Di bin çavan de zarok ji ber çû
Belavkara Azadiya Welat a ducanî di bin çavan de zarok ji ber çû
Belavkara Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ya Şemrexa Mêrdînê Yasemîn Yilmaz a ducaniya 2 mehî ye, pişti hat binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê zarok ji ber çû. Hate ragihandin ku piştî Yilmaz birin nexweşxaneyê careke din birin midûriyeta polîsan.
Belavkarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê Nizamettîn Yilmaz û hevsera wî ya ducaniya 2 mehî Yasemîn Yilmaz ên li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê dijîn di 5'ê adarê de hatibûn binçavkirin. Nîzamettîn Yilmaz li taxa Kale ya navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê di serdagirtina tîmên taybet a bi 10 wesayîtên zirxî li malê hatibû binçavkirin. Hevsera wî Yasemîn Yilmaz jî dema li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê rojname belav dikirin hatibû binçavkirin.
Sedema binçavkirina Nîzamettîn û Yasemîn Yilmaz nehate zanîn û li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên girtin. Derket holê ku Yasemîn Yilmaz a ducaniya 2 mehî ye li midûriyeta polîsan zarok ji ber çû ye. Yilmaz a ku li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tê girtin di 6'ê adarê de di bin çavan de zarok ji ber çû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Sedema zarok ji ber çû nehate zanîn û piştî demekê Yilmaz careke din birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Yilmaz a dayîka 3 zarokan hêj di binçavan de tê girtin û derbarê rewşa wê ya tenduristiyê de tu agahiyên zelal nayên bidestxistin û li bendêne ku di nava rojê de wan derbixin dozgeriyê.
Yilmaz gelek caran hate binçavkirin û li midûriyeta polîsan hatibû darpkirin
Yasemîn Yilmaz berê jî gelek caran hatibû binçavkirin û di binçavan de hatibû darpkirin. Yasemîn Yilmaz di 28'ê adar 2012'an de li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê dema rojname belav dikir hate binçavkirin û pişt re serbest hatibû berdan. Yilmaz vê carê di 25'ê nîsana 2012'an de li Dêrîkê hate binçavkirin. Yilmaz ji ber ku ji polîsên sivîl re got ew bêhiqûq e pora wê girtin û di erdê re rakêşandin û binçavkiribûn. Yilmaz a ku 3 seatan li midûriyeta polîsan hatî girtin rastî gefên "Em dê tev û pozê de bişkênin" hatibû û pişt re jî serê wê li diwar xistin di çapemeniyê de cih girtibû. Polîsên Yasemîn Yilmaz rihet bernedayîn di 26'ê îlona 2012'an de li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê li ser fermana Dozgerê Komarê yê Şemrexê hate binçavkirin. Yilmaz ligel komkirina rojnameyan tunebû hate binçavkirin û polîsan jê re gotibû, "Dozger ji me re fermana, 'rojnameger binçav bikin û li benda fermanê bimînin' da" Yilmaz pişt re serbet hatibû berdan.
(bd/mae)