1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di 6 mehan de 59 doz
Di 6 mehan de 59 doz,di,6,mehan,de,59,doz

Di 6 mehan de 59 doz

Kî dibêje dad hêdî dixebite! Ji serokê BDP'ê re di 6 mehan de 59 doz hatin vekirin

A+ A-

SÎNAN AYGUL Mazlum Akun di meha hezîranê ya sala 2011'an de ji Hevserokatiya Rêxistina BDP'ê ya Tetwanê re hate hilbijartin û di 20'ê cileya 2012'yan de hate girtin. Der heqê Akgun de di nava 6 mehdan de 59 doz hatin vekirin. Di serdema Akgun serokatî kir ji her 3 rojan dozek hate vkirin û li girtîgehê 2 rojan carekê ji bo îfadeyan bide diçe dadgehê. Akgun ji ber ku di daxuyaniyekê de axivî 3 sal cezayê girtîgehê girt û dadgehê di hinceta biryarê de wiha got: "Keseyata bersûc a borî û nesekînî li ber çav hate girtin û dibe ku careke din sûc bike"

Her tim dibêjin pergala dadê hêdî dixbite lê dema ku mijar dibe siyasetmedarên kurd bi kedekî gelek bi hêz dozên hatin vekirin dibîne. Pergala dadê di encamên edîl û baweriyê de her tim tê renexkirin û bi awayekî erînê der heqê welatiyan de biryarê digirin, dema ku mijar dibin kurd bi taybet di vekirina "dozan" de performanseke gelek mezin nîşan didin. Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Tetwanê Mazlum Akgun yêk ku demek kin li ser kar ma bi dehan doz der heqî wî de hatin vekirin.

Di 6 mehan de 59 doz

Akgun dema ku li gundê Hanelmali yê Tetwanê keyatî dikir di sala 2004'an de der heqî wî de dozek hate vekirin û 10 sal cezayê girtîgenê girt û piştî di sala 2010'an de cezayê wî hate erêkirin hate girtin û ji keyatiyê hate xistin. Akgun di sala 2011'an de tahliye bû û di hezîrana 2011'an de ji Hevserokatiya Rêxistina BDP'ê ya Tetwanê re hate hilbijartin. Akgun di 20'ê çileya 2012'yan de hate girtin û di 6 mehên hevserokatî kir de 59 doz der heqî wî de hatin vekirin. Akgun, li girtîgehê 2 rojan carekê diçe tevlî dozan dibe û îfadeyan dide. Lê ji ber ku daxwaza parastina kurdî dike her tim bêyî îfade û parastin careke din vedigere girtîgehê.

'Kesayeta berxweneketî'

Der heqê Aygun de bi îdîayên "Zagona partiyên siyasî", "Li hemberî zagona meş û çalakiyan muxalet kir", "Li hemberî zagona trafîkê muxalefet kir", "propagandeya rêxistinê kir" û "pesnê sûc û sûcdar kir" 59 doz hatin vekirin. Akgun di hemû dozan de daxwaz parastina kurdî kir û Akgun di dozekê de ji ber propaganda kir 3 sal cezayê girtîgehê girt. Akgun ji ber daxuyaniya têkildarî bûyera Geliyê Tiyarê de ceza girt û di hinceta biryarê de hewokên balkêş cih girtin. Dadgehê di hinceta biryarê de wiha got: "Kesayeta bersûc a bexwenetekî ya bor dema li ber çava hate girtin dibe ku careke din suc bike" û cezayê herî zêde da. Daxwaz Akgun a parastina kurdî jî weke "helwesta rêxistînî" nirxand.

Akgun, diyar kir ku dozên der heqî wî de hatin vekirin parçeyeke qirkirina siyasî ye û wiha got: "Armanc tecrîd, îzole û tepisandin e. Sedema dozên hatin vekirin wehşeta li Kurdistanê û polîtîkayên qirkirina siyasî ên li hemberî partiya me pêk tên e. Tiştên me kirin îlegal nîn in."

Heke qirkirina siyasî nebe çî ye?

Akgun, anî ziman ku di nava sala dawî de li Tetwanê 7 operasyon pêk hatin û 300 kes hatin binçavkirin û zêdehî 60 kes hatin girtin û wiha destnîşan kir: "Ez dipirsim kesê di nava 6 mehan de xwedî li rûmeta xwe derket û li hemberî polîtîkayên înkarê derketin 59 doz hatin vekirin heke qirkirina siyasî nebe çî ye?"

Akgun, da zanîn ku piyekî wî li Girtîgeha Mûşê ye li Edliyeya Muşê ye.

(bd)


Bêjeyên Miftehî