Di 4 mehan de 150 jinî xwe şewitand
Li Başûrê Kurdistanê di 4 mehan de 150 jin xwe şewitandin
Hat ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê di 4 mehan de 150 jin xwe şewitandie. Di heman demê de 26 jin hatin kuştin an jî xwe kuştin, 48 bûyerên tecawizê qewimîn.
Li gorî nûçeya rojnameya Rûdaw dispêre daneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê di 4 mehan de 150 jin bedena xwe dane ber agir. 26 jin hatin kuştin an jî xwe kuştin. Her wiha di van çar mehan de 878 binpêkirinên mafên jinan pêk hatin.
Rêveberiya Giştî ya li dijî Tundûtûjiya li ser Jinan a Kurdistanê ya girêdayî hikûmetê ye, li herêmê der barê tundiya li hemberî jinan pêk tê de lêkolînan dike.
Ji rêveberên navendê Kurdo Omar di daxuyaniyda de ragihand ku gelek jinên li rastî tundiyê hatine serî li cihên fermî û peywendîdar nedane û dibe hejmara jinên li rastî tundiyê hatibin zêdetir be.
Di rapora beriya niha der barê bûyerên tundiya li ser jinan de li Başûrê Kurdistanê ji aliyê hikûmetê ve hatibû amadekirin de hatibû diyarkirin 720 jin li rastî îşkenceya sîstematîk hatine, 3766 jin li rastî tundiyê hatine. Li gorî raporê 76 jin hatin kuştin an jî xwe kuştin. 330 jin jî xwe şewitandin. Li Silêmaniya ku şêniya wê nêzî 1.9 milyon e 1673 bûyerên tundiyê pêk hatin, li Hewlêrê 1322 û li Dihokê jî 771 bûyerên tundiyê yên li hemberî jinan qewimîn.
Li gorî daneyên Tiba Edlî ya li Silêmaniyê, ev hejmar zêdetir e. Li gorî daneyên saziyê, di sala 2009 de 831 jinên li rastî zext û tundiyê hatin xwe şewitandin, ji vana 200 jinan jiyana xwe ji dest dan. Di heft mehên destpêkê yên 2010 de jî 218 jinan di encama bûyerên xweşewitandin, cinayet û xwekuştinê de jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2011 de jî 48 jin hatin kuştin, 207 jin xwe şewitandin, 671 jin li rastî tundiyek zêde hatin û 63 jin jî li rastî derstdirêjiya zayendî hatin.
Li gorî lêkolînên Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) ji sedî 41’ê jinên Başûrê Kurdistanê têne sunetkirin.
Komîteya Mafê Jinan û Zarokan a Kerkukê jî bûyerên tundiyê yên di sala 2011 de pêk hat aşkere kiribû. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku di salekê de 78 jinan di bûyerên tundiyê de jiyana xwe ji dest dan, 159 jin jî birîndar bûn. Ji vana 2 bûyerên şewitandin, 4 xeniqîn, 5 êrîşên çekdarî, 11 cinayet, 14 xwekuştin, 4 di encama şeran de, 6 di teqînan de û 3 jinên din jî ji ber sedemên nayên zanîn jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 27 jinan di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.
ANF NEWS AGENCY