1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Di dîrokê de gireva birçibûnê
Di dîrokê de gireva birçibûnê,di,dîrokê,de,gireva,birçibûnê

Di dîrokê de gireva birçibûnê

Di cîhanê de yekem car greva birçîbûnê di dema Rusyaya Çarlikê de tê dîtin

A+ A-

Di cîhanê de yekem car greva birçîbûnê di dema Rusyaya Çarlikê de tê dîtin. Kesên ku li Rûsyayê sirgûn bûne, ji bo şert û mercên di navde baş bikin, çareya herî dawî serî li greva birçîbûnê dan. Niha jî li Tirkiyeyê bi sedan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ji bo azadî ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê başkirin ji 12'ê Îlonê de ketine greva birçibûnê û 40 rojin greva wan bi israr berdewam dike.

Di cîhanê de bi sedan kesan ji bo mafê xwe yê mirovahî û siyasî bi dest bixin wekî rêbazekê serî li greva birçîbûnê dane û gelekan jê mafê xwe bi dest xistine. Cara ewil di dema Rusyaya Çarlikê de tê dîtin. Kesên ku li Rûsyayê sirgûn bûne, ji bo şert û mercên di navde baş bikin, çareya herî dawî serî li greva birçîbûnê dan. Di sala 1909'an de eniya mîlîtanên Sufragîstên Îngîlîstanê çalakiya xwe belav kirine. Jinên sufragîst ên ku bi boneya mafên hilbijartinê û bijartinê bi dest xistin çalaki pêk anîn û hatin cezakirin, ji bo çezayê ku li wan hatiye birîn şermezar bikin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Piştî jinên ku ji bo mafê xwe bi dest xistin bi israr çalakiyên xwe berdewam kirin, li ber çavên wan xwarinên herî bi tam û xweş hatin xwarin û herî dawî şîr û ava şerîn bi darê zorê dilopî difinê wan kirin û xwestin çalakiya wan bişkînin. Lê ji ber ku dîsa jinên sufragîst çalakiyen xwe berdewam kirin di sala 1918'an de mafê hilbijartinê û denga dan jinan û jinan pişti mafê xwe bi dest xistin dawî li çalakiyên xwe anîn.

Di sala 1920'an de li Îrlandayê girtiyên siyasî gireva birçîbunê ya tevahî dest pê kirin. Piştî bi biryara hikûmetê mudaxaleyî girtian kir, ji 12 kesan 4 girtî pişti 76 rojan di ber xwe dan jiyana xwe ji dest dan.

Di sala 1981'an de girtiyên siyasî yên rêxistina IRA'yê li dijî hikûmeta Îngîlîstanê ji bo mafê xwe bi dest bixin 10 girtî ketin greva birçibûnê. Lê ji ber ku daxwazên girtiyan nehat qebûl kirin, girtiyan çalakiyên xwe berdewam kirin. Çalakî bi mirina 10 girtiyên siyasî bi dawî bû. Hikûmeta ÎRA neçar ma ku mafê girtiyan qebûl bike. Di salên 1981'an de li Girtîgeha Amedê girtiyên PKK'ê ji bo îşkenceya li dijî xwe şermezar bikin û daxwazên xwe yên siyasî bidin qebûlkirin bi dehan girtiyên PKK'ê ketin gireva birçîbûnê. Di 4'ê Adara 1981'an de koma ku di pêşengiya Kemal Pir û Hayrî Durmus de dest bi rojiya mirinê kirin di roja 23'an de ji qoxuşa 37'an ji 110 berxwedêran birin qoşuşa 35'an. Di roja 30'an de Alî Erek xwîn çû mida wî û jiyana xwe ji dest da. Di sala 1981'an de ji çalakgerên PKK'ê yên ketibûn Rojiya Mirinê di 20'ê nîsanê de Ali Erek, di 7'ê Îlonê de Kemal Pîr, di 12'ê Îlonê de Hayrî Durmuş, di 15'ê Îlonê de Akif Yilmaz, di 17'ê Îlonêde Alî Çîçek jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1984'an de Orhan Keskin û Cemal Arat di meha hezîranê ya heman salê de Abdullah Meral, Fatih Oktulmuş, Haydar Başbag û Hasan Telcî jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1988'an de li zindana Amedê Mehmet Emin Yavuz jiyana xwe ji dest da. Di sala 1989'an de li Aydinê Husnu Eroglu û Mehmet Yalçınkaya jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1995'an de li Yozgatê Fesîh Beyazçîçek û li Amasyayê Remzi Altun jiyana xwe ji dest dan. Di sala 1996'an de li Umraniyê Aygun Ugur, Osman Akgun, li Bayrampaşayê Altan Berdan Kerîmgîller, Yemlihan Kaya, Sagmacilarê, Îlgînç Ozkeskin, Tahsin Yilmaz, li Bursayê Ali Ayata, Hicabi Kuçuk, Hayatî Can, li Aydinê Mujdat Yanat, li Enqereyê Huseyin Demîrcîoglu, li Çanakkaleyê Ayçe Îdîl Erkmen, jiyana xwe ji dest dan.

Niha jî li hemû girtîgehên Tirkiyeyê ji bo azadiya Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi sedan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê çalakiya greva bêdem û bêdorveger di roja 40'an de berdewam dikin. Le heta niha rayedarên dewlet û hikûmetê tu bersîv nedane.

(mae)