"Di komkujiya Parîsê de rola dewleta paralel îhtimaleke mezin e"
Bayik: Di komkujiya Parîsê de rola dewleta paralel îhtimaleke mezin e
BEHDÎNAN/ANF 29.12.2013 07:05:40 Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, bûyerên girîng ên sala 2013'an nirxand û got, "Di komkujiya Parîsê de bi îhtimaleke mezin dewleta paralel roleke esasî lîstiye." Bayik bal kişand ser têkiliyên kujer Omer Guney û got, Şopên kesê ev komkujî kir, têkiliyên wî yên bi Fethûllahperestan nîşan didin."
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, rojevên ku mora xwe li sala 2013'an de xist ji ANF'ê re nirxand.
Bayik bibîr xist ku di salên 2011-2012'an de di navbera dewleta Tirk û PKK'ê de şerê herî dijwar ê dîrokê hat jiyîn û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşa zehmet a hikûmetê dît û bi pêngaveke mezin a siyasî re dest bi sala 2013'an kir.
DI 2011-2012'AN DE ŞERÊ HERÎ GIRAN Ê DÎROKÊ HAT JIYÎN
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser hevdîtinên Oslo û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê hingî ji bo çareseriyê ti gav nediavêt û di ser re hem AKP'yiyan hem jî derdorên nêzî Fethûllahiyan behsa modela Srî Lankayê dikirin. Bayik got, "Digotin Tevgera Azadiyê ya Kurd dikare bi vî rengî bê tasfiye kirin. Di rewşeke bi vî rengî de êrîşên xwe hem ji hewayî hem ji bejahî zêde kirin. Van êrîşan di payiza 2011'an de destpê kir û heta payiza 2012'an dewam kir. Pevçûnên herî dijwar ên dîrokê hatin jiyîn. Gerîla, artêş xist rewşeke welê ku nikaribe xwe ji qereqolê derxîne. Herêmên gelekî berfireh kontrol kir. Ev rewş li Tirkiyê ji aliyê her kesî ve hat qebûlkirin. Cih li hikûmetê gelekî teng bû. Artêşê nekarî xwe li pêşberî berxwedana gerîla li ser lingan bigire. Vê yekê zehmetiyeke mezin dida AKP'ê. Di vê demê de berxwedana zîndanê hat rojevê. Li zîndanan bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Vê yekê hîn bêtir hikûmet tengav kir.
Wekî din di vê demê de li Rojava pêngaveke mezin a şoreşê derket holê. Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Rojava gelek bajar bi dest ketin. Kurd hatin wê radeyê ku xwe birêve bibin. Dewleta Tirk bi bikaranîna hin hêzên çete re xwest pêşî li şoreşa Rojava bigire. PDK'ê jî polîtîkaya dorpêçkirina Rojava meşand. Di vê rewşê de hêzên şoreşger ên Rojava, polîtîkayên tinekirinê yên AKP û PDK'ê yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, pûç kirin."
‘RÊBER APO PÊNGAVEKE GIRÎNG A SIYASÎ KIR’
Bayik da xuyakirin ku vê atmosferê rewşeke welê danî pêşiya AKP'ê ku eger di sala 2012'an de jî mîna sala 2012'an bimeşe, dê nikaribe li ser desthilatdariyê bimîne, lewma di nuqteyeke krîtîk a rojiya mirinê de hikûmetê heyet şand Îmraliyê û di vê encamê de rojiya mirinê hat bidawîkirin.
Bayik diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rewşa tengav a hikûmeta Tirk dît û di çarçoveya van hemû pêşketinan de dest bi pêngava siyasî kir. Bayik got, "Rêber Apo li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyê xwest, zorê bide dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê.
Bêguman di hevdîtinên bi AKP'ê yan jî heyetan ên li Îmraliyê re ti projeyek ku li ser lihevkirin çê bûye nîne. Bes nêzîkatiyeke hevpar derketiye holê ku bi gavavêtinê re dê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd rewşeke erênî derxîne holê.
Rêber Apo di vê çarçoveyê de ji bo pênava siyasî girîng dîtiye ku rewşeke bê şer ava bike, bi vî rengî gav bi gav hêzên gerîla derxîne derveyî sînorên Tirkiyê. Ev yek ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demorkatîkbûyîna Tirkiyê, bi perspektîfa çareseriya Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandiye.
Pêwîste pêngava siyasî ya Rêber Apo di dawiya sala 2012'an de di encama hevdîtinên bi heyeta hikûmeta AKP û dewletê re da destpêkirin, di çarçoveya Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad de bê dîtin.
Bêguman Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê piştrast bû ku bi xwedîderketina li vê polîtîkayê re dê encam jê derkeve."
DI KOMKUJIYA PARÎSÊ DE BI ÎHTIMALEKE MEZIN ROLA DEWLETA PARALEL HEYE
Bayik da xuyakirin ku bi destpêkirina sala 2013'an de rûdana komkujiya Parîsê ya di nava atmosfereke nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê de, rê li ber şoqek mezin vekiriye û got, "Komkujiya Parîsê, weke parçeyek ji biryara tinekirina rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd pêk hat. Xwestin bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re travmayekê bidin jiyîn. Ev biryar nû nehatiye girtin. Dibe ku beriya çend salan hatiye girtin. Ji ber ku şopandineke demdirêj çê bû. Diyare ku piştî Rêber Apo dest bi pêvajoyê kir, ev biryar hat rawestandin. Ji vî alî ve diyar ku ji wergirtina vê biryarê haya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê heye. Ji ber ku wan jî dixwestin tevgera azadiyê ya Kurd tine bikin. Lê bi taybetî çapemeniya fehtûllahiyan ev mijar gelekî dinirxand. Hewl didan atmosfera pîskolojîk û rewşa siyasî ya vê yekê biafirînin. Aşkera bû digel pêngava Rêber Apo da destpêkirin jî, nekarî pêşî li vê bigire.
Pêkhatina vê bûyerê piştî destpêkirina pêvajoyê, rastiye derxist holê; Hikûmeta AKP'ê di tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd de, fetûllahî û hêzên li nava polîs û dadgeriyê bikar anî. Di plan û polîtîkayên tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji navenda Fetûllahiyan de, dewleta paralel bi zêdehî cih girtiye. Ji ber vê yekê, bi îthimaleke mezin wan roleke esasî di vê komkujiyê de lîstine. Fetûllahî di nava polîsan de bi xurt in. Tevî ku di nava îstîxbarata emniyetê de xwedî bandor e jî, di heman demê de xwedî yekîneyên serbixwe yên îstîxbaratî ne. Li Kurdistanê MÎT heye, Îstîxbarata Emniyetê heye, xebateke îstîxbaratê ya fetûllahiyan bi xwe rêxistin kiriye heye.
Dewleta paralel ku di navenda wê de fetûllahî hene, tevî ku li Kurdistanê bi bandor e, li bajarên mezin ên Tirkiyeyê jî xwedî bandoriyekê ne. Rêber Apo timî destnîşan kiriye ku dewleteke paralel heye. Hin derdor dibêjin dewleta paralel nîne, li hebûna vê dewletê rastiyeke. Lê belê ev dewleta paralel li ser hilweşîna dewleta berê xwe di nava dewletê de birêxistin kir û ji dewleta paralel wêdetir niha bi bidestxistina dewletê re dixwaze bide dewleta kûr, esasa dewletê bi xwe. Eger bi vî rengî were nirxandin, wê rewş bê fêmkirin."
‘BI KOMKUJIYA PARÎSÊ RE JI DAMEZRANDINA PKK'Ê TOL HAT HILANÎN’
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku ev komkujî bi tenê li hemberî Sakîne Cansiz (Sara) û du şoreşên jin nîne û destnîşan kir ku ev yek bi armanca tinekirina tevahiya PKK'ê hatiye kirin. Bayik got, "Bi gotineke din; ji damezrandina PKK'ê tol hatiye hilanîn. Weke parçeyek ji plana tinekirina damezrînerên PKK'ê hatiye kirin. Ji ber vê yekê emê komkujiyê timî cidî bigirin, ti carî ji bîr nekin û dê kes nikaribe bide jibîrkirin. Heta ku ev komkujî neyê ronîkirin, dê di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê de pêşketineke cidî rû nede. Ancax bi ronîkirina rastiyan re dikare pêşî li hêzên dixwazin çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê sabote bikin, bê girtin."
‘CIVAK JÎ, CÎHAN JÎ LI BAYÊ PIŞT TEVGERÊ DINÊRIN’
Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku qebûlkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke sermuzakerevan pêşketineke girînge ku ji aliyê Tirkiye û cîhanê ve hatiye qebûlkirin ku bêyî Ocalan pirsgirêka Kurd çareser nabe. Bayik destnîşan kir ku di encama têkoşînê de hatiye dîtin ku bi dervehiştina Tevgera Azadiyê ya Kurd re pirsgirêk çareser nabe û got ,"Her çend Barzanî çû Amedê, di pêvajoya hevdîtina bi Erdogan re Erdogan got; emê tevgereke alternatîf biafirînin, emê qebûl nekin ku li Kurdistanê bi tenê PKK xwedî bandor be, em vê tekperestiyê qebûl nakin û dê di bin bandor û kontrola dewletê de tevgereke siyasî ya alternatîf were afirandin, ev mijar nikare têkeve pratîkê. Ji ber ku civak jî, gel jî, cîhan jî li bayê pişt her tevgerê temaşe dikin. Bêguman nêrîn û partiyên siyasî yên cuda li Kurdistanê dibe. Lê belê ev bi dînamîkên xwe, bi xebatên xwe dibe. Naxwest bi gotina 'Emê pêşî li yekhêzbûyîna PKK'ê bigirin' a Erdogan an jî avakirina hin rêzan bi alîkariya PDK'ê, hem li dijî sosyolojiyê, hem jî li hemberî xwezaya siyasetê ye. Mûxatab girtina Rêber Apo û hevdîtinên li Îmraliyê vê rastiyê derdixîne holê. Hevdîtinên 2013'an encamên girîng bi xwe re aniye. Ne Rêbe Apo ne jî Tevgera Azadiyê tiştek winda nekirine. Hevdîtinên sala 2013'an xwedî kêmasî be jî, destketiyên girîng bi xwe re anîne."
HEVDÎTIN VENEGUHERÎN MUZAKEREYAN
Bayik da zanîn ku di sala 2013'an de beşeke girîng a civaka Tirkiyeyê gihaşt wê baweriyê ku di vê pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û siyasî bê çareserkirin û anî ziman ku ev yek ji bo çareseriya pirsgirêkê pêşketineke girîng e.
Bayik axaftina xwe wiha dewam kir: "Hevdîtin veneguherîn muzakereyê. Di vê mijarê de AKP'ê ji ber nêzîkatiyên xwe yên mijûlkar û sivik, rewşa agirbestê ya bi birdariyeke mezin hat meşandin, baş bikar neanîn. Muzakere nehat destpêkirin. Hînê mîna mehkûmekî giran nêzî Rêber Apo dibe.
Pêşeroja van hevdîtinan bi helwesta hikûmet û dewletê ve girêdayî ye. Gelo hikûmeta AKP ji bo çareseriyê dikare çi gavê biavejê? Ne mumkune niha tiştek di vî warî de bê gotin. Lê belê nêzîkatiyên wê yên heta niha, ne zîhniyet, ne vîn û ne jî niyetek ji bo çareseriyê nîşan nedaye."
Bayik da xuyakirin ku biryara vekişîna gerîla biryareke dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û da zanîn ku ev yek bi awayekî vekirî pêngava çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîkbûyîn ye.
Bayik diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk wate nedane vê pêngava vekişînê û got, "Bi vekişînê re dê hikûmetê jî gav biavêta. Li ÎmraliYê mutabakateke wiha derketibû holê. Ev ne mutabakateke nivîskî yan jî peymanek bi dewlet û hikûmetê re bû. Lê belê nêzîkatiyek hatibû nîşandan ku eger di çarçoveya hevdîtinên giştî de gaveke bi vî rengî were avêtin, dê hikûmet û dewlet jî gavê biavêje. Vê yekê hikûmet û dewlet test kiriye. Tevî vê yekê jî, piştî ku hat dîtin pêngava vekişînê girîng nehat dîtin, Tevgera Azadiyê ya Kurd vekişîn rawestand. Biryara vekişînê vîna kongreya PKK'ê bû."
‘VEKIŞÎN DIKARE BIBE, LÊ ÊDÎ NE MÎNA BERÊ’
Hevserokê Desteya Rêverber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku vekişîna gerîla dikare bibe, lê ji niha û pê ve mîna berê nabe. Bayik got, "Ancax vîna çareseriyê were nîşandan, di vê mijarê de gavên cidî bên avêtin, hingî dikare bikeve rojevê."