1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Di komkujiyan de hejmar cuda ne lê rêbaz wekhev in'
'Di komkujiyan de hejmar cuda ne lê rêbaz wekhev in',di,komkujiyan,de,hejmar,cuda,ne,lê,rêbaz,wekhev,in

'Di komkujiyan de hejmar cuda ne lê rêbaz wekhev in'

Nûnerên saziyên sivîlê ên civakî yên Amedê derbarê komkujiyan li dijî kurdan de axivîn

A+ A-

Ligel salvegera komkujiya Roboskiyê nêzîk dibe hêj kiryar nehatine ditîn. Nûnerên saziyên sivîlê ên civakî yên Amedê diyar kirin ku di dîroka kurdan de komkujiya herî hov a Halepçeyê ye û di aliyê hejmarê de ji komkujiya Roboskiyê zêde ne lê rêbaz cuda nîn e.

Di dîrokê de kurd gelek caran rastî komkujiyan hatin û her tim êş jiyîn û hatin kuştin. Kurdan komkujiyên Zîlan, Şex Saît, Agirî, Dêrsîm, 33 gule, Halepçe û Gurgum û herî dawî jî di 28'ê kanuna 2011'an de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê komkujî jiyîn. Di bombebarana balafirên şer ên TSK'ê de jê 19 zarok 34 welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên Amedê têkildarî mijarê de nirxandin kirin.

'Berê ermenî pişt re jî kurd hatin qetilkirin'

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku kurd bi salanin ji ber têkoşîna xwe ya mafdar rastî komkujiyan tên û ji sala 1925'an heta niha berê ermenî pişt re jî kurd hatin qetilkirin. Bîlîcî, anî ziman ku kurd ji bo mafên wan ên hatin gaspkirin paşve bigirin têkoşînê didin û ji bo mafên xwe bigirin serî li îsyan û çekan dan. Bîlîcî, da zanîn ku daxwazên kurdan ên mafdar her tim bi xwînê hatin tepisandin û wiha got: "Dema mirov berê xwe dide çar perçeyên Kurdistanê heman komkujî pêk hatin e. Ji van a herî hov Halepçeye. Li Tirkiyeyê 33 gule, Semsur, Dêrsîm û herî dawî komkujiya Roboskiyê pêk hat. Komkujî hilberîna heman ramanê ne. Hesaba tu komkujiyan nehate dayîn. Ji ber ku hesaba komkujiyan nehate dayîn komkujiya Roboskiyê pêk hati."

'Li welatên demokratîk komkujiyê nayê qebulkirin'

Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê yê Amedê Saît Baran jî diyar kir ku li welatên demokratîk komkujiyê nayê qebulkirin û piranîna komkujiya li dijî kurdan pêk hatin. Baran, anî ziman ku salek bi ser komkujiya Roboskiyê de derbasbû lê hikûmetê hêj kiryarên komkujiyê peyda nekirin û wiha got: "Divê hemû kesên dibêjin ez mirov im li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin. Divê komkujî neyê jibîrkirin."

'Roboskî ji Halepçeyê di aliyê hejmarê de cudaye lê rêban heman tişt e'

Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) yê Amedê Bariş Yavuz jî sedema komkujiya Roboskiyê bi komkujiyên berê pêk hatî ve girêdayî ye û di salên 90'an de li Tirkiyeyê bûyerên wisa pêk hatin. Yavuz, anî ziman ku di dîroka kurdan de komkujiya herî hov Halepçe cih girt lê dibe ku di aliyê hejmarê de cuda be lê heman rêbaz pêk anîn.

'Roboskiyê têkoşînê kurdan bi hêz kir'

Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê yê Amedê Abdurrahîm Ay jî diyar kir ku li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn gelê kurd ji gelên herî zêde êş û elem jiyîn e. Ay, anî ziman ku gelê kurd li hemberî gelek neteweyan têkoşîna serxwebûnê da. Ay, da zanîn ku divê hesaba komkujiya Roboskiyê bê pirsîn û wiha got: "Di şerê 35 salan de tu komkujiyan gelê kurd têknebir. Komkujiya Roboskiyê jî têkoşîna gelê kurd bi hêz kir."

(bd/mae)