"Di dema mirov bên qetilkirin cejn bê wate ne"
Li konê berxwedanê peyama cejnê: Di dema mirov bên qetilkirin cejn bê wate ne
RIHA (DÎHA) - Welatiyên 18 rojin bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Rojava 18 rojin ber xwe didin diyar kirin heye têkoşîna wan encamê digire dê çalakiya xwe bidomînin. Hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bul ê ku ji bo piştevaniyê hatî wiha got: "Li aliyekî pêvajoya diyalogê û li aliyê de êrîş nakokiyekî gelek mezin e." Welatiyê bi navê Mehmet Emîn Akman jî wiha got: "Di dema mirov bi awayekî hov tên qetilkirin de wateya cejnan tuneye."
Çalakiya konê berxwedanê yê li gundê Zarêtaya Serxetê yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava hate destpêkirin 18 rojin berdewam dike. Welatiyên heya niha du caran rastî êrîşa leşker û polîsan hatin bi biryar berxwedana xwe didomînin. Welatiyan ligel rewşa hewayî ya gerim û mudaxeleyên leşkeran li heman qadê konê duyemîn vedan. Ligel welatiyên di kon de çalakiyê li dar dixin gelek welatî û hevşaredar ji bo piştgiriyê tên gundê Zarêta û wiha dibêjin: "Li aliyekî behsa biratî û aştiyê dikin lê li aliyê din êrîşan li gelan dikin ev yekê nakokiyekî gelek mezin e."
'Em dê înşaya jiyana nû li vir çêbikin'
Welatiyên berê li Cizîrê kon vedan û pişt re konê vedan birin gundê Zarêtê yê navçeya Bêrecûkê û li wir jî çalakiya xwe bi biryar didomînin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, diyar kir ku gelê Cizîrê ji bo xwedî li Şoreşa Rojava derbikeve têkoşînek bi wate da. Îmret, anî ziman ku cihê gelê Cizîrê di têkoşîna şoreşê de dîrokî ye. Îmret, da zanîn ku berxwedana li Pirsusê bi biryar û baweriyek mezin pêk hat û encamên wê yên cidî hebûn û wiha got: "Em dê înşaya jiyana nû li vir pêk bînin." Îmret, bilêv kir ku gelê kurd sînorên dewletan xîz kirin nasnake û êdî sînorên piştî Peymana Lozanê hatin xîzkirin bêwatene. Îmret, di dawiya axaftina xwe de bang gelê kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heke îro hemû gelê me di arîfeya cejnê de berxwedana xwe berdewam bike ew yek ji ber evîna şoreşê ya di dilê wan de heyî ye."
'Dîktatoran êrîş li kesên li dijî pergala wan derketin kirin'
Hevşaredarê Dêrsîmê Mehmet Alî Bul jî diyar kir ku şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn di aliyê pergalî de mînakekî gelek girîng e. Bul, anî ziman ku ji bo hêzên desthilatdar têk bibin divê hêj bêtir xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin û wiha got: "Dîktatoran êrîş li kesên li dijî pergala wan derketin kirin û ji bo wan berxwedanan bitepisînin serî li hemû rê û rêbazan dan. Êrîşa li konê li Pirsusê jî hate kirin di vê çarçoveyê de pêk hat." Bul, da zanîn ku êrîşa li dijî gel li dijî rihê pêvajoiyê e û wiha axivî: "Li aliyekî behsa biratî û aştiyê dikin li aliyê din êrîşê li biratiya gelan dikin ev yekê nakokiyekî mezin e."
'Dema mirov tên qetilkirin tu wateya cejnê tuneye'
Welatiyê bi navê Mehmet Emîn Akman jî diyar kir ku ligel hemû mudaxeleyan bi biryar berxwedaneke bi wate dê bidomînin. Akman, anî ziman ku êrîşên li dijî şoreşa Rojava bi zanebûn û di çarçoveya plansaziyekê de pêk tên û bi saya berxwedana li dar dixin hemû planên dewletan têk çûn. Akman, anî ziman ku di arîfeya cejnê de li şuna li cem malbat û heskerên xwe bin di konê berxwedanê de cihê xwe digirin û wiha dawî axivî: "Bi gelê xwe re têkoşîn dayîn em ji xwe re peywir dibînin. Di dema mirov bi hov bên qetilkirin de wateya cejnan êdî tuneye."
(bd)