1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Di dewleta hiqûqê de tecrîd 300 rojin didome! - (2)
'Di dewleta hiqûqê de tecrîd 300 rojin didome! - (2),di,dewleta,hiqûqê,de,tecrîd,300,rojin,didome,2

'Di dewleta hiqûqê de tecrîd 300 rojin didome! - (2)

Turkdogan: Me serî li CPT'ê da, lê hêj encam nediyar e

A+ A-

EMİNE ALTINKAYA / MUSTAFA EMRAH SUER

ENQERE (DÎHA) - Li hemberî tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin tenê parêzerên Ocalan û gelê kurd ne di nava çalakiyan dene. Parazvanên mafên mirovan jî ji bo li dijî binpêkirina mafan derkevin di nava hewldan û lêgerînê dene. Navenda Giştî ya Mafên Mirovon ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe serî li CPT dan, lê heta niha tu bersîv nehatiye. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin ji aliyê hikûmetê ve tê meşandin û wiha got: "Ger ku hikûmet destûrê bide hevditin pêk tên. Me xwest CPT’ê û Komiseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê heyetekê bişînin Îmraliyê û lêkolîn bikin, lê hêj li hemberî daxwazên me xwedî bersivek çawane ne diyar e. Turkdogan, anî ziman ku ji ber raporên CPT’ê veşartî tên girtin em nizanin encamek çawa peş dikeve.

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 300 rojin didome. Lê hem saziyên sivîl ên civakî û hem jî CPT bêdengiya xwe berdewam dike. Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûn Îmraliye û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn û pişt re hevdîtina parêzeran hate qutkirin. Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turdogan aliyê pêvajoyê yên mafên mirovan û hewldanên xwe nirxand. Turkdogan, diyar kir ku rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Gertigeha Îmraliyê pir xweser e û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan tê neşandin, ne li gorî hiqûqa Tirkiyeyê û navneteweyî ye. Girtîgeha Tîpa F a Îmraliye bi hiqûqek taybet û xweser tê meşandin. Carekê digotin pergala taybet a Îmraliyê. Hêj jî wekî pergala taybet tê zanîn. Girtîgeha Îmraliyê kirin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. Heta 2009'an wekî Girtîgeha Tîpa F dihat ditin. Heta 2009'a di navbera 10-11 salan de statu û hiqûqa wê nediyar bû. Çawa tê birêvebirin çiye ne diyar bû. Li gorî tu rêgezên hiqûqê tev nedigeriyan. Xuya digbe ku ev hiqûq bi peymana navneteweyî ya di navbera 2 ango gelek netewan de hatiye îmzekirin ve girêdayi ye. Em nizanin ev peyman çiye. Lê Em dizanin ku ev girtigeh girêdayi Navenda Reveberiya Kriza Serokwezîrtiyê ye."

‘Tecrîd li dijî rûmeta mirovan e'

Turdogan, anî ziman ku ev xweseriya li Îmralî wekî binpêkirina mafan derbasî rapora ÎHD'ê ya binpêkirina mafan bûye û wiha axivî: "Em wekî parazvanên mafên mirovan vê pêkanînê li dijî rûmeta mirovan dibînin. Em her tim dibêjin ev tecrîd û hiqûq nayê qebûlkirin. Tirkiye berî derbasî pergala Girtîgehên Tîpa F bibe, bi Îmralî derbasî Tîpa F bûye. Girtiyên ku cezayê giran ê muebbetê girtine, bi vê pergalê herî kêm 40 salan di bin cezayê tecrîdê de dijîn. Ev rewşek gelek giran e. Di nava şert û mercên giran de tu mirovên tenduristiya wan baş nikarin li vir îdare bikin. Em cezayê 40 sal cezayê giran weki cezayê mirinê nirxandibû. Lê êdî cezayê mirinê jî derbas kiriye"

'Tecrîd di nava tecrîdê de ye'

Turkdogan, bibîr xist ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrid di nava tecridê de heye û Ocalan di bin tecrîda giran de dijî. Turkdogan, bibîrxist ku di darizandinan de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye di aliyê îhlala mafên mirovan de hişyar kir, lê Tirkiye ev hişyarî li ber çavan negirt. Divê welatên ku endamên Konseya Ewropayê bin li gorî hiqûqa Ewropayê tev bigerin. Li gorî vê yekê divê Tirkiye ji nûve darizandinekê dest pê bike. Heta mijdara 2009'an Ocalan di bin tecrîdek giran de bû. Piştî di mijdara 2009'an de 5 girtiyên din şandin Îmraliyê hêjmara girtiyan derket 6'an. Pişti demekê dem dem 6 kes hatin li cem hev û diyalog pêk anîn. Ev minaka meriyata mewzûata zagonî bû. Ji ber ku ji sala 1999'an heta 2009'an bêqanûniyek mezin hebû. Niha jî ev bê qanûnî bi astengiya parêzeran didome. Dîsa parêzer û xizmên Ocalan nikarin hevdîtinê pêk bînin û ev bêqanûnî didome."

'Tecrîd li dijî zagonê ye'

Turdogan, da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin li dijî hiqûq û zagonê ye û wiha pêde çû: "Di zagona înfazê de pir aşkere tê gotin ku maf ji ber keyfiyeta siyasetê nayê astengkirin. Lê em dibînin ku ji ber keyfiyeta siyasî maf tên astengkirin. Parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ziyareta Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Ewropayê heye. Di van ziyaretan de hin pêşniyar hatin kirin. Piştî van pêşniyaran di meha mijdara 2009'an de derbasî tîpa F bûn."

'Ocalan ne kesekî ji rêzê ye'

Turkdogan, bilêv kir ku tecrîd bi hemû lez û bezê didome. Turkdogan, da zanîn ku li dijî vê tecrîdê hem ji CPT’ê û hem jî Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê xwest li Îmraliyê lêkolîn bikin, lê heta niha der barê vê mijarê de tu agahî nedane wan. Turkdogan, bibîrxist ku ji ber CPT raporên xwe veşatî dihêle nikarin der barê encam û pêşketinan de agahiyê bistînin û wiha berdewam kir: "Em dê şopdarê vê pêvajoyê bin. Divê tecrîd wekî rêbaza ceza neyê bikar anîn. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne kesekî ji rêzê ye. Ji bo gelê kurd cihê Ocalan pir girîng û taybet e. Di sala 2003'an de 3,5 mîlyon mirov Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qemûl kir. Ji ber vê yekê divê wekî kesekî ji rêzê neyê dîtin.

'Mafê parêzerên Ocalan û 5 girtiyên li Îmraliyê heye ku dozê li Tirkiyeyê vekin'

Turkdogan, bibîrxist ku Hikûmet li Îmraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî zagon û hiqûqê tev digere. Turkdogan da zanîn ku hikûmet li Îmraliyê rêbaza serdestiyê dimeşîne û wiha got: "Wekî her girtîyan mafê Ocalan jî heye. Divê hikûmet teqez van mafên Ocalan bide wî. Li welatên demokratîk ev wisa e. Ji bo kesan hiqûq û polîtîkayên taybet çênabe. Ev pêkanînek keyfî û otorîter e. Dema destûrê didin hevdîtin pêk tên. Pê piştî daxuyaniyên Serokwezîr û wezîran 10 mehin hevdîtin bi tevahî qut bûye. Ji ber vê bê hiqûqê mafê parêzerên Ocalan û 5 girtiyên din yên li Îmraliyê heye ku dozê li Tirkiyeyê vekin. Dikarin dozê bibin DMME'ê jî. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Ji bo vê yekê jî divê ev pêkanîn bi dawî bibe."

'Kurd Ocalan navnîşana çareseriyê dibînin'

Turkdogan, daxuyand ku gelê kurd Abdullah Ocalan wekî navnîşana çareseriyê dibînin û dixwazin muhatabê diyalog û muzakereyan bê dîtin. Turkdogan, derbirî ku pêkanîn û tecrîda li Îmraliyê rê li pêşiya çareseriyê digire û xwest hikûmet berpirsiyariya xwe bi cih bîne.

'Li welatên demokratîk kêyfiyet nabe'

Turkdogan, da zanîn ku li dijî Ocalan pêkanînên keyfî hene û li welatên demokratîk keyfiyet çênabin û wiha berdewam kir: "Li welatên demokratîk pêkanînên keyfî nabin. Li her welatekî rêgezek heye. Divê her tişt li gorî rêgez û zagonan bimeşe. Tirkiye divê li gorî peyman û rêgezên ewropa û navneteweyî tev bigere. Divê ev rewşa Tirkiyeyê wekî pêvajoya şer bê dîtin. An divê wekî pêvaya şer bi nav bike, an jî divê dest ji van pêkanînên keyfî û dij zagonî berde. Divê Tirkiye li gorî hiqûqê bimeşe. Tirkiye heqûqa navneteweyî pêk nîne. Wê demê armanca wê cuda ye. Wê demê em nikarin li Tirkiyeyê behsa demokrasiyê bikin. Li vir rejîma serdestiyê heye. Tirkiye li ser kurdan polîtîkayên zordestî û serdestiyê dimeşîne. Ev heri zêd di şexsê Ocalan de xuya dibe.

'Hihûmetê bi hêza îxtîdare tecrîdê dimeşîne'

Turkdogan, da zanîn ku hikûmetê di nava xwe û Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan de muzakere pêk anî, lê ji ber ku her tişt li gorî wê nemeşiya dawî li muzakereyan anî û niha bi hêza îxtîdar û serdestiyê tecrîdê dimeşîne. Turkdogan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hikûmet berî her tiştî dawî li tecrîdê û operasyonên siyasî bîne û wiha got: "Ger ku şer bi dawî bibe û çek bêdeng bibin mirov dikare dest bi diyalog û muzakereyan bike. Divê berî her tiştî pevçûn rawestin. Ji bo vê yekê jî divê operasyon bi tawî bibin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd dibe sedema gelek pirsgirêkên din. Ji bo pirsgirêkên din çareser bibe divê berî hir tiştî pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji bo vê yekê jî divê dîsa bi Ocalan re muzakere û diyalog dest pê bikin û re li pêş Ocalan bê vekirin. Divê teqez tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û şertên Ocalan bên rastikirin.

Sibê Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker li ser pêvajoya ewlehiyê û qutbûnê niqaş dike.

Teker: Hestên baweriyê zerar dîtin pêvajoya qetînê dest pê kir

GULER CAN

STENBOL (DÎHA) - Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 10 mehin te meşandin axivî û anî ziman ku ji ber li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 10 mehin tecrid heye êdî baweriya gel zerar dîtiye û pêvajoya qutbûnê dest pê kiriye. Teker, da zanîn ku politîkaya dewletêya li dijî Ocalan baweriya gelê kurd a li hemberî dewletê hejandiye û qutbûnê dest pê kiriye.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 10 meh in bi hincetên wekî; "keştî xirabe ye" û "ba û bahoz heye" nikare bi parêzeran û malbatê re hevditinê pêk bîne. Rêveberiya girtîgehê bi bersiva xwe ya "keştî xirabe ye" re ji 27'ê Tîrmehê heta niha 73 carin serlêdanên parêzeran tê redkirin.

Federesayona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtî (TUHAD-FED), ku bi 52 girtîgehan û 12 hezar girtiyan re di têkiliyê de ye, ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, gelek caran çalakî pêk anîn. TUHAD-FED'ê bi dehan caran bi daxûyanî, çalakiyên gireva birçîbûnê çalakî pêk anîn û bi tevlêbûna 10 hezaran kesan meşên 4'ê Nîsanê ya Amarayê pêk anîn. Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 10 mehin te meşandin axivî û fikaren xwe anîn ziman. Teker, anî ziman ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 10 mehin tecrid heye û wiha got: "Êdî baweriya gel zerar dîtiye û pêvajoya qutbûnê dest pê kiriye. Teker, da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin li ser vîna gel tê meşandin û di şexsê Ocalan de li ser gelê kurt tê meşandin. Teker, bilêv kir ku daxwazên girtiyên PKK'ê yên têkildarî Ocalan wan jî dixe nava xwe û wiha got: "Ji ber ku malbatên hemû girtî û hikumxwaran yek e. Hemû di bin baneyekî de li hev kom bûne. Tecrîda ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha li ser Brêz Ocalan tê meşandin hemû kesan eleqeder dike û xwest her kes li dijî vê yekê derkevin kolanan. " Teker, bibîrxist ku TUHAD-FED ji bo dawî li tecrîdê bê gelek caran çalakiyên wekî meş, girevên birçibûnê, daxuyanî pêk anîne û bi 10 hezaran meşên 4'ê nîsanê pêk anîne. Teker, da zanîn ku daxwazên girtiyên PKK'ê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevbeş û divê ji bo her kesî heman hiqûq bê meşandin.

'Pirên baweriyê hejiyan'

Teker, bal kişand ser tecrîda ku li ser Ocalan tê meşandin û wiha berdewam kir: "Bi vê tecrîdê re makeqanûn jî tê binêkirin. Bi hincetên 'Keştî xerabe ye' û 'muxalefeta hewayê heye' û hincetên vala didin pêş me. Ji ber ku dewlet malbatê û Ocalan nîne cem hev û hevdîtina wan asteng dike." Teker, da zanîn ku êdî daraz kirine amûra şer û ceza û ji ber vê yekê baweriya welatiyan a edaletê nemaye. Teker, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tê meşadin baweriya gel a li hemberî edaletê dewletê hejandiye.

'Bêrikirina li dijî Ocalan zêdetir dibe'

Teker, bilêv kir ku gelê kurd pêkanîn û tecrîda li dijî Ocalan wekî li dijî xwe qebûl dike û wiha pêde çû: "Ji ber vêkanîna dewletê girêdana gelê kurd û hezkirina gelê kurd a li hemberî Brêz Ocalan her ku diçe zêdetir dibe. Hem berîkirina gel a ji bo Ocalan û hem jî hêrsa gel a li dijî tecrîdê zêde dibe. Divê dewlet vê bend û pira di nava gel û Brêz Ocalan de qebûl bike.

'Gelê kurd dixwaze dengê Ocalan bibhîze'

Teker, destnîşan kir ku hezkirin û girêdana gelê kurd a li hemberî Ocalan gelek zêde ye û ji ber hezkirin û girêdana Ocalan dixwazin dengê Ocalan bibhîzin. Teker, bibîr xist ku Teker, ji ber têkoşîn û sekna Ocalan zêde lê xwedî derdikeve û vê tecrîdê qebûl nake.

'Em dê têkoşîna xwe berdewam bikin'

Teker, şertên Ocalan ên girtîghê jî rexne kir û da zanîn ku ev şertên Ocalan nayên qebûl kirin. Teker, bibîrxist ku her tim ji aliyê leşker û polîsan ve di bin dorpêçê dene û her gava davêjin rastî astengiyên polîs û leşkertan tên û wiha berdewam kir: "Me di 3'ê çile de serî li Wezareta Dadê da em rastî lêpirsînê hatin. Me di 4'ê nîsanê de bi 30 hezar kesan meşa Amarayê pêk anî em rastî astengiya polîs û leşkera hatin. Lê em dê dîsa têkoşîna xwe berdewam bikin.

(mae)