1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Di bingeha vekirina girtîgehên nû de tunekirina mirovan heye'
'Di bingeha vekirina girtîgehên nû de tunekirina mirovan heye',di,bingeha,vekirina,girtîgehên,nû,de,tunekirina,mirovan,heye

'Di bingeha vekirina girtîgehên nû de tunekirina mirovan heye'

Di serdema hikûmeta AKP'ê de hejmara girtiya her diçe zêde dibe.

A+ A-

Di serdema hikûmeta AKP'ê de hejmara girtiya her diçe zêde dibe û Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn jî çareseriyê di vekirina girtîgehên nû de peyda dike. Di vê çarçoveyê de heta sala 2018'an dê 153 girtîgehên nû bên vekirin. Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci, diyar kir ku ev yek ji bo Tirkiyeyê rewşekî gelek wehîm e û wiha got: "Wezîr çiqas vê yekê bi hêsanî dibêje. Ji bo vê yekê divê me rabin ser piyan û xwe bihijînin. Ev yekê senaryayekî qabusê ye. Di bingeha vê yekê de tunekirine mirovan heye."

Li girtîgehan binpêkirina mafên mirovan her diçe zêde dibin. Hikûmeta AKP'ê jî li şuna zagonên girtinê biguherîne girtîgehên nû çêdike. Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn têkildarî girtîgehê nû de daxuyanî da. Ergîn, tejîbûna girtîgehan minak nîşanda û ji ber vê yekê daxuyand ku ew dê 153 girtîgehên nû vebikin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de hejmara girtî û hikûmxwaran gelek zêdebûn. Di sala 2002'yan de di dema AKP hate ser kar hejmara girtiyan 59 hezar û 187 bûn û ev hejmar di sala 2003'an de 64 hezar û 296, di 2004'an de 57 hezar û 930, di 2005'an de 55 hezar û 870, di 2006'an de 70 hezar û 477, di 2007'an de 90 hezar û 837, di 2008'an de 103 hezar û 296, di 2009'an de 116 hezar û 340, di 2010'an de 120 hezar û 814, di 2011'an de 122 hezar û 42, di 2012'an de jî 125 hezar û 100 zêdebûn.

Ji kapasîteyê zêde 8 hezar û 518 girtî hene

Li gorî îstatîstîkên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a ku di 31'ê gulana 2012'an de aşkera kir li tevahiya Tirkiyeyê 125 hezar û 100 kes di girtîgehan de ne. Ji van 111 hezar û 921 kes edlî, 8 hezar û 995 siyasî, 2 hezar û 391 "endamên rêxistinên bi armanca sûc bikin hatin avakirin" û hezar û 793 kes jî koma sucên wan nayê zanîn girtîne. Ji 125 hezar û 100 girtiyan 115 hezar û 556 kes di girtîgehên girtî, 8 hezar û 816 kes di girtîgehên vekiriî û 728 jî di girtîgehên zarokan de dibînin. Li gorî îstatîstîkan 8 hezar û 518 girtî ji kapasîteyê zêde ne.

Girtîgehên heyî têrê nakin ên nû di rê de ne!

Li Tirkiyeyê 328 girtîgehên girt û tevahî 377 girtîgeh hene. Wezaretê Dadê Sadullah Ergîn rojên borî daxuyanî da û diyar kir ku di nava 5 salan de dê 153 girtîgehan çêbikin. Ji van çêkirina 41'an berdewam dike. Bi girtîgehên nû 106 hezar û 831 kes kapasîte tê zêdekirin. Tevahiya kapasîtesî di sala 2013'an de 145 hezar, di 2014'an 172 hezar, di 2015'an de 185 nezar, di 2016'an de 192 hezar, di 2017'an de jî 215 nezar be. Sekreterê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên girtîgehê ji DÎHA'yê re nirxand.

'Di nava 7 salan de hejmara girtiyan 2.5 zêdebûn'

Bakkalci, diyar kir ku zêdebûna hejmar girtiyan bi hemû kesan re şahîdînî kirin û bi taybet di sala 2005'an de zêdebûn balkêş e û wiha got: "Di sala 2005'an de hejmara girtiyan 55 hezarbû lê niha 127 hezar girtî di girtîgehan de ne. Ligel di sala 2012'yan de hinek zagon hatin guherîn tenê beşek ji girtîgehê derketin. Di nava 7 salên dawî de hejmara girtina 2.5 zêdebûn. Ji sala 2005'an şunda li vî welatî çê çêbû? Divê em ji vê yekê re çareyekê peyda bikin. Daxuyaniya Wezîr Ergîn a girtîgehên nû tê wateya di sala 2018'an de hejmara girtiyan dê bibe 250 hezar. Vê kapasiteyê çima zêde dikin? Wê demê dê hewcehiyekê biafirînin. Dê vê hewcehiyê çawa biafirînin? Dê pergalê ji nû ve bidin hilberînkirin û divê zêdebûnekî nû hebe. Ev yek jî tê wateya kesên din bên girtin e. Wezîr Ergîn daxuyaniya girtîgehên nû gelek hêsan da. Divê em welat rabin serbiyan û xwe gijgijînin. Ev senaryoya kabusê ye. Di bingeha vê yekê de tunekirina mirovan heye."

DİHA