Di dîroka dîwarê şermê de minakên cîhanê
10:36 06.11.2013 1 / 3 AMED (DÎHA) - Piştî di navbera Nisêbîn û Qamişlo de "Dîwarê Şermê" hat lêkirin, mînakên dîwarên di navbera welatan de hatin avakirin ket rojevê. Di dawiya şerê duyemîn yê cîhanê de Almanya binket û Berlîn ji aliyê hêzên Emerîqî, Fransî, Îngîlîzî û Sovyetan ve hat dagirkirin. Van dewletan di serî de Elmanya kirin çar perçe û her yekî parçeyek bîrêvebir. Pîştî demekê Emerîqî, îngîlîz û Frensî li hev hatin û her sê perçe kirin yek û bi hev re birêvebirin. Lê sovyetan ev yek nepejirand û tevlî wan nebû. Bi vî awayî Almanya’ya li Rojhilat û Almanya’ya li Rojava ava bûn.
Almanya’ya li rojhilat bi sosyalîzmê, Almanya’ya li rojava jî bi kapîtalîzmê hat birêvebirin. Di wê demê de Almanya’ya li rojava di demek nêz de ji milê aborî ve pêşket û Almaniyên ku li Almanya’ya li rojhilat dijiyan xwestin derbasî milê din bibin. Piştî koçberiya sedhezaran hat dest pê kirin desthilatdarên li rojava xwestin ku vê koçê bidin sekinandin. Di encama vê daxwazê de çare di avakirina dîwarê di navbera rojhilat û rojava da hat dîtin. Di 12-13’ê tebaxa 1961’an de dîwarê dirêjiya wê 155 kîlometre yê di navbera Rojava û Rojhilat de hat avakirin.
Bi vî awayî sedhezaran koçberên xwestin ji Rojava yê Elmanya derbasî Rojhilat bibin hatin astengkirin. Dîwarê Berlînê di nav raya giştî ya cîhanê de wekî dîwarê şermê hat pênase kirin. Tevî ku di navbera Rojhilat û Rojava yê Elmanyayê de dîwarê şermê hat lêkirin jî sedhezaran koçber bi riyên din derbasî rojava bûn û avakirina dîwarê Berlînê bê wate kirin. Piştî avakirina dîwêr ji aliyê gel ve hat bêwatekirin desthilatdarên Hikûmeta Elmanya ya Rojhilat neçar ma û di 13’ê Tîrmeha 1990’an dest bi hilweşandina dîwêr kir û di 13’ê Cotmeha 1990’an de dîwarê şermê bi temamî hilweşand. Dîwarê duyemîn ku di cîhanê de deng veda ji aliyê Îsraîlê ve di sala 2003’an de li ser sînorê Fîlîstênê hat avakirin.
Di 2003'an de Îsraîlê dîwar lêkir
Îsraîlê di sala 2003’an de sînorê ku ji 700 kîlometreyan pêk tê jê 110 kîlometre bi dîwêr girt. Piştî ku avakirina dîwarê di navbera sînorê Îsraîl û Fîlîstînê de bidawî bibe dê 300.000 Fîlîstînî bên koçberkirin, 250.000 dar wê bên jê kirin û 110.000 domin erdê avî wê bê wêran kirin. Her çiqas Îsraîlê dîwêr bi hinceta ewlehiyê çêkiribe jî erdên herî bi bereket ji destên Fîlîstiniyan tên girtin û ev yek jî di nava raya giştî ya cîhanê de wekî dagirkeriya Îsraîlê tê penase kirin.
Niha jî hikûmeta AKP'ê dîwar di navbera kurdan de lê dike
Herî dawî Neteweyên Yekbûyî li hemberî avakirina dîwarê Îsraîlê nerazîbûn nîşan da û ji Îsraîlê xwest çêkirina dîwêr bi de rawestandin. Tevî van geşedanan jî niha Hikûmeta AKP’ê piştî Şoreşa Rojava dixwaze li ser sînorê xwe û Suriye yê ku ji 877 kilometreyan pêk tê bi dîwêr bigire. Tirkiye heta niha li ser sînorê di navbera Nisêbîn Qamişlo- Şenyûrt- Dirbesiyê, Serêkaniyê ya binxet û Serxetê û li ser sînorê Efrîn û Kîlisê dest bi avakirina dîwêr kir. Li hemberî çêkirina dîwarê di navbera sînorê Rojava û Tirkiye yê de Kurdan nerazîbûn nîşanda û herî dawî jî Şaredara Navça Nisêbînê Ayşe Gokkan dest bi rojiya mirinê kir.
(ot/mae)