Di berxwedana Kobanê de 25 çete hatin kuştin
ANHA - KOBANÊ - Hêzên YPG'ê li hersê eniyên herêma kobanê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ'ê dan. 25 Çete hatin kuştin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin. Êrîşa çeteyan a bi topên hawan jî didome.
Li gorî agahiyên ji nûçegîhanên ANHA yên ji herêmên pevçûnan hatine wergirtin, li hersê eniyên Kobanê ji şevê din heta niha şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de rû didin.
Li başûrê Kobanê di encama pevçûnên di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de 14 çete hatin kuştin.
Di pevçûnên li rojhilatê herêma Kobanê jî 9 çete hatin kuştin, her wiha rextek, rextekî bombeyî û demançeyek hatin desteserkirin.
Li eniya rojhilatê herêma Kobanê çete bênavber hawanan davêjin û welaltiyên sivîl armanc digrin.
Di navbera gundên Têndir û Sosanê yên rojavayê herêma Kobanê de 2 tirimpêlên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên YPG'ê ve hatin rûxandin û di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, lê hejmara çeteyan nehate zanîn.
Li rojhilat-başûrê herêmê jî di encama pevçûnên ku derketin de tirimpêleke doçka liser hat rûxandin.
Her wiha di navbera gundên Menazê û gulmetê yê di navbera başûr û rojavayê herêmê de motosklêtek çeteyan hat rûxnadin û 2 çete hatin kuştin.
(akîp/he)