Di berxwedana Kobanê de şoreşgerek tirk
ÎSMAÎL ESKÎN
KOBANÊ (DÎHA) - Bi sedan ciwan ji bo li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşê li Kobanê dikin tevlî berxwedanê YPG û YPJ'ê dibin. Ji ciwanên tevlî berxwedan Kobanê dibin Ciwan Turko balê dikêşe. Ciwan Turko bi eslê xwe tirk e û diyar kir ku di çarçoveya piştevaniya şoreşgeriya gelan hate Kobanê. Turko, anî ziman ku ji bo bi rihê Gezî ji bo jiyaneke bi rûmet tevlî berxwedana Kobanê bû û wiha got: "Şoreşa gel a Kobanê ji bo me mînak e. Mifteya şoreşê da me."
Tevlibûna ciwanan a YPG û YPJ'ê berdewam dikin. Bi sedan ciwan ji bo ku li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên bi piştevaniya hêzên navneteweyî demek êrîşê li Kobanêyî dikin şer bikin û cihê xwe di berxwedanê bigirin tevlî refên YPG û YPJ'ê dibin. Ligel ciwanên kurd ciwanên tirk, erep, ermenî û elewî jî li ser bana "seferberiyê" li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Ji ciwanên tevlî berxwedana Kobanê bûn yek jî Ciwan Turko yê bi eslê xwe tirk e. Turko, anî ziman ku ew bi helwesata piştevaniya şoregeriya gelan hate tevlî berxwedanê bû. Turko, da zanîn ku li Tirkiyeyê zilma pergala kapîtalîzmê her diçe zêde dibe û di modernîteya kapîtalîst de mirov tenê wesayît û mala xwe difikirin û wiha got: "Êdî piştevanî, alîkarî û mirovahî xilas bûye. Em dixwastin li Tirkiyeyê tiştên baş bikin lê TC her tim li hemberî me derket. Em li dijî tiryakê derketin lê TC ji me re bû asteng. Me xwest li dijî fuhuşê derbikevin lê me dîtin ku li pey vê tiştê ew bi xwe hene." Turko, bilêv kir ku li Tirkiyeyê ji bo jiyaneke hevpar têkoşîn meşand û geşedanên li Suriyeyê di nêz de dişopandin.
'Min piştgiriya Tirkiye dide DAIŞ'ê dît'
Turko, destnîşan kir ku ew kesek şoreşgere û ji 15 saliya xwe heya niha xwedî nêrîneke polîtîk e û wiha axivî: "Demek dirêje bi taybet geşedanên li Rojava pêktên dişopînim. Li her qadê li dijî gelê kurd zext hene. Mêtîngerî û zilim ranaweste. Min piştgiriya Tirkiye dide DAIŞ'ê dît. Bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dixwazin gelê kurd û gelên Rojava tune bikin." Turko, diyar kir ku ew êdî zêde li hemberî geşedanên li Kobanê pêk dihatin bêdeng bimîne û ji ber vê yekê jî tevî YPG'ê bû û wiha pê de çû: "Min bi vîna xwe ev yek weke tirke ji xwe re rûmet dît. Ez bi rûmeta xwe hatim vir. Heke îro em li cem rêhevalên xwe cihê xwe negirtin dê rojekê ve yekê dê li deriyê me jî bixe. Li vir gelek rêhevalên me hene. Kurd, erep, elewî, sunnî û ermenî li hemberî DAIŞ'ê ya hilberîna emperyalîzm û kapîtalîzmê şer dikin. Em dê ji bo azadiya xwe, aştî û biratiya gelan şer bikin." Turko, anî ziman ku demeke kine hatî Kobanê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em li vir jiyaneke komûn didomînin. Em bi gelê xwe re bi hev re dijîn. Em parvekirinê hîndibin û perwerdehiyê dibînin. Em heskirin û hurmetê qahîm dikin. Bi hev re û bêyî berjevendî bi hev re jiyana gelek xweşik e."
'Li Geziyê ji bo çend daran min şer kir'
Turko, da zanîn ku di nava jiyana bi salan xeyala wê dikir de ye û wiha got: "Em li vir sosyalîzmê didin jiyîn. Ez di cihana min xeyala wê dikir de me. Ez keyfxweş im li vir im. Ez bang li hemû kesên parêzvaniya biratiya gelan dikin dikim ku bên Kobanê." Turko, bilêv kir ku berê di nav tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê de cih girt û divê hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi rihê enternasyonal xwe ji nû ve biafirînin. Turko, bilêv kir ku tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê li hemberî geşedanên Rojava bêdeng man û wiha axivî: "Ji berxwedana Gezî heya Lîceyê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê xeteke îsyanê çêbû. Armanca sereke azadî û demokrasî bû. Lê min dît ku ya hat kirin ji bo çend daran bû. Li Geziyê min ji bo daran şer kir. Ez ji bo azadiyê li wir bûm." Turko, bilêv kir ku li Tirkiyeyê kesên ji xwe dibêjin "em şoreşger in" destên wan de telefonên herî giran hene û pratîk û gotinên wan hev nagirtin û wiha pê de çû: "Li Tirkiyeyê her tişt tê jibîrkirin. Li Somayê zêdehî 300 mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Bavê hevalê me yê li Somayê jiyana xwe ji dest da gotibû 'Dê hefteyek şunda me ji bîr bikin.' Rastî jî hefteyek şunda Soma hate jibîrkirin."
'Me al girt'
Turko, destnîşan kir ku hesaba komkujiya Roboskî, Dayîkên Şemiyê û gelek komkujiyên din nehate pirsîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di berxwedana Geziyê de Alî Îsamîl Korkmaz, Ethem Sarisuluk, Berkîn Elvan ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Em ji bo vê yekê tu tişt nekirin. Dema me hewil da ku em tiştekî bikin delweta faşîst me li hemberî xwe dît. Ez kesekî xwedî wijdan im. Ez ji bo encamekê bigirim li vir im." Turko, da zanîn ku divê hemû gelên tên tepisandin û bindest di berxwedana Kobanê de cihê xwe bigirin û wiha pê de çû: "Mifteya şoreşê da me. Me al hilgirt. Ez dê di vê şoreşê de cihê xwe bigirim û têkoşîna xwe bidomîn im." Turko, bilêv kir ku ji bo azadî û aştiyê hatiye şer û dê heya dawiyê ber xwe bide. Turko, diyar kir ku divê hemû kesên di dilê wî de heskirina mirovahiyê hene divê tevlî wan bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez vê yekê weke peywireke xwe dibînim. Ev peywira û berpirsiyariya me hemûyan e. Her gava erenî ya em li vir bavêjin dê ji bo jiyana me ya xweşik bibe gavek. Dê ji zarokên me re bibe pêşerojek bi rûmet. Em li vir azad dijîn û hewildana me jî ji bo wê ye. Ez bi rihê Geziyê hatim Kobanê. Şoreşa gel a Rojava ji bo me hemûyan mînak e."
(bd)