1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di konferansa ‘Ragihandin û DAIŞ’ de ragihandina Başûr hat rexne kirin
Di konferansa ‘Ragihandin û DAIŞ’ de ragihandina Başûr hat rexne kirin,di,konferansa,ragihandin,û,daiş,de,ragihandina,başûr,hat,rexne,kirin

Di konferansa ‘Ragihandin û DAIŞ’ de ragihandina Başûr hat rexne kirin

A+ A-

KAROX REWANDÛZÎ-ABID KAR/SILÊMANÎ

Konferansa ‘Ragihandin û DAIŞê’ bi dirûşmeya ‘Bila ragihandin nebin çavkaniya bangewaziyê ji bo DAIŞ’ê’ bi beşdarbûna gelek alî û partiyan li Silêmaniyê destpê kir.

Îro seat 09:00’an li Otela Parêz bi pêşengiya Geşepêdan bi Demokrasî û Medyayê konferansek hat lidarxistin. Konferans heta seat 64:00 berdewam dibe. Sekreterê giştî yê pêşmergeyan Cebar Yawer, Pr. Kemal Seedî, Cemal Hisên, Parlamenterê berê yê Iraqê û mamosteyê zanîngehê, Saman Fewzî, Berpirsê komisyona pêşmerge li parlamentoya Herêma Kurdistanê Arî Hersîn, Dr. Êrîş Resûl, Dr. Birahîm Seyîd Ebdulah û Bextiyar Heme Emîn beşdarî konferansê bûn û gotarên xwe pêşkêş kirin.

Di dema şerê bi DAIŞ re serokatiya Herêma Kurdistanê herî kêm daxuyanî da

Konferansa bi ser navê ‘Bila ragihandin nebin çavkaniya bangawaziyê ji bo DAIŞê’ mêhvandariya gelek alî, partî û kesayetên Başûrê Kurdistan û Iraqê kir. Destpêka konferansê parlamenterê berê yê Iraqê û mamosteyê zanîngehê, Saman Fewzî gotarek pêşkêş kir û tê de bal kişande ser bêagahiya serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê nûçeyên şer de û got: “Serokê Herêma Kurdistanê di heman demê de fermandarê giştî yê hêzên çekdarî ye ji bo wê jî divê herî zêde were rexnekirin. Di vê dema şerê bi DAIŞ’ê re herî kêm daxuyanî belav kiriye. Ev yek jî dibe sedem ku ragihandin ji çavkaniyên din agahî bigirin, ji bo wê jî Serokê Herêma Kurdistanê di vê mijarê de bêxem tev digere.”

Ragihandinên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞê rolê baş lîstin

Şêwirmendê parlamentoya Herêma Kurdistanê, Mecîd Salim ragihandinên ji ber nikarin bi awayek rast li dijî DAIŞ’ê propagandayê bikin, rexne kir û ji RojNews re wiha axivî: “Ragihandinên me heta niha nekarîne wek ragihandinên Bakûr û Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê roleke baş bilîzin û bê alî tev bigerin. PKK û YPG pir baş li dijî DAIŞ’ê rawestiyan û bi heman şêwazê ragihandinên wan jî.”

(rn)