Dewletê pê nikarî, tefeciyan ew têk bir
Kalê 98 salî Mele Namet Karaozan piştî ku gundê wî yê bi navê Meşkîna yê navçeya Dêrîka Merdînê di sala 1992'yê de hate valakirin, li navçeya Qoserê bi cih bû. Karaozan niha ji ber xeletiya zarokên xwe mala xwe ya li Qoserê û axa xwe ya li gundê xwe bi dest selemkar (telecî) re berda. Karaozan niha di konê naylon ên bi îmkanên xwe vedaye, nobedariyê li ax û xaniyê xwe dike.
Mele Namet Karaozanê ku li gundê Meşkîna yê Dêrika Mêrdînî rûdinişt, ji aliyê dewletê ve di sala 1992'ê de bi darê zorê ji gund hate derxistin û ew li Qoserê bi cih bû. Baxçeyên wî hatin şewitandin, lê ew di konê ku vedayî de ma û dîsa warê bav û kalên xwe terk nekir. Karaozanê ku li hemberî hemû zehmetî û zoriyên jiyanê li ber xwe daye, niha bedela xeletiyên zarokên xwe dijî. Selemkarên ku zarokên xistine bin deynê faîzê xanî û erdê wî bi darê zorê ji wî distînin.
Piştî ku gundê Mele Namet Karaozan hate valakirin, ew ji axa xwe û baxçeyên xwe yên avî dûr ket. Karaozan zivistanê li Qoserê û havînê jî li gundê xwe di bin xîbetê de dîjî û li ser erdê xwe yê ku bi sedan darên kizwan, fistiq, gûz û hinar li ser hene dîmine û heta baranên zivistanê dibarin bi tena serê xwe dimîne.
Nikarî tezmîneta dewletê dayê wergire
Karaozan piştî gundê wan hate şewitandin, li Amedê bi riya parêzerên xwe doza tezmînatê li dewletê vekir. Mele Namet bi biryar bû ku dewlet çi biryarê bide bila bide jî ew doza gundê xwe bibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Di dozê de dewletê biryar da ku 17 hezar TL bide Mele Namet. Lê parêzerên wî ev agahî neda wî û lewre jî mafê xwe yê ku dozê bibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî winda kir.
Mele Nametê ku di medreseyê de xwendiye û 45 salan li gund meletî kiriye, bi piştî gundê wî hate valakirin, bi alîkariya gundiyan û xizmên xwe li Qoserê malek stand û tê de bi cih bû. Lê xerîbiya axa xwe û gundê xwe dikir û lewre jî biryar dide ku li gundê xwe bi cih bibe. Piştî ku zarokên wî bi wî re neçûn gund, ew bi tena serê xwe çû gund û xîbeteke naylon ava kir û di bin de jiyana xwe domand. Mele Namet li ser vê yekê wiha got: "Li bajar tu tiştekî ku di xeyalên min de tune ye, berevajî vê yekê her tişt wekî çîrokeke têkçûnê ye."
Bi îmzeyekê mala wî ji wî girtin
Mele Namet îro jî bi hatina zivistanê re vegeriya gund. Lê wisa dizane ku ew ê êdî nikare vegere gundê xwe. Kurên wî yên ku ketin destê selemkaran top avêt û bêyî agahiya wî erd û axa wî firotin. Lê bi vê yekê re jî nema û rojekê simsarên ku çav berdaye xaniyê wan jî li deriyê mala wî xist û bi gefan zêdetir pere xwest. Piştî zarokên wî jî bi awayekî tevli çeteya simsaran bû, Mele Nametê 98 salî bi awayekî fermî hate xapandin. Wî du malên xwe yên li Qoserê winda kirin. Ji ber ku dema ew bi idîaya 'senedekê îmze bike' birin, bi wî belgeyeke ku tapûya mala wî ji dest hatiye girtin pê dabûn îmzekirin.
Demeke ku wî li gundê xwe di nav qêrînên dîrokî de Pirtûka Apê Mûsa ya bi navê Birîna Reş dixwend, xaniyê xwe yê li bajar jî winda kiribû. Niha simsar û selemkar her roj li deriyê wî didin û ji wî dixwazin ku ji xaniyê xwe derkeve. Gefên wekî; 'em ê xanî bi serê te de hilweşînin' û 'em ê zarokên te bikujin' li wî tên kirin. .
Ez mala xwe naterikînim
Mele Namet Karaozan nerazîbûna xwe li hemberî rewşê anî ziman û wiha got: "Beyî ku ez 5 kuruşan ji kesekî bigirim, zarokên min ketine tora selemkaran û bêyî xebera min gund û xaniyên min firotine. Zarokên min jî durist û rast nêzî min nebûn û bi simsarên bêwijdan re em anîn vê rewşê." Karaozan da zanîn ku wî bikujin jî ew ê mala xwe û gundê xwe neterikîne.
Trajediya Mele Namet piştî gundê wî hatiye hilweşandin jiyayî bû mijara belgefîlma Derhêner Nazire Turan. Piştî ku merheleyên kişandina fîlm bi dawî bûn û beşa li gund ma, derket holê ku ew ê ji ber zilma simsar û selemkaran nikare biçe gund. Ji ber vê yekê niha xetere heye ku belgefîlm di nivî de bimîne. Ji ber ku li wî gundî kalekî ku bi ax û gundê xwe ve girêdayî êdî nikare di xîbeta naylon de jî bimîne.
DÎHA (tt)