1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di 3 mehan de 2951 çete li Kobanê hatin kuştin
Di 3 mehan de 2951 çete li Kobanê hatin kuştin,di,3,mehan,de,2951,çete,li,kobanê,hatin,kuştin

Di 3 mehan de 2951 çete li Kobanê hatin kuştin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku 3 meh li pişt xwe hiştin û kete meha xwe ya 4'an di cîhanê de deng veda. Di berxwedana 3 mehan de 4 jê emir bi giştî 2951 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, 14 tang û gelek erebeyên leşkerî hatin ruxanin. Her wiha di berxwedana rumetê ya 3 mehan de yek ji fermandarên YPJ'ê Arîn Mîrkan jî di nav de 263 tekoşeran jiyana xwe jidest dane.

Berxwedna Kobanê ku kete meha xwe ya 4'an de li dijî çeteyên DAIŞ'ê ku di demeke pir kurt de karîbûn gelek ji herêmên Sûriyê û Iraqê bixin bin kontrola xwe de pêk hat. Hêzên YPG'ê di encama berxwedana bê hempa de karîbûn çeteyên ku bi hemû cureyên çekên giran êrîş kirin bişkînin û niha piraniya bajar di ji aliyê berxwedêrên kurd ve kontrolkirin. Hêzên YPG/YPJ'ê ku gelek şervanên wan ji bo Kobanê canê xwe feda kirin niha kolan bi kolan, mal bi mal ji çeteyan baqijdkin û çalakiyên bi bandor li derveyî bajar li dijî çeteyan lidardixin.

Di destpêkê çawa êrîş kirin?

Piştî ku dewleta Tirk di deriyê Til Ebyedê re 4 tirimpêlên bi çekan barkirî ji çeteyan re şand di 18'ê Tîrmeha 2013'an de êrîşan li rojhilatê herêma Kobanê destpê kir. Ev êrîş heta 8'ê Adara 2014'an dewam kirin. Piştî civîna di navbera nûnerên DAIŞ û dewleta Tirk a li bajarê Dîlok ê Tirkiyeyê de DAIŞ hêzên xwe ji derdora bajarên Laziqiyê û Idlibê vekşandin, xwe li başûr û rojavayê Kobanê bicih kirin û ji vir êrîşî herêma Kobanê kirin.

Dagirkirina Mûsilê û êrîşên 3 bereyên Kobanê

Komên çete yên DAIŞ'ê yên di 9'ê hizêranê de êrîşî bajarê Musil ê Başûrê Kurdistanê û hin herêmên Sûriyê kirin. Çeteyan ew herêmê dagir kirin û gelek çek ji artêşên Iraq û Sûriyê bidestxistin. Çeteyan bi çekên ji van herêma girtin di 6'ê tîrmehê êrîşî başûrê Kobanê û di 7'ê tîrmehê êrîşî rojhilat başûrê kobanê û rojhilatî Kobanê kirin.

Hêzên YPG/YPJ'ê bersiveke tund dan çeteyan û di encama şerên li van çeperan de 685 çete hatin kuştin, 6 tang, 17 tirmpêlên bi doçka, 2 motrosklêt û 11 navendên çeteyan bi çeteyên têde hatin ruxandin. Di meha tîrmehê de her wiha 2 tang û 5 tirmpêlên çeteyan hatin derbekirin.

Êrîşên Şengal, Cezaa û Rebîa

Di 3'yê Tebaxê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî qezaya Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kirin. Beriya van êrîşan di navbera hikûmeta Tirkiye û berpirsyarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de pêk hat. Di encamê de hêzên Pêşmerge ji Şengalê vekişiyan û riya êrîşê li ber çeteyan vebû.

Wê demê di derheqê gelê Kurd ê Êzidî de komkujî pêk hatin, bi dehezaran malên xwe berdan û koçberî çiyayê Şengalê bûn. Ji bo parastina Êzidiyên ku berê xwe dan çiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Gel (HPG) berê xwe dan çiyayê Şengalê û gelê Êzidî parastin. Her wiha riyeke bi ewle ya mirovahî di navbera Rojavayê Kurdistanê û Çiyayê Şengalê de vekirin. Di vê riyê re Kurdên Êzidî ku mercên dijwar li çiya jiyan dikrin derbasî Rojava bûn û hatin bicihkirin.

Ev korîdora mirovahî gelek caran rastî êrîşên çeteyan hat. Çeteyan ji bajaroka Rebîa ya Başûrê Kurdistanê û deverên derdora bajaroka Cezaa ya Rojava êrîşî vê korîdorê kirin da ku dest deynin ser, lê rastî bersivdayîna tund a Yekînekyên Parastina Gel hatin. Li ser van êrîşan di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê pevçûnên dijwar hatin jiyîn. Di encamê de çeteyan derbeyên giran xwarin û bajaroka Rebîa bi temamî ji çeteyan hat rizgarkirin.

Tirkiyê piştgiriya êrîşkaran dike

Tirkiyê ji destpêka şoreşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê planên xwe yên li dijî gelê ROjava nedan rawestandin. Piştgiriya Tirkan a bi çeteyan re li Kobanê di 18'ê tîrmeha 2013'an de diayr bû. Di wê demê de çekên giran di deriyê Girê Spî (Til Ebyedê) re derabsî Rojava hate kirin û radestî çeteyan hate kirin. Di êrîşên li dijî Kobanê ku di 15'ê îlonê de hatin destpêkirin, piştgiriya Tirkiyê ya bi çeteyan re li pêş çavê hemû cîhanê eşkere hate kirin.

Di 17'ê îlûnê de Tirkiyê tang û çekên giran di sînorê beranberî gundê Silîb Qeran ya li rojhilatê Kobanê dan çeteyan. Di encama pişgirya TIrkiyê bi çeteyan re di 20' ê îlûnê de çeteyan 49 welatiyên Tirkiyê ku li Mûsilê hatibûn li gel DAIŞ'ê hatibûn ragirtin, serbest hatin berdan. Çeteyan welatiyên Tikriyê di sînorê Til Ebyedê radestî Tirkiyê kirin. Her wiha leşkerên Tirkiyê êrîşî welatiyên Bakurê Kurdistanê ku bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê kirin.

Destî Îsraîlê di êrîşan de heye

Di 22'ê îlonê de Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wekîlê xwe re hevdîtin kir diyar kir ku Ocalan gotiye: "Destê Îsraîl di êrîşên li dijî Kobanê de heye û ew dixwaze ku Îraîleke din li ser vê xakê ava bike. Navê Pirsûs bi zimanê Ibranî tê wateya Sirûc. Sirûc jî kalkê Îbrahîm û Mûsa ye. Navê Heran jî ji navê birayê Mûsa, Harûn hatiye. Ev hemû jî di Tewratê de hatiye gotin. Hertim projeya avakirina Îsraîleke din li ser vê xakê hebû, projeya GAP a başûrê rojhilatê Anadolê xizmeta vê planê dikir. Ew hewl didin ku av û axa gel bi dest bixin."

Parastina sivîlan

Hêzên YPG/YPJ'ê bi armanca parastina welatiyan ji xetrereya komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê gundên ku rastî êrîşên çeteyan tên vala kirin. Di nava hefteyekê de 100 gundên Kobanê ku rastî bombebarana çeteyan hatin hatin valakirin. Şêniyên van gundan ji bo bajar hativ veguhestin. Ev yek dewam kir heta ku çeteyên ku çekên giran bikar tanîn gihiştin bajar. Çeteya dest bi topbarana bajar jî kir, ji ber vê yekê bi dehezaran şêniyên Kobanê ber bi Bakurê Kurdistanê ve koçber bûn.

Di 18'ê îlûnê de meclîsên rêveber ên rêveberiyên xweseriya demokratîk ên Cizîrê û Erînê banga seferberiyê li hemû saziyên herdû herêman kirin. Her wiha hemû hêza xwe ya leşkerî, madî û lojîstî xistin xizmeta Kobanê.

Zincîrên ji mirovan

Di 18'ê îlûnê de bi hezaran şêniyên Bakurê Kurdistanê berê xwe dan sînorê Kobanê ya Prisûsê û li vir bê navber çalakî hate destpêkirin. Li vir konên çalakiyê hate vedan û nobeta Kobanê hate destpêkirin û heta niha hîn didomin. Leşkerên Tirkiyê jî bê navber êrîşî çalakvanan kirin, gund vala kirin û konê çalakiyê bi darê zorê rakirin. Bi vê yekê berxwedana Kobaên derbasî hemû Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû. Her wiha li parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropa jî piştgiriya Kurdistaniyan dest pê kir û her derê veguhezî Kobanê.

Kobanê siyaseta cîhanê guherî

Destpêka êrîşên çeteyan a li dijî Kobanê cîhan bê deng bû, lê berxwedana Kobanê cîhan neçarî guhertina stratîciya dimeşiya kir. Di encamê de sekreterê Giştî yê NY Bakî Moon di 7'ê cotmehê de bang li hêzên navnetewî yên xwedî hêz kir ku mudaxeleyî rewşa Kobanê bikin, her wiha piştgiriya berxwedêrên Kobanê bikin. Pişre nûnerê NY'yê yê taybet bi Sûriyê Stîvan Dîmistora tevlî bernameya BBC'ê bû û got ku hêzên navnetewî nahêlin Kobanê bikeve destê çeteyên DAIŞ'ê.

Di heman çarçoveyê Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropa Catryên Aşton di 11'ê cotmehê de got ku Gelê Kobanê ji cîhanê re diyar kirin ku ew bi israr parastina herêmên xwe û mafê xwe bikin, her wiha dê mafê xwe yên siyasî jî biparêzin. Aşton bang li Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê kir ku alîkariya hêzên navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê bikin. Her wiha Firansa ji Tirkiyê xwest ku riyeke mirovî ji bo Kobanê veke. Piştî vê yekê daxuyaniyên piştgiriya bi Kobanê re zêde bû.

Kobanê kurd kirin yek

Berxwedana Kobanê di dema di navbera 14 û 22 cotmehê de hemû hevsengên herêmî û cîhanî guhertin. Di vê çarçoveyê de şandeyên TEV-DEM'ê û ENKS'ê li bajarê Dihokê yê Rojavayê Kurdistanê lihev civiyan. Di civînê de biryara avakirina lêvegera siyasî ya kurd hate dayîn. Di 11'ê kanûnê de herdû alî civiyan û rê li ber vekirina destnîşankirina nûnerên serbixwe û yên partiyên ne di herdû aliyan de hate dayîn. Dê hilbijartin di 16'ê kanûnê de bên lidarxistin û dê 6 endamên ji derve bêne hilbijartin.

Di civîna Dihokê de her wiha biryar hate dayîn ku di rêveberiya xweseriya demokratîk de cihê xwe bigrin û erka parstina ROjava dikeve ser pêkhateyên Rojava. Di civînê de rola YPG'ê ya parastina herêmê hate silavkirin.Di civînên Dihokê û piştre li Qamişlo biryara yekîtiya hêzên kurdî hate destnîşankirin, her wiha ev peyam dê bibe riya lidarxistina kongeriya Netewî ya Kurdistanê.

Tirkiyê çete di deriyê Mirşidpinar derbas kirin

Di 29'ê mijdarê de Tirkiya ku nema karîbû berxwedana şervanên Kobanê tehmûl kir, çeteyên DAIŞ'ê di deriyê Mirşidpinarê re derbasî bajar kirin. Çeteyan saet di 05.00'an de ji Tirkiyê 2 tirmpêlên bombebarkirî derasî Kobanê kirin û di derî de teqandin. Di heman demê de çeteyên ku li depoyên genim ên Tirkiyê hatibûn bicih kirin êrîşî şervanên YPG'ê yên parastina derî dikirin kirin. Di heman demê de çeteyan ji aliyên din ên Kobanê jî êrîş kirin. Lê vê carê jî berxwedêrên Kobanê gotin em hene û çete vegerandin.

Di 3 mehan de 2951 çete hatin kuştin

Telî ku çeteyan çekên giran û tang di êrîşa xwe ya li ser Kobanê de bikar anîn jî hêzên YPG/YPJ'ê bersiva hemû cureyên êrîşan dan û rê nedan ku çete kobanê bixin bin kontrola xwe de. Hemû aliyan digotin wê Kobanê bikeve, lê berxwedêrên Kobanê gotin na, Kobnnê keleha berxwedanê ye. Hêzên YPG'ê niha jî ketine pozisyona êrîşê û gelek herêmên Kobanê hatin rizgarkirin.

Di encama berxwedna 3 mehan de 4 jê emirên bi navê Cund El-Aah, Esed Elah, Ebû El-Eskerî û Ebû Mihemed El-Mesrî jî di nav de 2 hezar û 951 çete hatin kuştin. Her wiha 14 tang, 10 jê doçka li ser bi giştî 88 tirmpêlên leşkerî, 17 tirmpêleên bi madeyên teqemeniyê barkirî, 3 kamyonên bombebarkirî berî bighêjin armanca xwe, 4 jê bombebarkirî bi giştî 23 motrosklêt, 18 doçka, 3 hawan, 2 tirmpêlên hamer hatin ruxandin.

Gelek çek hatin destserkirin

Di heman demê de hêzên YPG'ê 170 çekên kilaşinkov, 24 BKC, 32 ARBC, 3 çekên M16, 20 dorpîn, çekek sekvaniyê, hawanek, 21 çekên kesan, 3 dimançe, 38 rext, 205 bombeyên destan, tivingek nêçîrê, 11 mayîn, çekek AKC, alaveke bombeya kesan, 7 bêtêl û gelek cebilxane destserkirin.

Di 3 mehan de 263 cangorî çêbûn

Di berxwedana 3 mehan de 5 şervanên ku çalakiyên fedayî pêk anîn bi giştî 248 şervanên YPG'ê û YPJ'ê ji bo parstina Kobanê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer kirin û jiyana xwe jidest dan. Di nava berxwedêrên ku nav û deng di cîhanê de vedan Fermandara tabûrê ya YPJ'ê Arîn Mîrkan ku di 5'ê cotmehê de çalakiya fedayî li meşte Nûrê pêk anî. Di heman pevçûnan de 15 şervanên Odeya Burkan El-Firat û hêzên Asayîşê jî bi qehremanî şer kirin û jiyana xwe jidest dan.

Di warê meydanî jî de hêzên YPG'ê riya ku çeteyan ji bo teqwiyekirina hêzên yên di bajar de k ji Reqa û Til Ebyedê ya di gundê Hilincê re xistin destê xwe. Her wiha hêzên YPG'ê di herdû bereyên şer ên Kobanê rojhilat û başûr de pêşketinek mezin bidestxistin. Her wiha li derveyî bajar jî hêzên YPG'ê çalakiyan li dijî çeteyan pêk tînin.

Di 29'ê mijdarê de hêzên YPG'ê opersyona herî mezin a di berxwedana 3 mehan de li darxistin û di encamê de hêzên YPG'ê taxa Botana rojhilat ji çeteyan rizgar kirin.

Berxwedan di meha xwe ya 4'an de hîn bi hemû germahiya xwe didome.

HESEN REMO

(ie)