Di 4’ê nîsanê de 4 hezar dar li Dirbêsiyê tên çandin
DIRBÊSIYÊ – Komîteya Hawîrdorê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê ji bo pêşwazîkirina 66’emîn salvegera rojbûyîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi paqijkirina kenar û kolanên bajêr kir û amadekariya çandina 4 hezar dar bi vê boneyê dike.
Endamên Komîteya Hawîrdorê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê û karkerên wê ji bo pêşwazîkirina 66’emîn salvegera rojbûyîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro dest bi hemleya paqijkirina kenar û kolanên bajêr kirin. Karkeran axa ku ji ber baranê li ser riyan kombûne rakirin û gihayên li ser kenaran hilkirin. Her wiha ji bo 4 hezar dar di rojbûyîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dikeve 4’ê nîsanê kortik li ser kenara aliyên kolan û di navbera riyên hatin û çûyînê de kolandin.DIR-SAREDARI-HAZERTIYA-4-NISANE-3
Li gorî endamên komîteyê şitlên daran ên ji bo çandinê hatine amadekirin ev in: “Merx, xurme, mircan.” Endaman dane zanîn ku 2 hezar şitlên darên merxê dê li ser riya Hesekê, Qamişlo û Serêkaniyê bêne çandin. her wiha hezar şitlên dara mircan jî dê di nava riyên hatin û çûyînê de bêne çandin û hezar şitlên din jî yên darên merxê ne û dê li ser riya Firin, dibistan û Sînaa bêne çandin.
Her wiha li gel daran jî dê gelek cureyên giya û rihanan bêne çandin.
Derbarê mijarê de Rêveberê Komîteyê Zêdan Mihyedîn destnîşan kir ku Şaredariya Gelê dê hemû kar û barên çandina van daran de bi rêk û pêk bişopîne û dê heta 4’ê nîsanê hemû kortikên daran bêne kolandin û amadekirin.
(jh)
ANHA