyê Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê Rustem Yilmaz e. Girtiyê Girtîgeha Mûşê Cabbar Şahîn der barê rewşa Rustem Yilmaz de li ser bêhiqûqiya daraza Tirkiyeyê name ji ajansa me DÎHA'yê re şand. Cabbar Şahîn, anî ziman ku ew û Rustem Yilmaz li gel hev dimînin û wiha got: "Ez û Yilmaz di sala “2010'an de li Navenda Çandê û Ciwanan a Delîla hatin binçavkirin û girtin. Ez demek berê Yilmaz ji gund nas dikim. Yilmaz 24 salî ye û kurê malbatê yê herî mezin e. Li gel ker û lal e. Gelek nexweşiyên wî yên din hene. Malbata wî di nava xizaniyê de dijîn. Xwendin û nivîsandina Yilmaz tune. Dadgehê ji ber xwendin û nivîsandina wî tune bû ceza lê birî. Ji ber rewşa aborî ya Yilmaz tune bû nikarîbu parêzer bigire. 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bi îdiaya ‘Çek dane rêxistinê" 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî."
Dadgeha bilind dosya erê kir
Şahîn anî ziman ku di 6'ê Îlonê de dadgeha bilind cezayê wî erê kir û wiha got: "Yilmaz 26 mehin girtî ye. Ji ber ker û lal e pir xera bû. Welatiyekî astengdar ji aliyê dewletê ve dîsa tê cezakirin.
(mae)