1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Dewletê tecawizkarekî bi xelat kir´
'Dewletê tecawizkarekî bi xelat kir´,dewletê,tecawizkarekî,bi,xelat,kir

'Dewletê tecawizkarekî bi xelat kir´

'Tecawizkar û qatîlek bi destê dewletê hate xelatkirin'

A+ A-

GULER CAN / HULYA EMEÇ Sedat Selîm Ay ku wekî Cîgirê Berpirsiyarê Midûrê Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hate peyvirdarkirin, derket holê ku tecawizkar, îşkencevan û kujer e. Welatiyê bi navê Bîrsen Kaya, anî ziman ku ew ji aliyê Sedat Selîm Ay û ekîkê wî ve rastî îşkenceyê hatiye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê tecawizkar û işkencevanan xelat dike û ev yek di bicihkirina Ay a li Midûriyeta TEM'ê derket holê. Prz. Gulizar Tuncer jî anî ziman ku bi peyvirdarkirina Cîgirê Midûrê Polîsan a Ay dê rê li pêşiya tundî û binpêkirina mafan veke û zêdetir bike.

Sedat Selîm Ay ku wekî Cîgirê Berpirsiyarê Midûrê Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hate peyvirdarkirin, li gelek dadgehên Tirkiyeyê û li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji ber îşkenceyê hatibû mahkumkirin. Ay, piştî wekî Cîgirê Berpirsiyarê Midûrê Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hate peyvirdarkirin, rastî bertekên hişk hat. Welatiya bi navê Bîrsen Kaya di sala 1997'an de ji aliyê ekîbê polîsan ku di navde Ay jî hebû rastî îşkencyê hat. Kaya, serpêhatiyê xwe û bertekên xwe yên li hemberî Ay anîn ziman.

Kaya anî ziman ku di sala 1997'an de polîsan bi çekan bi ser mala wan de girt û ew birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê. Kaya, da zanîn ku îşkenceyê ji malê de dest pê kir û heta midûriyeta polîsan berdewam kir û wiha got: "Dewletê wê demê bi kansepta şer nêzîk dibû. Îşkenceyek pir dijwar û derûnî hebû. Ez 15 rojan di hucreyê de hatim girtin. Çavê min her tim girtî bûn. Em 18 kes bûn. Em hemû li salonek mezin kom kirin û bi me îşkence kir. Hêmû cûreyên îşkenceyê li me kirin. Em avêtin askiya fîlîstînî û em rastî tacîzê hatin. Min nêvî felç derbaskir. Ez Sedat Selim Ay nas dkim û dizanim. Ez tîpa wî û çavê wî nas dikim. Ay serokê tima polîsan bû. Li me îşkence kirin. Ew hem tecawizkar û hem jî qatil in.

'Tacîzkar û qatil bi destê dewletê tên xelatkirin'

Kaya, da zanîn ku Sedat Selim Ay hem tacîzkar û tecawizkar e û hem jî qatil e. Kaya, bilev kir ku peyvirdarkirina Ay ji bo wî xelatek e

'Bi Asiyeyê ve perdeya tecawiza dewletê rabû'

Kaya da zanîn ku yek bûyerên herî girîng a li wê demê hate jiyandin di bin çavan de rasthatina tecawuzê ya Asiye Zeybek Guzel e û diyar kir ku her tim wê ji wan dur digirtin û vedişartin. Kaya bilêv kir ku ji bo Guzel bikin îtîrafkar van îşkenceyan li wê kirine û wiha got: " Asiye bi wê dêrûniyê çû aliyê îtîrafkaran. Piştre hate Girtîgeha Gebzeyê. Li wir bi kesên ku tecawuzê wê kirine kete nava hesap pirsînê. Dema ferq kir ku ev êrîş ne tenê li hemberî wê ye, rastî biryarbûna têkoşîna hemû jinan hatiye kirin û dît ku ji bilî wê jî gelek jin vê yekê dijîn, ev îşkenceye dewletê ya li hemberî jinan û muxalefeta civakî ye, biryar da ku pirtûkek binivîsîne. Pêvajoya Asiye Zeybek Guzel di nava xwe de mîlad e. Bi Asiyeyê li hemberî desthilatdaran pêvajoyek hate destpêkirin. Asiye bi gavên xwe perdeya tacîz, tecawuza dewletê rakir. Aliyê tecawuzkar a dewletê derket holê."

'Tenê derbarê 5 kesan doz hate vekirin'

Gulîzar Tuncer a ku wê demê parêzeriya Mûkkades Çelîk, Bayram Namaz, Sedat Şenoglû, Necatî Abay û Sûltan Arikan ên ku di lijneya weşanê ya Rojnameya Atilimê de cih digirtin, dikir pêvajoya dadgeha doza ku li hemberî Sedat Selîm Ay û tîma wî hatibû vekirin, vegot. Tûncer anî ziman ku piştî ku ji Tipa Edlî raporên îşkenceyê girtin, derbarî kesên îşkence kiriye, fermana wê daye doz vekirine û diyar kir ku tenê derbarî 5 kesan de ji sûcê îşkenceyê doz hatiye vekirin. Tûncer, wiha got:" Di dozê de me hemû belge û raporên têkildarê îşkenceyê pêşkêşî dadgehê kir û ev ketin nava dosyayê jî. Lê dadgeh hewl da ku dozê ji demboriyê têk bibe. Dadgeh li hemberî wan gelek rêzgirtî bû, lê li hemberî me jî her tim gefan dixwar. Li hemberî me dengên xwe bilind dikirin. Her tim me nîqaş dikir. Li derva muwekîl û xizmên wan ji aliyê polîsan ve her tim dihatin tehdît kirin û dihatin binçavkirin."

'Suleyman Yeter berî bê teşhîsê kuştin'

Tuncer, diyar kir ku sendîkavan Suleyman Yeter dema ji bo bê rûniştinê û polîsan teşhîs bike ji aliyê heman polîsa ve hate kuştin. Tuncer, anî ziman ku ev doz jî weke hemû dozên din ên îşkenceyêm dembora wê borî. Tuncer, da zanîn ku nameyên kesên tu eleqeya wan bi vê dosyayê neyî nameyên wan danîn dosyayê. Tuncer, bilêv kir ku di wan nameyan de tê gotin muwîkîlên wan îşkence nedîtin. Tuncer, destnîşan kir ku dema parêzerên polîsan ji bo temyîzê daxwazname dan bi daxwaznameyan re raporek din jî pêşkêş kirin û wezaretê bi taybet mufetîş peywirdar kirin. Tuncer, anî ziman ku der heqê parêzerên ketin dozê bi mehan lêkolîn hatin kirin û wiha got: "Di encama lêkolînê de rapora bi sedan rûpelan pêk tê hate amadekirin. Îdîaya em li ser navê rêxistinê dixebitin heye."

Tuncer, da zanîn ku mufetîşan xwest ku der heqê wan û doktorên rapor dayîn de jî lêpirsîn bê vekirin û hemû dadgeh alîgirên mexdur na alîgirên îşkencekaran derketin û biryar wisa dan. Tuncer, bilêv kir ku bi biryara berat û demboriyê peyama "Van sûcan bidomînin" dan û wiha pê de çû: "Biryara dadê da ew kes tên xelatkirin. Di şerêtên asayî de kesên der heqê wan de lêpirsîn tê vekirin ji kar tên girtin. Lê vê yekê nakin. Polîsên îşkenceyê dikin pişt re dibin komîser, serkomîser, midurên polîsan û şaredar. Em di bûyera Sedat Selîm Ay de matmahî nîn in."

(bd/ab/mae)