1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di bûyerên Bursayê de şopa polîsan
Di bûyerên Bursayê de şopa polîsan,di,bûyerên,bursayê,de,şopa,polîsan

Di bûyerên Bursayê de şopa polîsan

A+ A-

MUTHA ÇETÎN Li navçeya Yildirimê ya Bursayê li hemberî kurdan çend rojin êrîşên nîjadperest berdewam dikin û di bûyeran de 3 kurd bi guleyên polîsan birîndar bûn. Welatiyan diyar kirin ku komên nîjadperest bi polîsan re digeriyan û li hemberî êrîşan xwe parastin. Nûnerê Partiya Saadetê yê taxa Ulusê Unal Akbaba, diyar kir ku polîsan ji wesayîtekî sivîl gule berdan ciwanên kurd û polîsan mudaxele li her du koman nekir tenê li kurdan kir.

Li gelek bajaran saziyên kurdan, malbatan û rêxistinên sivîl ên civakî ji bo balê bikşîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya di 12'ê îlonê de ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'î ve bi armanca şertên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadî pêk bên û mafên gelê kurd ên demokratîk bên qebûlkirin çalakî hatin lidarxistin û li hemberî van çalakiyan êrîşên nîjadperest pêk hatin. Rêxistina BDP'ê ya Yildirimê ya Bursayê jî bi heman armancê xwet ku meşekê li dar bixe. Lê komekî nîjadperestên ulkucu êrîş li BDP'iyan kiribû û bûyer bi rojan di rojevê de man. Li navçeya Yildirim a Bursayê di saetên êvarê de bi hezaran ulkuçu li ber Qereqola Polîsan a Yavuz Selîm hatin cem hev û mal û kargehên kurdan ên li taxa Ulusê dan me keviran. Di bûyeran de derket holê ku polîsan piştgirî da koma nîjadperet û ji bo êrîşê ew beralî kirin. Di dimenên qemereyên kargehên li taxa Ulusê de derket holê ku di nav koma ulkucuyan a di saetên êvarê de komdibûn kesên sivîl ên di destê wan de bêtêl heyî hebûn û koma êrîşkar beralî dikirin. Ev yekê jî bû sedema polîsan êrîş beralî kirin.

Polîs û keyayê dewletê çek bikaranîn

Nokteyekî din a balkêş jî Keyayê taxa Yavuz Selîm Aslan Alî Yildiz ê nêzî taxa Ulusê di dema bûyer dest pêkirin de bi tebanceya xwe gule berdan ser kurdan. Kurdên li tax dijîn j i ber êrîşan heta derengî şevê li ber deriyên malên xwe nobetê digirin û li hemberî êşan hişyar in. Kurd ji bo xwe bi parêzêrin heta derengî şevê li ber malên xwe dimînin. Di bûyeran de koma ulkucu bi kevir, dar, kêr û biviran êrîş li kurdan kur û ciwanên kurd ên bi navê Lutfu Kaçan, Sînan SOnmez û Kaan Madak jî bi guleyên polîsan birîndar bûn. Di roja dawî ya bûyeran de jî kesê bi navê Îlker Kaya ê ku di nav koma ulkucuyan de di destê wî de bivir heyî û kom ber alî dikir bi guleya polîsan ji serê xwe birîndar bû. Di daxuyaniya Midûriyeta Polîsan de hate îdîakirin ku tebançeya di bûyerê de hate bikaranîn ji aliyê BDP'iyan ve hate dizîn û piştî bûyerê li zeviyekî vala hate dîtin.

'Herin bera xwe bidin karê xwe'

Nûnerê Partiya Saadetê yê taxa Ulusê Unal Akbaba yê bûye şahidê 3 ciwanên kurd ji aliyê polîsan ve hatin birîndarkirin, diyar kir ku ji ber bûyeran ew xemgîn e. Akbaba, diyar kir ku dema bûyeran dest pê kir divê polîsan mudaxele li her du alyian kiriba û ji wan re hate gotin "Hûn kîne herin berê xwe bidin karê xwe" Akbaba, anî ziman ku malbata wî jî li taxa ulusê dijî û gumanên wî ji bo pêşerojê hene. Akbaba, da zanîn ku dixwazin li Bursayê şerê kurd û tirkan derbixin. Akbaba, bilêv kir ku li taxa ulusê li piştî mala wan di kolanê de ji wesayîtekî sivîl polîsên fermî gule berdan ciwanên kurd û wiha got: "Polîsan ji roja bûyeran dest pê kir heta niha mudaxeleya pêvîst nekir. Tenê mudaxele li kurda kir. Li piştî mala min polîsan di wesayîtekî sivîl de gule berdan ciwanên kurd. Min bi çavên xwe dîtin. Em plaqeya wesayîta polîsan negirt ji ber ku tevlî heviyekî gelek mezin hebû. Ez nizanim ku polîsan bi kîjan armancê gule berdan ciwanan. Tu pevçûn tunebû. Polîsa bi wesayîtê nêzîk bûn û gule berdan ciwanan."

'Polîs û koma faşîst êrîş li mal û kargehên kurdan kir'

Endama Meclîsa BDP'ê Ayla Yildirim jî diyar kir ku ji ber zimanê hikûmeta AKP'ê yê nîjaperet li Bursayê êrîşên nîjaperest derdikevin û wiha got: "Berê jî li Bursayê li dijî kurdan hewildanên lînçê pêk hatin. Di bûyerên dawî de meşa BDP'ê kirin hincet. Lê li Bursayê her tim di demên krîtîk de hewildanên wisa pêk tên." Yildirim, anî ziman ku li Bursayê sorkirin heye û polîsan mudaxeleyekî guncav nekirin û tu tedbîrên baş negirtin. Yildirim, da zanîn ku ligel hemû kedan polîsan bi koma êrîşkar re tevgeriya û wiha axivî: "Polîs bi panzeran û koma faşîst ket taxê. Polîsan bombeyên gazê avêtin mal û kargehên kurdan û koma faşîst jî bi keviran êrîş pêk anî." Yildirim, bilêv kir ku li Bursayê du komên pevçûnan bikin tunebûn û wiha pê de çû: "Gelê mafên xwe yên xwezayî dixwazin û komekî faşîstan hebû." Yildirim, destnîşan kir ku ji bo bûyer mezin nebin bi derdorên cuda re hevdîtin pêk anîn û wiha pê de çû: "Di hevdîtina de me têkidarî bûyeran de agahdarî pêk anî. Saziyên me pê re hevdîtin kirin gotin ji bo bûyerên wisa pêk neyên dê dest bi hewildanan bikin."

(bd/mae)