Di konferansa 'Çima Makezagoneke nû' de zimanê zikmakî û xweserî derket pêş
Akademîsyenên di konferansa 649 saz, dezgeh û akademîsyen tevlîbûyîn a bi navê "Çima makezagonekî nû?" de axivîn diyar kirin ku divê heta pêvajoya hilbijatinê xebatên makezagonê baş bên nirxandin û bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî û "Xweseriya Demokratîk".
Yekemîn rûniştina konferansa "Çima Makezagoneke nû" bi dawî bû. Akademîsyenên tevlî konferansê bûn bi yek dengî pêdîviyên makezagoneke nû anîn ziman.
Yeşîldere: Divê kurdî di makezagonê de bê parastin
Prof. Dr. Tahsîn Yeşîldere, diyar kir ku tiştên li Girtîgeha Amedê pêk hatin hikûmeta AKP'ê tenê tîne ziman û taxrîbata li ser civakê û kurdan pêk anîn nabîne û wiha got: "Teqez divê di makezagona nû de zimanê kurdan bê parastin. Derfetên kurd xwe bi zimanê xwe bînin ziman bên afirandin. Kurd tu caran ji bo çêkirina makezagoneke nû nebûne asteng. Kurdan her tim daxwazên xwe anîne ziman. Lê tirk bi xwe li hemberî mekazagoneke nû asteng in. Tirk wekî kurdan nizanin ka divê di makezagona nû de çi cih bigire. Sedema ku kurd daxwazên xwe tînin ziman ew e ku kurdan ji ber makezagona leşkerî bi salan e gelek zilim ditîne.
Mert: Divê makezagona nû nebe makezagona AKP'ê
Nivîkar û Rojnameger Nuray Mert jî diyar kir ku divê makezgona darbeya leşkerî ya 1982'yan bi hin guhertinên biçûk bi navê nûkirinê wekî mekezagoneke sîvîl û demokratîk nîşan nedin. Mert, anî ziman têkoşîna demokrasiyê ya BDP dimeşîne gelek girîng dibîne û wiha got: "Ez di vê pêvajoyê de têkoşîna BDP dide gelek watedar dibînim. Gotina AKP'ê ya 'ez dê makezagonê biguherim' ne rast e. Heke bê bîra we dema ku guherîna makezagonê hate rojevê serokwezîr ji parlementerê xwe Burhan Kuzu re got, 'Ji bo pêşnûmeya mekezagona nû amade be.' Ev jî tê wateya ku mekazagonê tenê dê bi raman serokwezîr be. Di demên dawî de serokwezîr dibêje, 'Dê gel vê makezagonê çêbike. em jî dibêjin, 'Serokwezîr ev gel kîjan gel e'. Gelo ev makezagonê dibe makezagone hemû gelên Tirkiyeyê hembêz bike an dê bibe tenê makezagona AKP'ê û pêşnûmaya di serê serokwezîr de?
Sayman: Divê astengiyên li pêşiya zimanê zikmakê bên rakirin
Serokê Baroya Stenbolê yê Berê Yucel Sayman jî diyar kir ku rewşenbîr bi zanîna 4-5 zimana pesnê xwe didin lê zimanê li Mezopotamayayê tê axivîn nizanin û wiha got: "Em zimanekî biyanî dizanin û bi vê yekê pesnê xwe didin. Lê dema ku em hatin Mezopotamyayê me dît zimanê cuda tê axivîn. Lê ev vî zimanî nizanin. Lê ji ber ku zimanê fermî nîn e qedexe ye. Ji ber vê yekê divê kurd bê axivîn û parastin. Ev yek mafekî însanî ye. Û divê ji aliyê dewletê ve bê parastin"
'Divê ji bo xweseriya demokratîk nêrîna me hemûyan bê girtin'
Sayman, di axaftina xwe de behsa "Xweseriya Demokratîk" jî kir û wiha pê de çû: "Heke ev Xweseriya Demokratîk ji bo Tirkiyeyê be divê ramanê me hemûyan bê girtin. Lê heke tenê ji bo kurdan be mafê me yê di der heqê vê projeyê de yê axaftinê tune ye. Heke Tevgera Kurd ev anîbe rojevê 'Ji bo kurdan em girîng dibînin' ez rumetê nîşan didim. Heke makezagona demokratîk ji bo hemû Tirkiyeyê be divê ew jî di makezagonê de cih bigire. Tirk jî dixwazin ev makezagon bê guhertin. Ez wekî tirkekî nerihet im ku di makezagonê de nasnameya min ya sereke ye. Ev yek nayê wateya ez ji nasnameya xwe fedî dikim. Ji ber ku ez tabiyê dîroka tirk im ditepisim. Ji ber wateya peyva 'tirk' a di makezagonê de min wekî tirkek ditepisîne. Ji bo ku ev bê guhertin hewcehî bi makezagoneke nû heye."
Bîlgîç: Divê ramana 'dewlet piroz e' bê guhertin
Parêzer Suleyman Bîlgîç jî bal kişand ser girîngiya guherîn makezagonê û da zanîn ku divê raman dewlet pîroze ya li Tirkiyeyê bê guherîn û wiha got: "Li vir hemwelatî ji bo dewletê hene. Ya eslî dewlet e. Lê di welatên hemdem da reweş belevajiye. Ji ber ku di welatên hemdem de dewlet ji bo hemwelatiyan heye. Ji bo maf û azadiya welatiyan heye. Di makezagona heyî de hinek peyv hinek civakê qebûlnake. Lê makezagon ji bo hemûyan hembêz bike heye."
Konferans bi rûniştina duyemîn didome.
DÎHA (ft/tt)