1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di 10 rojan de 60 gund ji çeteyan hatin paqijkirin
Di 10 rojan de 60 gund ji çeteyan hatin paqijkirin,di,10,rojan,de,60,gund,ji,çeteyan,hatin,paqijkirin

Di 10 rojan de 60 gund ji çeteyan hatin paqijkirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên YPG’ê û YPJ’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina kantona Kobanê de piştî ku bajarê Kobanê di 26’ê çileya 2015’an de ji çeteyan hate paqijkirin, heta niha bêtirî 60 gundan ji çeteyan hatin paqijkirin.

Di çarçoveya operasyona paqijkirina kantona Kobanê de ku di 18’ê kanûna 2014’an de ji aliyê hêzên YPG’ê ve hate destpêkirin û di 26’ê çileya 2015’an de bajarê Kobanê bi temamî hate ji çeteyan hate paqijkirin. Ji 26’ê çile heta 6 sibatê şervanên YPG’ê û YPJ’ê li hersê aliyên herêmê 60 gund ji çeteyan hatine paqij kirin.

Li gorî bîlançoya hêzên YPG’ê û YPJ’ê gundên hatine rizgarkirin û ji çeteyan hatine paqijkirin ev in:

Gundên eniya rojhilatê Kantonê yên ku hatine rizgarkirin 20 gund in, ev gund in : “ Helinc, Şêxçopan, Mezret Dawûd, Xerabkort, Cêlik, Şêran, Têrî, Til Hacib, Miktel, Diyaban, Gundê Osê, Kîkan, Merde simple, Elîşar, Qebeçox, Taşlog, Taşloga Badlan, Qeremox û Tilik” in.

Gundên eniya başûrê Kantonê yên ku hatine rizgar kirin 22 gund in, ev gund in: “ Gulmit, Îdiq, Toxt, Remo, Sitî, Mewcik, Bîrereb, Bêşaltî, Qişlê, Rovî, Mixarac, Dîbirk, Tilxezal, Mezra Sofiyan, Mezra Besrawê, Gundê Pino, Xizînê, Tefşo, Bîrreş, Hewlaqî û Încirlîk” in.

Gundên eniya rojavayê Kantonê yên hatine rizgar kirin 18 gundin ev gund in: “ Korpîngar, Nihmanek, Elbodlan, Çolbeg, Zoravê, Ebrûş, Minaz 3 gund in, Meman Şêxan, Til Îzahe, Siftek, Şikeft, Dolîdax, Dolîsofiyan, Dolîkamîrî, Bûbana Mezin û Bûbana biçûk” in.

Operesyona paqijkirina gundan dewam dike, heta ku tevahî gund ji çeteyên DAIŞ’ê têne paqij kirin.

(xê/jh)

ANHA