Di bin barana topan de têkoşîna jiyanê
SAMİ YILMAZ
Welatiyên gundê Garê yê navçeya Şemzînana Colemergê ji ber ku li herêmê operasyon zêde bûne, welatî di nava şer û bombebarenê de têkoşîna jiyanê didin. Welatiyan diyar kir ku hemû zozan û mêrg li wan hatine qedexekirin û jiyan li wan rawestiya ye.
Di mehên dawî de li sêgoşeya Tirkiye, Îran û Îraqê ku wekî "Sêgoşeya Şeytan" jî tê zanîn, opersyonên leşkerî û sewqîyata leşkerî gelek zêde bûn. Her tim herêm ji aliyê leşkeran ve tê topbarankirin û dibe hedefa êrîşên leşkerî. Ji ber ku liv û tevgera leşkerî û operasyon bê navber berdewam dikin, welatiyên li vê herêmê dejîn jî bêzar in. Gundê Garê jî yek ji gundê ku dikeve Sêgoşeya Tirkiye Îran û Îraqê ku wekî "Sêgoşeya Şeytan tê zanîn". Gundê Garê ku 40 kîlometre dûrî navçeya Şemîzana Colemêrgê ye, her tim di bin sîya operasyon û bombebaranê de dimîne. Li gund ji ber ku şer bê navber berdewam dike û Hêzên Çekdarî ya Tirk (TSK) herêm ji xwe re kiriye barageh, herêm ji welatiyan re bûye zindan û di nava axa xwe de hatine hepiskirin. Herêma ku di navbera salên 1986-1988'an de di navbera Îran û Tirkiyeyê de bazara serbest dihate kirin, piştî salên 1990'an ji ber leşkeriyê li vir kamp ava kirin û ji xwe re kir barageh êdî welatiyên vir ketin nava zext û zordariyê. Leşeran piştî salên 1990'i ji welatiyan xwest bibin cerdevan. Lê ji ber ku welatî nebûn çerdevan gelek gund hatin valakirin. Zozan û mêrg li welatiyan hatin qedexekirin. Zozanên Mirgesor, Tatesila, Meydanuk, Gediktepe, Talîçiçka, Molemerz, Terazîn, Spiyayoko, Gere, Senbila, Mezargedîgî û Mirgesov li welatiyan hate qedexekirin. Ketin û derketina van zozanan li welatiyên sivîl jî hate qedexekirin. Li gundê Gelêşimê qereqol hate a vakirin. Bi hezaran leşker li vê herêmê hate bicihkirin. Bi hezaran leşkerên ku li herêmê hatin bicihkirin piştnî sala 2010'an rastî êrîşa endamên HPG'ê hatin herêm vala kirin. Lê pişt re dîsa li çiyayê Masiro yê 5 kîlometre dûrî herêmê ye ji aliyê yekîneyên taybet ve hate dagirtin. Niha dîsa li herêmê yekîneyên taybet û nû tên bicihkirin.
Li herêmê mayin hatin cicihkirin
Pişti herem hate qedexekirin û leşker hatin bicihkirin ji Tabûra Masiro û Xakurkê heta Harunayê li cihê ku endamên PKK'ê lê derbas dibin mayin hatin çandin. Girên stratejîk jî hatin mayinkirin. Li derdorê mayinên ku ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve hate çandin tu tedbîr nehat girtin. Di salên dawî de leşkerên Îranê jî li milê xwe mayin çandin. Li gel ku Tirkiye îmze avêtiye bin peymana paqijkirina mayinan û divê heta 2014'an mayinan paqij bike jî heta niha tu gav neavêtiye.
'Em her tim bi mirinê re rû bi rû ne'
Welatiyên li gund dijîn diyar kirin ku ew êdî di malên xwe û gundê xwe de hatine hepskrin û nikarin derkevin derve. Welatiyê bi navê Halîl Akbaş, anî ziman ku heta sala 1988'an ew pir serbest bûn û li herêmê bazirganî û sewalkarî dikirin û wiha got: "Heta salên 1990'an me di navbera Tirikye Îran û Îraqê debazirganî dikir. Lê piştî 1990'an ji me xwestin em bibin cerdevan û me jî qebûl nekir. Ji ber ku me cerdevanî qebûl nekir, zozan û mêrgên me li me qedexe kirin. Em di ax û gundê xwe de hepis kirin. Li aliyekî hemû zozan û mêrgên me hatine qedexekirin, li aliyê din derdorê me tev bi mayinan hatiye pêçan. Li vir çotkarî û sewalkarî miriye. Êdî em nikarin debara xwe bi tu tiştî bikin û hemû çavkaniyên jiyanê li me zuha kirine. Welatiyê bi navê Osman Akbaş ê ku li Zozanê Meydanokê kon vedaye li gel 3 malbatan hewl dide li ser piyan bibîninn, wiha axivî: "Bi piraniya vê herêmê di bin destê PKK'ê de ye. Li jora me Gediktepe, Çemê Hacibekir û Xakurkê heye. Mi milê me yê rastê Girê Şehit Beritan heye. Li pêş me Çiyayê Dalanper heye. Li van deran gelek mayin hatine çandin. Piştî operasyona leşkerî ya sala 1986'an leşkeriyê gelek mayin li pey xwe hiştin. Piştî vê operasyonê ji ber ku mayinek bi destê min de teqiya pêçiyê min jê bûn. Em her tim ji ber mayinên herêmê bi mirinê re rû bi rû dijîn.
Welatiyên bi navê Hanife Akbaş, Zubeyda Eren, Beyan Yilmaz jî anîn ziman ku piştî mertalên zindî ji herêmê vegeriyan dîsa herêm dan ber topbaranê û operasyonan dest pê kir. Welatiyan anîn ziman ku ew her tim di bin siya şer de dijîn û her tim bi mirinê re rû bi ru ne. DÎHA (mae)