1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di girtîgeha Bakirkoyê de gefa hucreyê
Di girtîgeha Bakirkoyê de gefa hucreyê,di,girtîgeha,bakirkoyê,de,gefa,hucreyê

Di girtîgeha Bakirkoyê de gefa hucreyê

A+ A-

Rêveberiya Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê, geva “em we biavêjin hucreyan” li 10 girtiyên jin ên ku ji 22’yê îlonê ve di gerva birçîbûnê de dixwe. Girtî jî dibêjin “Em ê li ber xwe bidin."

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorvenger ya ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin ket roja 54’emîn. Plana ‘çareseriyê’ ya AKP’ê ew e ku bi darê zorê mudaxeleyê berxwedêran bike. Hukûmeta AKP’ê girtiyên di girtîgehên Şarkan û Sîlîvrîyê de ji destpêka çalakiyê ve avêt hucreyan û bi vî awayî dest bi amadekariyan kir. Niha jî gef li girtiyên ên Girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê dixwin.

Ji jinên di vê girtîgehê de Fatma Koçak, Ayşe Oyman, Melek Dolaz, Ayşe Guney, Semra Tekin, Çîmen Turk, Canan Guler, Nurcan Can, Hacire Tanirgan Xanim Çelik ji 22’yê îlonê ve di greva birçîbûnê de ne.

Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine wergirtin, rêveberiya girtîgehê gefa “ger hûn dest ji greva birçîbûnê bernedin em ê we biavêjin hucreyên yekkesî” li girtiyên jin dixwe. Bersiva girtiyan a li hemberî van gef û tehdîdan jî: “Ji bo em neçin hucreyan em ê li ber xwe bidin. Ger me bi zorê bibin jî em ê greva xwe berdewam bikin.”

ALÎKARA MUSTEŞAR AŞKERE KIRIBÛ

Alîkara Musteşariya Wezareta Dadê ya Tirk bersiv dabû pirsa Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Balûken ya bi awayê”Çima girtiyên di girtîgehên Sîlîvrî û Şarkanê di hucreyên takekesî de tên ragirtin?” û got: “Ji bo mudaxelekirina bijîşkî ya piştî wendakirina hiş, di hucreyan de tên bicihkirin.”

ANF NEWS AGENCY