Di 6 mehan de 17 doz
Di 6 mehan de li Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat 17 doz vebûn
Ceza û dozên ku li Rojnameya Azadiya Welat a li Tirkiyeyê yekane weşana kurdî dikin tên birîn û vedibin bi dawî nabin. Rojnameya ku heta niha gelek midûrê wê yên nivîsê rastî sedan sal cezayên girtîgehê hatin, niha jî doz li ser dozê li wan tê vekirin. Di vê pêvajoya ku mafê zimanê zikmakî tê niqaşkirin de li Rojnameya Azadiya welat doz li ser dozê vedibin. Di nava 6 mehên dawî de li Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Îbrahîm Guvenc bi hinceta "Propaganda rêxistinê kiriye" 17 doz hatin vekirin.
Zext û zordariyên li ser çapemeniya kurd û xebatkarên wê kêm nabin. Li aliyekî rojnameger tên girtin, li aliyekî doz li ser dozê vedibe û li aliyê din rojname rastî cezayên girtinê û sansurê tên. Li gorî rapora RSF'ê di sala 2013'an de di azadiya çapemeniya cihanê de Tirkiye di nava 179 welatan de di rêza 154'an de cih digire. Li gori raporê Tirkiyeyê di nava welatên cîhanê de di sala 2005'an de di rêza 98'an de, di sala 2006'an de 100, di sala 2007'an de 101, di sala 2008'an de 103, di sala 2009'an de 123, di sala 2010'an de 138 3u di sala 2011'an de 148'an de cih girt. Li gorî raporê di 2012'an li ser azadiya çapemeniyê Tirkiye di seranserî cîhanê de di rêza 121'emîn de cih digire. Li gorî daneyên RSF'yê di lîsteya 179 welatan de di rêza 148'emîn de cih digire.
Rewşa Rojnameya Azadiya Welat:
Rojnameya Kurdî Welat di 22'yê Sibata 1992'yan de dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 115 hejmar derket ji ber ceza û dozan neçar ma weşana xwe rawesitand û pişt re jî bi rojnameya Welatê Me weşana xwe domand. Heta 1996'an 46 hejmar derket û piştî girtina Welatê Me Azadiya Welat dest bi weşanê kir. Azadiya Welat di 15'ê Tebaxa 2006'an de dest bi weşana rojane kir. Ji ber ku dem dem weşana Azadiya Welat hate rawesitandin ji bo tijîkirina vê valahiyê di 24'ê Adara 2007'an de Dengê Welat, di Sermawez'a 2008'de Welat, di 16'ê Avrêla 2009'an de Rojev, di 6'ê Gulana 2009'an de Hawar, di 13'ê Sermaweza 2009'an de Rojev û herî dawî di 31'ê Adara 2010'an de carek din Rojev derket.
Di 6 mehan de 17 doz hatin vekirin
Rojnameya Azadiya welat ku Midûrê Karên Nivîsê yê berê Vedat Kurşun 3 sal û 7 mehan girtî ma û serbest hat berdan. Midûra Karên Nivîsê ya berê Emîne Demîr rastî 138 sal ceza hat û neçar ka ku derkeve dervê Tirkiyeyê. Dîsa der barê Midûrê Karên Nivîsê yê berê Ozan Kilinç de 21 sal û 3 meh ceza hate birîn. Niha jî der barê Midûrê Karên Nivîsê Îbrahîm Guvenc de di nava 6 mehan de 17 doz hatin vekirin. Dozgerê komarê der barê Guvenc de ji bo 17 hêjmaran bi hinceta "Bi riya çapemeniyê progapanda rêxistinê kiriye" doz vekir. Doz dê li 8'emîn û 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Der barê Guvenve de ji bo hêjmarên rojên 10 û 25'ê Hezîran, 29 Tîrmeh, 6, 8, 17, 24 û 29'ê Tebax, 02 û 10'ê Îlon, 01, 08, 21, 23 û 29'ê Cotmeh, 3 û 4'ê Mijdarê de doz hatin vekirin.
Midûrê Berê yê Rojnameye Guvenc, diyar kir ku hemû dozên der barê wî de hatine vekirin siyasî ne û wiha got: "Ji ber ku der barê çapemeniya azad de ji salên 90'î heta niha her tim zext û zordariyên zagonî û darazê kêm nebûne. Ji wê demê heta niha her tim ji ber ku me rastî anî ziman hevalên me hatin qetilkirin û windakirin, rastî ceza hatin. Niha jî ev feraset berdewam dike. Li gorî rapora rojnamegerên Sînornenas ên navneteweyî Tirkiye di nava 179 welatan de di rêza 154'an de cih digire. Ev ji bo Tirkiyeyê şermek mezin e.
Doz û cezayên der barê Rojname û midûrê wê de:
Di vê pêvajoyê de Midûrê Karên Nivîsan û Xwediyê Îmtîyazê yê Azadiya Welat Vedat Kurşun rastî 166 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû. Dîsa Midûra Karên Nivîsan Emine Demir rastî 138 cezayê girtîgehê hatibû. Herî dawî Midûrê Karên Nivîsan Ozan Kilinç rastî 21 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat û ev ceza li dadgeha bilind hate xerakirin. Her wiha dîsa ji dosyayek din 6 sal ceza jê tê xwestin. Kilinç û Kurşun, niha girtî ne. Midûrê Karên Nivîsan Mehdî Tanrikulu jî ji ber bi kurdî parastin kir hate girti û dîsa serbest hate berdan.
Dadgeha bilind 10 sal ceza erê kiribû
Dozger ji bo Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya li Tirkiyê bi tenê bi kurdî weşana rojane dike Azadiya Welat Vedat Kurşun 525 sal ceza xwestibû. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 13'ê gulanê sala 2010'an de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê dike" ji bo 103 hejmaran salek 6 meh ceza û her wiha bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" 12 sal cezayê girtinê dabû Kurşun. Parêzerên Kurşun serî li Dadgeha Bilind dabû. Daîreya Cezaya 9'emîn a Dadgeha Bilind serlêdana parêzerên Vedat Kurşun nirxand û cezayê 166 sal 6 meh xira kir, Dadgeha Bilind diyar kir ku nikarin cezayê endamtiya rêxistinê bê dayîn û nikarin ji bo her hejmarake rojnamê cezayên cuda bê dayîn.
Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Ozan Kilinç ku bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" û "Li ser navê rêxistinê sûc kiriye" li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rastî 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû û li dadgeha bilind hatibû xerakirin, rastî 6 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hatibû. Kilinç, meha borî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa M a Çewlîkê hatibû kirin. Kilinç, di çarçoveya 3'emin Pakêta darazê de li ser îtîraza parêzer serbest hate berdan.
(mae)