1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dewletê zeviya Seyît Riza desteser kir
Dewletê zeviya Seyît Riza desteser kir,dewletê,zeviya,seyît,riza,desteser,kir

Dewletê zeviya Seyît Riza desteser kir

Dewletê hin zevî û warên Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyit Riza yên li gundê Axdatê desteser kir û dewrî xezîneyê kir

A+ A-

PINAR URAL Dewletê hin zevî û warên Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyit Riza yên li gundê Axdatê desteser kir û dewrî xezîneyê kir. Der barê gelek zeviyên ku qonaxa Seyît Riza ya di sala 1938'an de hate şewitandin jî di navde ye doz vekirin. Neviya Seyit Riza Zeliha Polat, diyar kir ku ew serî li dadgehê bidin û bixwazin ku zeviyên aydî kalikê wê Seyit Riza dîsa bidin wan.

Dewletê zeviyên Pêşengê Serhildana Dêrsimê Seyît Riza ya li gundê Axdata navçeya Pilûrê desteser kir û dewrî xezîneyê kir. Di sala 1938'an de Seyit Riza piştî hate darvekirin gundê wan hate valakirin û welatiyên wan tev hatin sirgûnkirin. Her çend gelek caran neviyên Seyit Riza dem dem ji bo zeviyên xwe biparêzin vegeriyan gund jî ji ber ku dewletê gund vala kiribû nekarîbûn li gund bimînin. Gundê Axdatê herî dawî di sala 1994'an de bi tevahî hate valakirin. Gundê Axdatê herî dawî bi gundê Torunoba ve hate girêdan. Zeviyên ku mafê zîliyetê aydî welatiyên gund bû.

Di sala 1998'an de kadastro çû gund û taboyên welatiyan li gorî xwe xêz kir. Di sala 1999'an de îlan bi asqiyan darvekir û di van îlanan de hate dîtin ku gundê Axdatê tev dewrî xezîneya dewletê kirine. Zeviyên ku neviyên Seyit Riza di sala 1977'an de bi biryara dadgehê wergirtibûn, îdîa kirin ku şexsê duyemîn xwedî mafin û sexsê 3'emîn ne xwediyê mafin. Bi vê yekê re zeviya aydî Seyît Riza û koşka Seyit Riza ya di sala 1938'an hate hilweşandin jî hate desteserkirin û der barê van zeviyan de doz vekirin. Neviya Seyît Riza Zeliha Polat, diyar kir ku bavê wê di sala 1977'an de serî li dadgehê da û hin zeviyên xwe bi paşve girtin û tapû kirin. Piştî di sala 1998'an de kadastro ket gund, topuyên gund ji nûve xêz kir û parvekirin û gelek zeviyên gundê Axdatê dewrî malê xezineya dewletê kirin.

'Qodaxa kalikê min jî ket nava dozê'

Polat, diyar kir ku ew xwediyê zeviyên li herêma Kortan, Sabe, Gogan, Kanli Mezar û Çadirê xwedî maf û heq in. Polat, da zanîn ku 4 salin ji bo mafê xwe bi dest bixe têdikoşe û wiha got: "Doza ku li Dadgeha Kadastro ya Pilûrê hatye vekirin didome. Ji ber ku der barê zeviyan de keşîf derneketiye ev rewş didome. Ji bo ez li zeviyên bapîr û dabîrên xwe xwedî derkevin min tenê li gund xaniyê saroceftê lêkiriye û têkoşîna doza zeviyan didim. Kadastro derket dervê armanca xwe. Kadastro bêyî ku li zeviyên bi tapo û bê tapo binere ket nava gund û ji nûve sinor kir. Neheqî hate kirin. Hemû zeviyên ku heqê me liser hebû ji destê me girtin û dewrî xezîneya dewletê kirin. Niha der barê gelek zeviyên me de doz hatiye vekirin. Tê îdîakirin ku zeviya qonaxa di sala 1938'an de hate şewitandin aydî Alî Şengul ê niha li Firansa dijî ye."

'Ez dê ji xezîneyê zeviya bapîrê xwe Seyit Riza bixwazim'

Polat, da zanin ku bêheq do li wan hatiye vekirin û ew dê doza zeviya bkapîrê xwe bike û zeviya bapîrê xwe ji xezîneyê bigire. Polat, da zanîn ku daxwaza wê ya herî mezin warê bapirê xwe Seyit Riza dîsa şên û geş bike. Ev ax 3 caran hate valakirin û em de axa bapîrê xwe bêxwedî nehêlin."

(mae)