Di giritinan de modeya şahidên nepen
Di dosyaya hesabgira DÎHA'yê ya ku di operasyona li dijî saziyên çapemeniya kurd hate girtin Pervîn Yerlîkaya de îdîayên xeyalên mirovan bêxe xetereyê hene. Di dosyayê de şahidê nepen ji bo Hacîre Tanirgan a ku Yerlîkaya di girtîgehê de nasî, got, "Di weşana rêxistinê ya wê demê MED TV de bi cilên leşkerî û bi çek derketibû televîzyonê." Şahidê nepen îdîa kir ku Yerlîkaya di salên 2000 de Tanirgan nas kir. Lê di wê salê de Tanirgan 10 salî bû û li şuna cilên leşkerî cilên dibistanê li xwe dikirin.
Ji doza kedkarên çapemeniya kurd ên di 20'ê kanuna 2011'an de hatin binçavkirin û girtin demek kêm ma. Rojnamegerên tenê ji ber karê rojnamegeriyê tên darizandin, tenê rojnameger ne hemû kesên di saziyên çapemeniya kurd de dixebitin rastî sûcdariyên bê bingeh tên. Hesabgira DÎHA'yê Pervîn Yerlîkaya ji binçavkirin û hate girtina wê tiştên jiyîn ji vê yekê re mînaka herî li ber çav e. Yerlîkaya tiştên jiyîn bi nameya ji Girtîgeha Bakirkoyê ya bi navê "Modeya girtinê ya dawî: Şahidê nepen" şandî vegot.
'Çima te fatureya abontiyê birî'
Yerlîkaya, diyar kir ku dozgeriyê axaftinên wê yên têkildarî karên hesabgiriyê yên ji sala 2006'an hate niha kirin ji wê pirsîn û pirsa çima şaredarî, televîzyon û rojname ji ajansê re bûna abone pirsî. Yerlîkaya, anî ziman ku dozgeriyê pirsên "Te çima li hemberî ximzeta abonetiyê fatura birî?" û "Te çima bedela fatureyan ji banqeyê pirsîn?" li wê pirsîn û wiha got: "Min ji wî re karê hesabgiriyê vegot lê tu fêde nekir. Li gorî wî hemû sazî di xizmeta rêxistinê de ne. Min jî ji wan saziyan yanî ji rêxistinê pere kom dikir." Yerlîkaya, da zanîn ku wê ji dozgeriyê re got ew berê xwe dide karên îdarî lê dozgeriyê pirsa, "Tu çima nûçegihanan ji şînê endamên rêxistinê re dişînî?" pirsî. Yerlîkaya bal kiaşnd ser nakokiyên trajîkomîk yên di lêpirsînê de.
'Ez bê pasaport derketim derveyî welatî'
Yerlîkaya, destnîşan kir ku têkildarî wê de îfadeyên şahidê nepen "Haydar" hene û nakokiyên di lêpirsînê de wiha vegotin: "Li gorî îfadeyên şahidê nepen min di salên 2000-2001'an de bi navê kod Perîhan di nava baskê ciwanan ê DEHAP'ê ya Stenbolê de cih girt. Lê ew wê demê li Zanîngeha Dumlupinarê xwendekar bûm. Şahidê nepen dibêje ez ji sala 2001'an şunda çûm çiya. Gelo ez şibandim weke keseke din? Min hêj tu caran pasaport jî negirtiy. Ez dê çawa derbikevin derveyî welatî. Yek jî li gorî dozger xwedevan li pêşiya ez derbikevin çiya asteng nîn e."
Cilên dibistanê bûn cilên rêxistinê
Yerlîkaya, di dosyaya 8 meh şunda gihiştin destê wê de rastî îdîayên balkêş hat. Li gorî îdîayên şahidê nepen, Yerlîkaya, bi Îsmaîl Yildiz ê ku di sala 2007'an de di DÎHA'yê de dest bi xebatê kir di navbera salên 2000-2001'an de di baskê ciwanan ê DEHAP'ê yê Stenbolê de cih digirt û wiya balkêşa ser îdîayan: "Dema ez hatim Girtîgeha Bakirkoyê min Hacîre Tanigan nas kir. Lê li gorî şahidê nepen Haydar min berê Hacîre nas dikir. Şahidê nepen ji bo Hacîre got, 'Li navçeya Gazîosmanpaşayê di nava baskê ciwanan de cih digire. Di salên 2000-2001'an de derket çiya. Di televîzyona rêxistinê ya wê demê MED TV de bi cilên leşkerî û bi çek derketibû televîzyonê' Hacîre di sala 1990'an de hate dinê. Yanî di wê dîrokê de 10 salî bû û xwendekara dibistana seretayî bû. Ji xwe jî wêne bi cilên dibistanê kêşandiye."
(bd)